Înîsîyatîfa Li Dijî OHAL'ê: Em bi hev re dengên xwe bilind bikin

  • rojane
  • 11:07 19 Çile 2018
  • |
img

ENQERE - Endama Însîyatîfa Li Dijî OHAL'ê Zelal Demîr, diyar kir ku bi OHAL'ê re pêşî li çek girtinê vekirin û got: "Dibe ku em şevekê di nava kuçeyê de bên gulebarankirin. Divê em bên gel hev û dengê xwe bilind bikin."

Îktidara AKP'e di 18'ê Çile de careke din Rewşa Awarte (OHAL) dirêj kir. Înîsîyatîfa Li Dijî OHAL'ê, bertek nîşanî dirêjkirina OHAL'ê da û banga bilindkirina têkoşînê kir. Endama Înîsîyatîfa ku akademîsyen, rojnameger, parastvanên mafên mirovan, hiqûqnas û berdevkên partiyên siyasî têde cih digirin Zelal Demîr, diyar kir ku bi OHAL'ê re demek dirêj e binpêkirinên mafan zêde bûne û hiqûq ji holê rakirine.
 
'PIRSGIRÊKA BINGEHÎN A TIRKIYEYÊ OHAL E'
 
Demîr destnîşan kir ku rejîm dixwaze welat bi OHAL'ê bi rêve bibe, şeklê rêvebirinê jî wekî ku her tişt bi "asayî ye" didin nîşan û wiha axivî: "Lê em dizanin ku ev ne wisa ye. Ev di jiyana rojane de bi zelalî xwe dide nîşan. OHAL'a hatiye dirêjkirin û KHK'a ku derxistine em pêkanînên wan dibînin. Ji ber wê jî pirsgirêka bingehîn a li Tirkiyeyê ew e, bi OHAL'ê tê bi rêvebirin. Divê em bi vê şiyarê bên gel hev, li dijî OHAL'ê tê bikoşin." Demîr got ku divê li dijî OHAL'ê hêj dengekî zêde derkeve û bal kişand ser KHK'ên ku derxistine û ev tişt anî ziman: "Gelek mirov mexdûr kirin. Di şevekê de bi KHK'an mirov ji kar avêtin."
 
'HEWLDANA DERBEYÊ KIRIN HINCET'
 
Demîr da zanîn ku bi KHK'an daxwazên civakê ditepisînin û wiha got: "Hem tişta ku dixwazin bi KHK'an paşve dixin, hem jî nerazîbûnên li dijî van didin rawestandin. Hewldana derbeyê kirin hincet, gelek qanûn guhertin." Demîr destnîşan kir ku dibe ku dişevekê de di nava kuçeyan de bên kuştin jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi rêya KHK'an mirovên sivî bi çek kirin. Bi sererastkirinên wekî 'cilên yek tîp' û 'muafyeta darazê', dê encamên giran bi xwe re bînin. Ev sererastkirin pêşî li çek kirina sivîlan vedike. Em tenê ji karê xwe nebûn, bi van KHK'an dibe ku em di nava kuçeyan de bên kuştin jî. Dê di vî warî de darizandin pêk bê an na, em nizanin. Bi van hemû tiştî re pergaleke dijî hiqûqê anîn."
 
'BI OHAL'E RE ÊRÎŞEN LI DIJÎ JINAN ZÊDE BÛN'
 
Demîr anî ziman ku bi OHAL'ê re raste rast êrîşê li dijî jinan zêde bûn û axaftina xwe wiha dewam kir: "Jinên di civaka me de jiyanê gelekî ji paşve dest pê dikin û divê li dijî vê li her qadê têkoşîn bê meşandin. Ji bo jin azadiya xwe bi dest bixe, di warê aborî de xwe bi piş bixe, di pêvajoyeke zehmet re derbas dibe. Bi vî warî de bi OHAL'ê re jin du caran tên mexdûrkirin. Jinên bi têkoşîneke mezin û şertên zehmet de karek bi dest xistibe, di şevekê de bi rêya KHK'ê karê xwe winda dike. Ji ber wê jî ew qada ku li ser wê ferz kirine, careke din wê dişînin wir. Dixwazin di malê de hepis bikin."
 
'CIVAK BI VÎ ŞEKLÎ JIYAYÊ DEWAM DIKE'
 
Demîr rapora saziya navenda wê li Amerîkayê Freedom Hause ku gotibû Tirkiye ne azad e û fikarên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên der barê Tirkiyeyê de jî bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Piştî derbeya 80'ê jî Tirkiye di vê raporê de ket lîsteya welatên nîv azad. Lê bi OHAL'ê re di nava welatê qet azad nîne de cih digire. Ev pirsgirêkeke mezin e. Ev tescîlkirina bê hiqûqiyên li Tirkiyeyê ye. Civak bi vî şeklî nikare bijî. Divê em bên gel hev û dengê xwe bilind bikin."
 
