Polîsê Helîna 12 salî kuşt hêj doz lê nehatiye vekirin

  • rojane
  • 09:26 20 Çile 2018
  • |
img

AMED - Polîsê A.E. yê li Sûra Amedê hêlîna 12 salî kuşt, hêj der barê wî de doz nehatiye vekirin. Desteya Dîsîplînê ya Polîsan a Walîtiya Stenbolê, li polîs A.E. yê Hêlîn kuşt 24 meh cezayê rawestandina qademeyê birî. 

Li Sûra Amedê di dema qedexeya derketina kolanan di 12'ê Cotmeha 2015'an de, dema Hêlîn Hasret Şen a 12 salî ji bo nan bikire derket derve li Taxa Fatîhpaşayê bi guleyeke ku ji wesayîta Kobra ya polîsan hat û li ser wê ket mir. Piştî 2 salan şûn de lêpirsîna dîsîplînê ya têkildarî bûyerê bi encam bû. Waliyê Amedê yê wê demê Huseyîn Aksoy têkildarî mirina Hêlînê, di 30'yê Cotmeha 2015'an de nivîsek ji Wezareta Karên Hundurîn re şand û xwest mufetîş bên şandin. Di nivîsê de lêkolînên dîmenên kamerya Cobra 11 a li hemberî kuçeya ku Hêlînê lê hat kuştin cih girtin û hat destnîşan kirin ku li kuçeyê çalakî, xendek û barîqat nehatine tespîtkirin. Hat derpêşkirin ku dema dîmenên wesayîtê, raporên Muduriyeta Şaxa Lêkolînên Cihê Bûyerê û belgeyên din bi hevdu re tên lêkolînkirin, kêliya ku gule li Hêlînê dikeve nayê dîtin. Lê belê di nivîsê de tê diyarkirin ku li gor agahî û belgeyên hatin bidestxistin, dibe ku bi guleya çeka polîsê bi navê A.E. ku di Cobra 11'yê de çekdar bû miribe. Di nivîsê de hat diyarkirin ku ji bo lêpirsînkirina dîsîplînê ya der barê A.E. de pêdivî bi agahî û teknîka mufetîşan heye û heke Sermufetîşên Polîsan bên peywirdarkirin wê baş be. 
 
NE CEZA, TU DIBÊ QEY HAT XELATKIRIN! 
 
Li ser vê yekê Serokatiya Desteya Teftîşê ya Muduriyeta Giştî ya Emniyetê, ji bo lêpirsîna dîsîplînê ya der barê polîsê bi navê A.E. yê Hêlînê kuşt de, 3 sermufetîşên polîs pewyirdar kirin. Mufetîş di 21'ê Tebaxa 2017'an de rapora der barê A.E. de temam kirin. Lê belê dema lêpirsîn didomiya tayîna A.E. derket Stenbolê û li ser vê rapor ji Walîtiya Stenbolê re hatin şandin. Desteya Dîsîplînê ya Polîsan a Walîtiya Stenbolê ji bo dosyeya lêpirsîna dîsîplînî ya der barê A.E. de li hev civiya û di 28'ê Îlona 2017'an de biryara xwe daxuyand. Desteyê bi erêkirina Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn diyar kir ku A.E. sûcê dîsîplînê kiriye û di warê çekê de jî bê tevdîr tev geriyaye. Desteyê cezayê "24 mehan rawestandina pêşveçûyîna qademey" li polîs A.E. yê ku gule bera serê Hêlîna 12 salî da û ew kuşt birî. 
 
 'EV BIRYAR RÊ LI BER MIRINA HÊLÎNÊN DIN VEDIKE' 
 
Endamê Komîsyona Huqûqê ya Şaxa ÎHD'a Amedê û parêzerê Hêlîn Hasret Şenê Parêzer Abdûllah Zeytûn biryara hatiye dayîn nirxand. Zeytûn got ku bi awayekî zelal hatiye tespîtkirin ku A.E. Hêlînê kuştiye, lê belê cezayê hatiye birîn ne ceza ye, xelatkirin e. Zeytûn destnîşan kir ku di şert û mercên asayî de divê polîs bihata îxrackirin, lê belê biryara rawestandina qademeyê hatiye dayîn û ev biryar mînaka herî şênber a bêcezatiyê ye. Zeytûn bi lêv kir ku ev biryar rê li ber mirina Hêlînên din vedike. Zeytûn, got ku ji ber kesê ku Hêlînê kuştiye polîs e, dozger bi awayekî kêfî lêpirsîn bi derengî xistiye û lêpirsîneke çalak bi rê ve nebiriye. 
 
