KESK: Derbeya AKP’ê ji derbeya leşkerî ne kêmtir e

  • rojane
  • 13:31 19 Çile 2018
  • |
img

ENQERE – Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, rapora binpêkirinên mafan a der barê OHAL'ê de parve kir, da zanîn ku derbeya AKP'ê ya sivîl, di dîroka komarê de ji derbeyên leşkerî ne kêmtir e.

Konfederasyoan Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), rapora binpêkirinên mafan piştî derbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê amade kir, ji raya giştî re parve kir. Civîna li Navenda Giştî ya Tun Bel-Senê pêk hat de, hevserokên giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk û Aysun Gezen, sendîkayên girêdayê konfederasyonê jî amade bûn. 
 
Bozgeyîk diyar kir ku cara 6'emîn e OHAL hatiye dirêj kirin û ev tişt got: "AKP hebûn û desthilatdariya xwe bi OHAL'ê ve girêdaye. OHAL ji bo AKP tupê oksîşenê ye." 
 
Bozgeyîk aşkera kir ku derbeya AKP'ê di dîroka komarê de ji derbeyên leşkerî ne kêmtir e, bi OHAL'ê re hemû hêzên rêxistinkirî, muxalîf kirine armanca êrîşan û ev tişt anî ziman: "AKP heta niha hemû derbeyên berê li gorî xwe sererast kir û pêk anî. Bi pêkanînên derveyê hiqûqê, rêxistinên sendîkayî azadî û mafên ku hatibûn bi dest xistin, ji holê rakir."
 
‘BI 31 KHKAN 116 HEZAR Û 296 KES ÎXRAC KIRIN’
 
Bozgeyîk destnîşan kir ku ji 15'ê Tîrmeha 2015'an vir ve 31 Biryarên Di Hukmê Qanûnê De (KHK) derxistine, 116 hezar û 296 peywirdarên cemaweriyê îxrac kirine û ev tişt got: "Sendîkayên girêdayê KESK'ê bi salan di bin zextên FETO'yê de bûn, ji 20'ê Tîrmeha 2016'an vir ve, di çarçoveya Lijneya Dîsîplîna Bilind (YDK) de, 4 hezar û 312 kedkarên cemaweriyê îxrac kirin. Bi biryarên dadgehê pir kêm kes (94) endam vegeriyan karê xwe, hêj 4 hezar û 218 endamên KESK'ê, ji karên xwe dûrin. Piştî OHAL'ê 102 endamên KESK'ê bi biryara Lijneya Dîsîplîna Bilind, ji kar îxrac kirin."
 
‘11 HEZAR Û 329 ENDAMÊN KESK’Ê JI KAR DÛR XISTIN’
 
Bozgeyîk da zanîn ku di pêvajoya OHAL'ê de, li Amed, Wan, Êlih, Semsûr, Hatay, Mêrdîn û Dêrsimê, bi girseyî hevalên wan ji kar avêtine, ji 20'ê Tîmrheha 2016'an vir ve 11 hezar û 329 endamên wan ji kar dûr xistine û wiha pê de çû: "Di pêvajoya daraz û têkoşîna ku hat dayîn de, kesên ji kar durxistin vegeriyan karê xwe, hêj 240 endamên KESK'ê negirtine kar."
 
BI SEDAN SAZIYÊN ÇAPEMENIYÊ GIRTIN
 
Bozgeyîk bi lêv kir ku di vê pêvajoyê de 140 saziyên çapemeniyê hatine girtin, qasî 113 hezar kedkar îxrac kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi sedan komele, zanîngehên weqfê, rojname, TV, radyo, ajansên nûçeyan, weşanxane, kanalên belavkirinê, sendîka, konfederasyon, saziyên tenduristiyê yên taybet û kursên hîndekarî yên taybet hatin girtin, dest danîn ser berhemên wan. Bi hezaran kes têkiliya wan bi xwendekariyê re qut kirin."
 
‘HIYANA NURIYE Û SEMÎH DI XETERÊ DE YE’
 
Bozgeyîk bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça jî û ev tişt anî ziman: "Ruxmê hemû serlêdan, çalakî û xwepêşandanan, 316 roj e hêj karê wan radestî wan nekirine. Ji ber vê her ku diçe jiyana wan dikeve xetereyê. Komîsyon dosyayê wan nagire dest û li gorî daxwaza desthilatdariyê tev digere."
 