MA / Dîren Yurtsever

Sernavên din

21/01/2018
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2018'AN
08:52 KNK: Êrîşa li dijî Efrînê li dijî hemû Kurdistanê ye
08:29 PYD: Divê Amarîka û Rûsiya helwesta xwe zelal bikin
20/01/2018
23:28 Di bombebarana li hemberî Efrînê de: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan
23:09 Daxuyaniya DYA’yê ya der barê Efrînê de
21:37 DYA û Rûsya çima destûr dan TSK'ê ku êrîşî Efrînê bike?
20:28 Kobanê û Girê Spî ji bo Efrînê daketin qadan
20:06 Bîlgen: Li Helebçeyê jî Sûreya Enfalê xwendin û sivîl kuştin
20:00 Tevgerên Gel ên Navneteweyî: Serî hildin, Efrînê biparêzin
19:45 Li herema Bilbil a Efrinê şer derket
19:32 Wezîr Çavuşoglû: Me ji sedî 95 li hedefan xist
19:26 Rûsya: Me hêzên xwe ji Efrînê kişand
19:09 Kemalbay: Êrîşa li dijî Efrînê dê Tirkiye perçe bike
18:35 Piştî êrîşa hewayî dîplomasiyê dest pê kir
18:32 Balafirên TSK'ê li Efrînê herêmên sivîl hedef girtin: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan 13 kes birîndar bûn
17:35 Li dijî Efrînê êrîşên hewayî dest pê kir
16:57 ‘Li dijî rejîma OHAL’ê ji bo demokrasiyê têkoşîn’
16:36 ESP û SGDF'ê bertek nîşanî operasyonan dan
16:31 Rojnameger Ergul 5 roj in di binçavan de ye
16:10 Xebatkarên TV 10'ê: Hevalên me berdin
15:40 Girtîgeha Menemenê ya Tîpa R veguherandin 'navenda îşkenceyê'
15:36 Xwestin Gurbuz Topçu bê berdan
15:03 Malbatan aqûbeta Serokê HEP’ê yê JÎTEM'ê ew kuşt pirsîn
14:56 Dayikên Şemiyê: Mirin çiye ji vê qadê bipirsin
14:32 Rojnameger Suat Karagoz serbest berdan
14:23 Baydemîr: Efrîn ne bê xwedî ye
14:21 Serdozgeriyê serlêdana malbatan dîsa red kir
14:16 Di roja 438’emîn a Yukselê de 6 kes binçav kirin
14:06 Welatiyên Efrînî: Em dê heta dawî di ber xwe bidin
13:45 Gelê Reyhanliyê di nav tirsê de ye: Kes li me nafikire
12:59 Operasyona li dijî Efrinê li dijî ruhê Eşmeyê ye
12:26 Rojnameger Şerîfe Oruç sewqî Girtîgeha Xarpêtê kirin
11:46 Zarokên li wargehan wekî 'raza dewletê' hesibandin
11:30 Eşîrên Ereb li pişta Efrînê ne
11:27 Polîsan Rojnameger Suat Karagoz binçav kir
11:15 Navdarên cîhanê ji bo Efrînê dest bi kampanyayê kirin
11:11 Şirket ava bi jehrî dide gundiyan, Feyzîoglu parêzeriya şirketê dike
11:08 Wan di nava 81 bajaren de yekemîn e
10:43 Erkdarê paqijiyê tecawizê 3 xwendekaran kir
10:42 Waliyê Colemêrgê wekîl û hevşaredar ji protokolê derxist
10:14 Amediyan AKP hişyar kir: Ketina Efrînê heye lê derketin tune
10:01 'Li Akkuyuyê tenê bermahî man'
09:47 Oldar: Êrîşa goran li dijî exlaq û îslamê ye
09:28 ‘Pêwist bike girtî dê wek 12’ê Îlonê tazî derkevin dadgehê’
09:28 'Kesên rêzê nîşanî cenazeyan nedin ne misilman in'
09:27 Dozger 'Rifat kurê xalê min e' sûc dît
09:26 Tunç: Ji propagandaya li dijî Efrînê faşîzmê derket
09:26 Polîsê Helîna 12 salî kuşt hêj doz lê nehatiye vekirin
09:24 HDP dê kongreya xwe bike şahiya demokrasiyê
09:23 Aborîzan Arî: Aboriya heyî li ber şerê Efrînê xwe ranagire
09:22 Rêxistinên li Hatayê: Erdogan dê winda bike
