KESK: Derbeya AKP’ê ji derbeya leşkerî ne kêmtir e 2018-01-19 13:31:03 ENQERE – Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, rapora binpêkirinên mafan a der barê OHAL'ê de parve kir, da zanîn ku derbeya AKP'ê ya sivîl, di dîroka komarê de ji derbeyên leşkerî ne kêmtir e. Konfederasyoan Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), rapora binpêkirinên mafan piştî derbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê amade kir, ji raya giştî re parve kir. Civîna li Navenda Giştî ya Tun Bel-Senê pêk hat de, hevserokên giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk û Aysun Gezen, sendîkayên girêdayê konfederasyonê jî amade bûn.    Bozgeyîk diyar kir ku cara 6'emîn e OHAL hatiye dirêj kirin û ev tişt got: "AKP hebûn û desthilatdariya xwe bi OHAL'ê ve girêdaye. OHAL ji bo AKP tupê oksîşenê ye."    Bozgeyîk aşkera kir ku derbeya AKP'ê di dîroka komarê de ji derbeyên leşkerî ne kêmtir e, bi OHAL'ê re hemû hêzên rêxistinkirî, muxalîf kirine armanca êrîşan û ev tişt anî ziman: "AKP heta niha hemû derbeyên berê li gorî xwe sererast kir û pêk anî. Bi pêkanînên derveyê hiqûqê, rêxistinên sendîkayî azadî û mafên ku hatibûn bi dest xistin, ji holê rakir."   ‘BI 31 KHKAN 116 HEZAR Û 296 KES ÎXRAC KIRIN’   Bozgeyîk destnîşan kir ku ji 15'ê Tîrmeha 2015'an vir ve 31 Biryarên Di Hukmê Qanûnê De (KHK) derxistine, 116 hezar û 296 peywirdarên cemaweriyê îxrac kirine û ev tişt got: "Sendîkayên girêdayê KESK'ê bi salan di bin zextên FETO'yê de bûn, ji 20'ê Tîrmeha 2016'an vir ve, di çarçoveya Lijneya Dîsîplîna Bilind (YDK) de, 4 hezar û 312 kedkarên cemaweriyê îxrac kirin. Bi biryarên dadgehê pir kêm kes (94) endam vegeriyan karê xwe, hêj 4 hezar û 218 endamên KESK'ê, ji karên xwe dûrin. Piştî OHAL'ê 102 endamên KESK'ê bi biryara Lijneya Dîsîplîna Bilind, ji kar îxrac kirin."   ‘11 HEZAR Û 329 ENDAMÊN KESK’Ê JI KAR DÛR XISTIN’   Bozgeyîk da zanîn ku di pêvajoya OHAL'ê de, li Amed, Wan, Êlih, Semsûr, Hatay, Mêrdîn û Dêrsimê, bi girseyî hevalên wan ji kar avêtine, ji 20'ê Tîmrheha 2016'an vir ve 11 hezar û 329 endamên wan ji kar dûr xistine û wiha pê de çû: "Di pêvajoya daraz û têkoşîna ku hat dayîn de, kesên ji kar durxistin vegeriyan karê xwe, hêj 240 endamên KESK'ê negirtine kar."   BI SEDAN SAZIYÊN ÇAPEMENIYÊ GIRTIN   Bozgeyîk bi lêv kir ku di vê pêvajoyê de 140 saziyên çapemeniyê hatine girtin, qasî 113 hezar kedkar îxrac kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi sedan komele, zanîngehên weqfê, rojname, TV, radyo, ajansên nûçeyan, weşanxane, kanalên belavkirinê, sendîka, konfederasyon, saziyên tenduristiyê yên taybet û kursên hîndekarî yên taybet hatin girtin, dest danîn ser berhemên wan. Bi hezaran kes têkiliya wan bi xwendekariyê re qut kirin."   ‘HIYANA NURIYE Û SEMÎH DI XETERÊ DE YE’   Bozgeyîk bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça jî û ev tişt anî ziman: "Ruxmê hemû serlêdan, çalakî û xwepêşandanan, 316 roj e hêj karê wan radestî wan nekirine. Ji ber vê her ku diçe jiyana wan dikeve xetereyê. Komîsyon dosyayê wan nagire dest û li gorî daxwaza desthilatdariyê tev digere."   ‘ENDAMÊN KESK'Ê SIRGÛN KIRIN’   Bozgeyîk derbirî ku endamên KESK'ê yên nehatine îxrackirin, sirgûn kirine, hezar û 190 kargeh, bi giştî hezar û 267 endamên KESK'ê sirgûnî Çorum, Yozgat, Erzirom û Osmaniyeyê kirine û wiha axivî: "Hin hevjînên hev bi hev re sirgûnî cihên cuda cuda kirin. Hêj 77 endamên KESK'ê sirgûnê deverên cuda kirine." Bozgeyîk destnîşan kir ku hezar û 200 endamên KESK'ê di girtîgehê de ne, ev jî wekî îhlalkirina azadiyê pênase kir û der barê mobîng û qezayên kar de jî ev agahî da: "Li qadên cemaweriyê û sektorên taybet de ewlehiya kar tune. Ji ber wê cinayetê karkeran zêde dibin."   Bozgeyîk herî dawî got ku dê OHAL û KHK biçin, ew ê bi berxwedana xwe bimînin.