‘ENDAMÊN KESK'Ê SIRGÛN KIRIN’
 
Bozgeyîk derbirî ku endamên KESK'ê yên nehatine îxrackirin, sirgûn kirine, hezar û 190 kargeh, bi giştî hezar û 267 endamên KESK'ê sirgûnî Çorum, Yozgat, Erzirom û Osmaniyeyê kirine û wiha axivî: "Hin hevjînên hev bi hev re sirgûnî cihên cuda cuda kirin. Hêj 77 endamên KESK'ê sirgûnê deverên cuda kirine." Bozgeyîk destnîşan kir ku hezar û 200 endamên KESK'ê di girtîgehê de ne, ev jî wekî îhlalkirina azadiyê pênase kir û der barê mobîng û qezayên kar de jî ev agahî da: "Li qadên cemaweriyê û sektorên taybet de ewlehiya kar tune. Ji ber wê cinayetê karkeran zêde dibin."
 
Bozgeyîk herî dawî got ku dê OHAL û KHK biçin, ew ê bi berxwedana xwe bimînin.

Sernavên din

21/01/2018
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2018'AN
08:52 KNK: Êrîşa li dijî Efrînê li dijî hemû Kurdistanê ye
08:29 PYD: Divê Amarîka û Rûsiya helwesta xwe zelal bikin
20/01/2018
23:28 Di bombebarana li hemberî Efrînê de: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan
23:09 Daxuyaniya DYA’yê ya der barê Efrînê de
21:37 DYA û Rûsya çima destûr dan TSK'ê ku êrîşî Efrînê bike?
20:28 Kobanê û Girê Spî ji bo Efrînê daketin qadan
20:06 Bîlgen: Li Helebçeyê jî Sûreya Enfalê xwendin û sivîl kuştin
20:00 Tevgerên Gel ên Navneteweyî: Serî hildin, Efrînê biparêzin
19:45 Li herema Bilbil a Efrinê şer derket
19:32 Wezîr Çavuşoglû: Me ji sedî 95 li hedefan xist
19:26 Rûsya: Me hêzên xwe ji Efrînê kişand
19:09 Kemalbay: Êrîşa li dijî Efrînê dê Tirkiye perçe bike
18:35 Piştî êrîşa hewayî dîplomasiyê dest pê kir
18:32 Balafirên TSK'ê li Efrînê herêmên sivîl hedef girtin: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan 13 kes birîndar bûn
17:35 Li dijî Efrînê êrîşên hewayî dest pê kir
16:57 ‘Li dijî rejîma OHAL’ê ji bo demokrasiyê têkoşîn’
16:36 ESP û SGDF'ê bertek nîşanî operasyonan dan
16:31 Rojnameger Ergul 5 roj in di binçavan de ye
16:10 Xebatkarên TV 10'ê: Hevalên me berdin
15:40 Girtîgeha Menemenê ya Tîpa R veguherandin 'navenda îşkenceyê'
15:36 Xwestin Gurbuz Topçu bê berdan
15:03 Malbatan aqûbeta Serokê HEP’ê yê JÎTEM'ê ew kuşt pirsîn
14:56 Dayikên Şemiyê: Mirin çiye ji vê qadê bipirsin
14:32 Rojnameger Suat Karagoz serbest berdan
14:23 Baydemîr: Efrîn ne bê xwedî ye
14:21 Serdozgeriyê serlêdana malbatan dîsa red kir
14:16 Di roja 438’emîn a Yukselê de 6 kes binçav kirin
14:06 Welatiyên Efrînî: Em dê heta dawî di ber xwe bidin
13:45 Gelê Reyhanliyê di nav tirsê de ye: Kes li me nafikire
12:59 Operasyona li dijî Efrinê li dijî ruhê Eşmeyê ye
12:26 Rojnameger Şerîfe Oruç sewqî Girtîgeha Xarpêtê kirin
11:46 Zarokên li wargehan wekî 'raza dewletê' hesibandin
11:30 Eşîrên Ereb li pişta Efrînê ne
11:27 Polîsan Rojnameger Suat Karagoz binçav kir
11:15 Navdarên cîhanê ji bo Efrînê dest bi kampanyayê kirin
11:11 Şirket ava bi jehrî dide gundiyan, Feyzîoglu parêzeriya şirketê dike
11:08 Wan di nava 81 bajaren de yekemîn e
10:43 Erkdarê paqijiyê tecawizê 3 xwendekaran kir
10:42 Waliyê Colemêrgê wekîl û hevşaredar ji protokolê derxist
10:14 Amediyan AKP hişyar kir: Ketina Efrînê heye lê derketin tune
10:01 'Li Akkuyuyê tenê bermahî man'
09:47 Oldar: Êrîşa goran li dijî exlaq û îslamê ye
09:28 ‘Pêwist bike girtî dê wek 12’ê Îlonê tazî derkevin dadgehê’
09:28 'Kesên rêzê nîşanî cenazeyan nedin ne misilman in'