'JI BO POLÎS BÊ GIRTIN ME SERÎ LI DOZGERIYÊ DA' 
 
Dozgeriyê der barê lêprisîna ku zêdeyî 2 salan doman biryara nepeniyê dabû. Parêzer Zeytûn bertek nîşanî vê yekê de û diyar kir ku bi vî awayî beşdarbûyîna wan a lêpirsînê hatiye astengkirin. Zeytûn got ku wan serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye û daxwaza girtina polîsê gumanbar A.E. kiriye. Zeytûn got ku dema mirov tespîtên di raporan de esas digire, divê gumanbar demildest bê girtin û der barê wî de ji ber tawanbariya kuştina bi qesdî doz bê vekirin. 
 
MA - Denîz Tekin 
 
 

Sernavên din

21/01/2018
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2018'AN
08:52 KNK: Êrîşa li dijî Efrînê li dijî hemû Kurdistanê ye
08:29 PYD: Divê Amarîka û Rûsiya helwesta xwe zelal bikin
20/01/2018
23:28 Di bombebarana li hemberî Efrînê de: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan
23:09 Daxuyaniya DYA’yê ya der barê Efrînê de
21:37 DYA û Rûsya çima destûr dan TSK'ê ku êrîşî Efrînê bike?
20:28 Kobanê û Girê Spî ji bo Efrînê daketin qadan
20:06 Bîlgen: Li Helebçeyê jî Sûreya Enfalê xwendin û sivîl kuştin
20:00 Tevgerên Gel ên Navneteweyî: Serî hildin, Efrînê biparêzin
19:45 Li herema Bilbil a Efrinê şer derket
19:32 Wezîr Çavuşoglû: Me ji sedî 95 li hedefan xist
19:26 Rûsya: Me hêzên xwe ji Efrînê kişand
19:09 Kemalbay: Êrîşa li dijî Efrînê dê Tirkiye perçe bike
18:35 Piştî êrîşa hewayî dîplomasiyê dest pê kir
18:32 Balafirên TSK'ê li Efrînê herêmên sivîl hedef girtin: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan 13 kes birîndar bûn
17:35 Li dijî Efrînê êrîşên hewayî dest pê kir
16:57 ‘Li dijî rejîma OHAL’ê ji bo demokrasiyê têkoşîn’
16:36 ESP û SGDF'ê bertek nîşanî operasyonan dan
16:31 Rojnameger Ergul 5 roj in di binçavan de ye
16:10 Xebatkarên TV 10'ê: Hevalên me berdin
15:40 Girtîgeha Menemenê ya Tîpa R veguherandin 'navenda îşkenceyê'
15:36 Xwestin Gurbuz Topçu bê berdan
15:03 Malbatan aqûbeta Serokê HEP’ê yê JÎTEM'ê ew kuşt pirsîn
14:56 Dayikên Şemiyê: Mirin çiye ji vê qadê bipirsin
14:32 Rojnameger Suat Karagoz serbest berdan
14:23 Baydemîr: Efrîn ne bê xwedî ye
14:21 Serdozgeriyê serlêdana malbatan dîsa red kir
14:16 Di roja 438’emîn a Yukselê de 6 kes binçav kirin
14:06 Welatiyên Efrînî: Em dê heta dawî di ber xwe bidin
13:45 Gelê Reyhanliyê di nav tirsê de ye: Kes li me nafikire
12:59 Operasyona li dijî Efrinê li dijî ruhê Eşmeyê ye
12:26 Rojnameger Şerîfe Oruç sewqî Girtîgeha Xarpêtê kirin
11:46 Zarokên li wargehan wekî 'raza dewletê' hesibandin
11:30 Eşîrên Ereb li pişta Efrînê ne
11:27 Polîsan Rojnameger Suat Karagoz binçav kir
11:15 Navdarên cîhanê ji bo Efrînê dest bi kampanyayê kirin
11:11 Şirket ava bi jehrî dide gundiyan, Feyzîoglu parêzeriya şirketê dike
11:08 Wan di nava 81 bajaren de yekemîn e
10:43 Erkdarê paqijiyê tecawizê 3 xwendekaran kir
10:42 Waliyê Colemêrgê wekîl û hevşaredar ji protokolê derxist
10:14 Amediyan AKP hişyar kir: Ketina Efrînê heye lê derketin tune
10:01 'Li Akkuyuyê tenê bermahî man'
09:47 Oldar: Êrîşa goran li dijî exlaq û îslamê ye
09:28 ‘Pêwist bike girtî dê wek 12’ê Îlonê tazî derkevin dadgehê’
09:28 'Kesên rêzê nîşanî cenazeyan nedin ne misilman in'
09:27 Dozger 'Rifat kurê xalê min e' sûc dît
