Polîsê Helîna 12 salî kuşt hêj doz lê nehatiye vekirin 2018-01-20 09:26:08 AMED - Polîsê A.E. yê li Sûra Amedê hêlîna 12 salî kuşt, hêj der barê wî de doz nehatiye vekirin. Desteya Dîsîplînê ya Polîsan a Walîtiya Stenbolê, li polîs A.E. yê Hêlîn kuşt 24 meh cezayê rawestandina qademeyê birî.  Li Sûra Amedê di dema qedexeya derketina kolanan di 12'ê Cotmeha 2015'an de, dema Hêlîn Hasret Şen a 12 salî ji bo nan bikire derket derve li Taxa Fatîhpaşayê bi guleyeke ku ji wesayîta Kobra ya polîsan hat û li ser wê ket mir. Piştî 2 salan şûn de lêpirsîna dîsîplînê ya têkildarî bûyerê bi encam bû. Waliyê Amedê yê wê demê Huseyîn Aksoy têkildarî mirina Hêlînê, di 30'yê Cotmeha 2015'an de nivîsek ji Wezareta Karên Hundurîn re şand û xwest mufetîş bên şandin. Di nivîsê de lêkolînên dîmenên kamerya Cobra 11 a li hemberî kuçeya ku Hêlînê lê hat kuştin cih girtin û hat destnîşan kirin ku li kuçeyê çalakî, xendek û barîqat nehatine tespîtkirin. Hat derpêşkirin ku dema dîmenên wesayîtê, raporên Muduriyeta Şaxa Lêkolînên Cihê Bûyerê û belgeyên din bi hevdu re tên lêkolînkirin, kêliya ku gule li Hêlînê dikeve nayê dîtin. Lê belê di nivîsê de tê diyarkirin ku li gor agahî û belgeyên hatin bidestxistin, dibe ku bi guleya çeka polîsê bi navê A.E. ku di Cobra 11'yê de çekdar bû miribe. Di nivîsê de hat diyarkirin ku ji bo lêpirsînkirina dîsîplînê ya der barê A.E. de pêdivî bi agahî û teknîka mufetîşan heye û heke Sermufetîşên Polîsan bên peywirdarkirin wê baş be.    NE CEZA, TU DIBÊ QEY HAT XELATKIRIN!    Li ser vê yekê Serokatiya Desteya Teftîşê ya Muduriyeta Giştî ya Emniyetê, ji bo lêpirsîna dîsîplînê ya der barê polîsê bi navê A.E. yê Hêlînê kuşt de, 3 sermufetîşên polîs pewyirdar kirin. Mufetîş di 21'ê Tebaxa 2017'an de rapora der barê A.E. de temam kirin. Lê belê dema lêpirsîn didomiya tayîna A.E. derket Stenbolê û li ser vê rapor ji Walîtiya Stenbolê re hatin şandin. Desteya Dîsîplînê ya Polîsan a Walîtiya Stenbolê ji bo dosyeya lêpirsîna dîsîplînî ya der barê A.E. de li hev civiya û di 28'ê Îlona 2017'an de biryara xwe daxuyand. Desteyê bi erêkirina Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn diyar kir ku A.E. sûcê dîsîplînê kiriye û di warê çekê de jî bê tevdîr tev geriyaye. Desteyê cezayê "24 mehan rawestandina pêşveçûyîna qademey" li polîs A.E. yê ku gule bera serê Hêlîna 12 salî da û ew kuşt birî.     'EV BIRYAR RÊ LI BER MIRINA HÊLÎNÊN DIN VEDIKE'    Endamê Komîsyona Huqûqê ya Şaxa ÎHD'a Amedê û parêzerê Hêlîn Hasret Şenê Parêzer Abdûllah Zeytûn biryara hatiye dayîn nirxand. Zeytûn got ku bi awayekî zelal hatiye tespîtkirin ku A.E. Hêlînê kuştiye, lê belê cezayê hatiye birîn ne ceza ye, xelatkirin e. Zeytûn destnîşan kir ku di şert û mercên asayî de divê polîs bihata îxrackirin, lê belê biryara rawestandina qademeyê hatiye dayîn û ev biryar mînaka herî şênber a bêcezatiyê ye. Zeytûn bi lêv kir ku ev biryar rê li ber mirina Hêlînên din vedike. Zeytûn, got ku ji ber kesê ku Hêlînê kuştiye polîs e, dozger bi awayekî kêfî lêpirsîn bi derengî xistiye û lêpirsîneke çalak bi rê ve nebiriye.    'JI BO POLÎS BÊ GIRTIN ME SERÎ LI DOZGERIYÊ DA'    Dozgeriyê der barê lêprisîna ku zêdeyî 2 salan doman biryara nepeniyê dabû. Parêzer Zeytûn bertek nîşanî vê yekê de û diyar kir ku bi vî awayî beşdarbûyîna wan a lêpirsînê hatiye astengkirin. Zeytûn got ku wan serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye û daxwaza girtina polîsê gumanbar A.E. kiriye. Zeytûn got ku dema mirov tespîtên di raporan de esas digire, divê gumanbar demildest bê girtin û der barê wî de ji ber tawanbariya kuştina bi qesdî doz bê vekirin.    MA - Denîz Tekin