09:27 Dozger 'Rifat kurê xalê min e' sûc dît
09:26 Tunç: Ji propagandaya li dijî Efrînê faşîzmê derket
09:26 Polîsê Helîna 12 salî kuşt hêj doz lê nehatiye vekirin
09:24 HDP dê kongreya xwe bike şahiya demokrasiyê
09:23 Aborîzan Arî: Aboriya heyî li ber şerê Efrînê xwe ranagire
09:22 Rêxistinên li Hatayê: Erdogan dê winda bike
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2018'AN
08:50 Li Eskîşehîrê qeza trafîkê: 13 kes mirin 42 kes birîndar bûn
19/01/2018
17:11 Osman Baydemîr hat berdan
17:05 Baroya Amedê Tahîr Elçî û Hrant Dînk bi bîr anî
16:47 Siyasetmedarê kurd Uysal ê li xerîbiyê jiyana xwe ji dest defin kirin
15:49 Hrant Dînk li cihê lê hat kuştin bi girseyî bi bîr tînin
15:25 Jinan bertek nîşanî îstîsmara zayendî dan: Bêdeng nemînin
15:07 Hevşaredarê Hezexê Aslan hat berdan
15:06 Rojnameger Ozlu 4 roj in di binçavan de ye
14:58 KCD: Li dijî şer û siyaseta rûxandinê, em li gel Efrînê bin
14:30 Rojnameger Karaagar bi bîr anîn: Em ê her dem meşaleya wan gûr bikin
14:26 Di çalakiya Yukselê de 4 kes hatin binçavkirin
14:15 Dînk di 11’emîn salvegera qatilkirina xwe de hat bibîranîn
14:15 Çapemeniya li dij Efrînê di hefteyekê de belav bû
13:49 ‘Sedema krîzên li herêmê nebûna hişmendiyek demokratîk e’
13:42 'Bi ruhê Kobanê li Efrînê xwedî derkevin'
13:35 Pekoz: Operasyona Efrinê dê dawiya AKP’ê bîne
13:31 KESK: Derbeya AKP’ê ji derbeya leşkerî ne kêmtir e
13:29 Kongreya Tevgera Azadî destpê kir
12:40 Di 'Doza KCK'ê ya Çapemeniyê' de parêzer ji salonê derxistin
12:34 'Bi ruhê serhildana Kobanê em ê ji bo Efrînê dakevin kolanan'
12:18 Malbata Ocalan cara 60’emîn serî li dozgeriyê da
12:10 ‘Êrîşa li dijî goristanan ji bo kesên mayî gef e’
12:01 Serdozger: Me cilên yek tîp şandin Girtîgeha Amedê
11:49 Otobusa rêwiyan di newalê werbû: 6 kes mirin 24 kes birîndar bûn
11:45 Êdî xwarina penêrê Wanê luks e!
11:12 Li ser îxbara derew bav hepsî malê kirin
11:08 Pispora Medya Arsan: Manşet bi fermana Enqereyê tên avêtin
11:07 Înîsîyatîfa Li Dijî OHAL'ê: Em bi hev re dengên xwe bilind bikin
10:57 ‘Destwerdana li dijî Efrînê dê çareseriyê asteng bike’
10:25 ‘Zarokên me kefen jî li xwe bikin, dê kincên yek tîpî qebûl nekin’
10:24 Şener: Erdogan bi MHP’yê dileyize, pêşiya CHP’ye digire, HDP’yê jî ditepisîne
10:23 ‘Yekîtiya neteweyî dê pirsgirêkên kurdan çareser bike’
10:22 Gelê Rihayê berxwedana Kobanê bi bîr xistin
10:02 ‘Di OHAL’ê de her tişt qedexe ye, lê tiryak û fihûş serbest e'
10:00 Dîmenên îşkenceyê şandin û pere xwestin
09:59 Arkeolog Ozar: Tişta li Sûrê tê kirin ne texrîbat qirkirin e
09:58 Dayîka girtiyan bertek nîşanî kincên yek tîpî dan
09:49 ‘Yên vê operasyonê bikin dê wek Îsraîlê bibin dagirker’
09:47 Êrîşa li dijî goran li dijî wîcdan û aqilan e
09:47 Nikarin êm bikirin sewalên xwe bi gûniyan xwedî dikin
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2018'AN
18/01/2018
19:50 Dema Rewşa Awarte 3 mehên din jî hat dirêjkirin
16:59 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat redkirin
16:33 Rojnameger Durgut serbest berdan
16:23 Ji ber ku Yilmaz SEGBÎS red kir doza wî taloq kirin
16:09 Girtiyên doza Nisêbînê: Xweserî jiyana hevpar a gelan e
15:45 FEDA, CÎK û NAV-YEK: Li Efrînê xwedi derkevin
15:22 Egîtîm Senê bertek nîşanî binçavkirinan da