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2018'AN
08:50 Li Eskîşehîrê qeza trafîkê: 13 kes mirin 42 kes birîndar bûn
19/01/2018
17:11 Osman Baydemîr hat berdan
17:05 Baroya Amedê Tahîr Elçî û Hrant Dînk bi bîr anî
16:47 Siyasetmedarê kurd Uysal ê li xerîbiyê jiyana xwe ji dest defin kirin
15:49 Hrant Dînk li cihê lê hat kuştin bi girseyî bi bîr tînin
15:25 Jinan bertek nîşanî îstîsmara zayendî dan: Bêdeng nemînin
15:07 Hevşaredarê Hezexê Aslan hat berdan
15:06 Rojnameger Ozlu 4 roj in di binçavan de ye
14:58 KCD: Li dijî şer û siyaseta rûxandinê, em li gel Efrînê bin
14:30 Rojnameger Karaagar bi bîr anîn: Em ê her dem meşaleya wan gûr bikin
14:26 Di çalakiya Yukselê de 4 kes hatin binçavkirin
14:15 Dînk di 11’emîn salvegera qatilkirina xwe de hat bibîranîn
14:15 Çapemeniya li dij Efrînê di hefteyekê de belav bû
13:49 ‘Sedema krîzên li herêmê nebûna hişmendiyek demokratîk e’
13:42 'Bi ruhê Kobanê li Efrînê xwedî derkevin'
13:35 Pekoz: Operasyona Efrinê dê dawiya AKP’ê bîne
13:31 KESK: Derbeya AKP’ê ji derbeya leşkerî ne kêmtir e
13:29 Kongreya Tevgera Azadî destpê kir
12:40 Di 'Doza KCK'ê ya Çapemeniyê' de parêzer ji salonê derxistin
12:34 'Bi ruhê serhildana Kobanê em ê ji bo Efrînê dakevin kolanan'
12:18 Malbata Ocalan cara 60’emîn serî li dozgeriyê da
12:10 ‘Êrîşa li dijî goristanan ji bo kesên mayî gef e’
12:01 Serdozger: Me cilên yek tîp şandin Girtîgeha Amedê
11:49 Otobusa rêwiyan di newalê werbû: 6 kes mirin 24 kes birîndar bûn
11:45 Êdî xwarina penêrê Wanê luks e!
11:12 Li ser îxbara derew bav hepsî malê kirin
11:08 Pispora Medya Arsan: Manşet bi fermana Enqereyê tên avêtin
11:07 Înîsîyatîfa Li Dijî OHAL'ê: Em bi hev re dengên xwe bilind bikin
10:57 ‘Destwerdana li dijî Efrînê dê çareseriyê asteng bike’
10:25 ‘Zarokên me kefen jî li xwe bikin, dê kincên yek tîpî qebûl nekin’
10:24 Şener: Erdogan bi MHP’yê dileyize, pêşiya CHP’ye digire, HDP’yê jî ditepisîne
10:23 ‘Yekîtiya neteweyî dê pirsgirêkên kurdan çareser bike’
10:22 Gelê Rihayê berxwedana Kobanê bi bîr xistin
10:02 ‘Di OHAL’ê de her tişt qedexe ye, lê tiryak û fihûş serbest e'
10:00 Dîmenên îşkenceyê şandin û pere xwestin
09:59 Arkeolog Ozar: Tişta li Sûrê tê kirin ne texrîbat qirkirin e
09:58 Dayîka girtiyan bertek nîşanî kincên yek tîpî dan
09:49 ‘Yên vê operasyonê bikin dê wek Îsraîlê bibin dagirker’
09:47 Êrîşa li dijî goran li dijî wîcdan û aqilan e
09:47 Nikarin êm bikirin sewalên xwe bi gûniyan xwedî dikin
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2018'AN
18/01/2018
19:50 Dema Rewşa Awarte 3 mehên din jî hat dirêjkirin
16:59 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat redkirin
16:33 Rojnameger Durgut serbest berdan
16:23 Ji ber ku Yilmaz SEGBÎS red kir doza wî taloq kirin
16:09 Girtiyên doza Nisêbînê: Xweserî jiyana hevpar a gelan e
15:45 FEDA, CÎK û NAV-YEK: Li Efrînê xwedi derkevin
15:22 Egîtîm Senê bertek nîşanî binçavkirinan da