Welatiyên Efrînî: Em dê heta dawî di ber xwe bidin 2018-01-20 14:06:58 EFRÎN – Hemwelatiyên elewî, kurd û ereb ên herêma Efrînê li dijî êrîşên TSK'ê û îktîdara AKP'ê hêrseke mezin nîşan dan û gotin “Heta mirinê em ê li ber xwe bidin.” Welatiyên elewî, kurd, ereb ên herêma Efrînê bertek û nerazibûnên xwe nîşanî hewldanê operasyona TSK'ê ya li dijî Efrînê dan. Welatiyên ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivîn diyar kirin ku ew dê li dijî êrîşan heta dawî di ber xwe bidin û destûr nadin ku TSK sînor derbas bikin. Welatiyan anîn ziman ku ew dê li gel YPG û YPJ'ê şer bikin.    Welatiyê Efrînê Doxtorê Elewî Welîd Cindo yê ji navçeya Mabeta ya Efrînê têkildarî mijarê wiha got: “Tajiyekî ku navê Îslam û exlaq li xwe dike êrîşî Efrînê dike. Ev ye di ruyê mirovahiyê de şermeke pir mezin e. Tiştê ku di van rojên dawî de li Efrînê çêbûye hêz û pêdageriya me ya li hemberî vî dîktatorê hanê (Erdogan) zêdetir kiriye.”   Ji welatiyên Elewî Mihemed Elî Mihemed jî axivî û got “Projeya demokratîk a Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê bi hezaran ji keç û xortên me ji bo wê xwîna xwe dane hiştiye ku Erdogan dîn bibe.”    Ji aliyekî din ve welatiya Elewî Renda Mustefa diyar kir ku ev çend sal in Tirkiye hewl dide ku Bakurê Sûriyeyê dagir bike lê bi ser neket, li bermaberî vê yekê Hêzên Sûriyeya Demokratîk serkeftinên mezin bi dest xist. Renda anî ziman ku ji bo parastina ax û namûsa xwe dê li kêleka Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin şer bikin.   Comerd Sito yê Elewî jî destnîşan kir ku Tirkiye nikare derbasî Efrînê bibe û eger hewl bide derbas bibe jî wê ev yek berovajî li wê vegere.   Welatiyê Ereb Mihyeddîn Salim êrîşa vê sibehê ya Artêşa Tirk û çeteyên wê li ser gundê Kefernasih ê herêma Şehbayê wekî êrîşeke tirsonek bi nav kir û got “Welatiyên sivîl li vî gundî ne. Tu baragehên leşkerî li vir tune ne. Tirkiye dixwaze ku welatiyên sivîl ji herêmên xwe koçber bibin. Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Em amade ne li hemberî êrîşên Tirkiyeyê bisekinin.”     Welatiyê bi navê Nûreddîn Salim jî got “Welatiyên gund di xew de bûn û gund hate topbarankirin. Welatî li ser dengê topban hişyar bûn. Çi gunehê wan zarokan heye ku li ser dengê topban ji xew rabin û bitirsin.”   Welatiyê Ereb Yasîn Benawî yê li bajarê Efrînê rûdinê jî ev tişt anî ziman “Kurd, Ereb û pêkhateyên din bi hev re jiyan dikin. Gefên Tirkiyeyê nikarin tiştekî bikin. Topbaran Tirkiye ji Efrînê re tê wateya ku wê îflas kiriye. Em ê hetanî mirinê li vir bimînin û şer bikin.”   Welatiyê Kurd Mehmûd Osta jî wiha axivî “Çapemeniya Tirk a nêzî artêşa dagirker îdîa dike ku gelê Kurd şer dixwaze. Ya rast ew e ku em aştiyê dixwazin. Lê eger Artêşa Tirk şer dixwaze em amade ne. Ev destgehên çapemeniya Tirk dibêjin ku gelê Efrînê herêma xwe berdide. Kes ji me derneketiye û em hemû li vir in û li pişta YPG û YPJ’ê ne. Ev derewên hanê nikarin bandorê li me bikin.”   Welatiyekî din ê Kurd ê di navê Xelîl Eslan jî got “Tirkiye bi çavekî biçûk li gelê Kurd dinêre. Wekî Kurd me heta niha gelek gotinên wan daqurtandine, lê ji bo berxwedaniyê em heta mirinê amade ne.”   Rifet Mustefa jî ev tişt bi bîr xist “Me li Kobanê, Minbic, Reqa û Efrînê ji bo azadiya gelê xwe gelek cangorî dane. Têkoşîna me ji bo xaka me ye. Wekî ku li Kobanê me qurbanê daye em ê li Efrînê jî bidin.”