09:26 Tunç: Ji propagandaya li dijî Efrînê faşîzmê derket
09:26 Polîsê Helîna 12 salî kuşt hêj doz lê nehatiye vekirin
09:24 HDP dê kongreya xwe bike şahiya demokrasiyê
09:23 Aborîzan Arî: Aboriya heyî li ber şerê Efrînê xwe ranagire
09:22 Rêxistinên li Hatayê: Erdogan dê winda bike
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2018'AN
08:50 Li Eskîşehîrê qeza trafîkê: 13 kes mirin 42 kes birîndar bûn
19/01/2018
17:11 Osman Baydemîr hat berdan
17:05 Baroya Amedê Tahîr Elçî û Hrant Dînk bi bîr anî
16:47 Siyasetmedarê kurd Uysal ê li xerîbiyê jiyana xwe ji dest defin kirin
15:49 Hrant Dînk li cihê lê hat kuştin bi girseyî bi bîr tînin
15:25 Jinan bertek nîşanî îstîsmara zayendî dan: Bêdeng nemînin
15:07 Hevşaredarê Hezexê Aslan hat berdan
15:06 Rojnameger Ozlu 4 roj in di binçavan de ye
14:58 KCD: Li dijî şer û siyaseta rûxandinê, em li gel Efrînê bin
14:30 Rojnameger Karaagar bi bîr anîn: Em ê her dem meşaleya wan gûr bikin
14:26 Di çalakiya Yukselê de 4 kes hatin binçavkirin
14:15 Dînk di 11’emîn salvegera qatilkirina xwe de hat bibîranîn
14:15 Çapemeniya li dij Efrînê di hefteyekê de belav bû
13:49 ‘Sedema krîzên li herêmê nebûna hişmendiyek demokratîk e’
13:42 'Bi ruhê Kobanê li Efrînê xwedî derkevin'
13:35 Pekoz: Operasyona Efrinê dê dawiya AKP’ê bîne
13:31 KESK: Derbeya AKP’ê ji derbeya leşkerî ne kêmtir e
13:29 Kongreya Tevgera Azadî destpê kir
12:40 Di 'Doza KCK'ê ya Çapemeniyê' de parêzer ji salonê derxistin
12:34 'Bi ruhê serhildana Kobanê em ê ji bo Efrînê dakevin kolanan'
12:18 Malbata Ocalan cara 60’emîn serî li dozgeriyê da
12:10 ‘Êrîşa li dijî goristanan ji bo kesên mayî gef e’
12:01 Serdozger: Me cilên yek tîp şandin Girtîgeha Amedê
11:49 Otobusa rêwiyan di newalê werbû: 6 kes mirin 24 kes birîndar bûn
11:45 Êdî xwarina penêrê Wanê luks e!
11:12 Li ser îxbara derew bav hepsî malê kirin
11:08 Pispora Medya Arsan: Manşet bi fermana Enqereyê tên avêtin
11:07 Înîsîyatîfa Li Dijî OHAL'ê: Em bi hev re dengên xwe bilind bikin
10:57 ‘Destwerdana li dijî Efrînê dê çareseriyê asteng bike’
10:25 ‘Zarokên me kefen jî li xwe bikin, dê kincên yek tîpî qebûl nekin’
10:24 Şener: Erdogan bi MHP’yê dileyize, pêşiya CHP’ye digire, HDP’yê jî ditepisîne
10:23 ‘Yekîtiya neteweyî dê pirsgirêkên kurdan çareser bike’
10:22 Gelê Rihayê berxwedana Kobanê bi bîr xistin
10:02 ‘Di OHAL’ê de her tişt qedexe ye, lê tiryak û fihûş serbest e'
10:00 Dîmenên îşkenceyê şandin û pere xwestin
09:59 Arkeolog Ozar: Tişta li Sûrê tê kirin ne texrîbat qirkirin e
09:58 Dayîka girtiyan bertek nîşanî kincên yek tîpî dan
09:49 ‘Yên vê operasyonê bikin dê wek Îsraîlê bibin dagirker’
09:47 Êrîşa li dijî goran li dijî wîcdan û aqilan e
09:47 Nikarin êm bikirin sewalên xwe bi gûniyan xwedî dikin
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2018'AN
18/01/2018
19:50 Dema Rewşa Awarte 3 mehên din jî hat dirêjkirin
16:59 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat redkirin
16:33 Rojnameger Durgut serbest berdan
16:23 Ji ber ku Yilmaz SEGBÎS red kir doza wî taloq kirin
16:09 Girtiyên doza Nisêbînê: Xweserî jiyana hevpar a gelan e
15:45 FEDA, CÎK û NAV-YEK: Li Efrînê xwedi derkevin
15:22 Egîtîm Senê bertek nîşanî binçavkirinan da