Înîsîyatîfa Li Dijî OHAL'ê: Em bi hev re dengên xwe bilind bikin 2018-01-19 11:07:39 ENQERE - Endama Însîyatîfa Li Dijî OHAL'ê Zelal Demîr, diyar kir ku bi OHAL'ê re pêşî li çek girtinê vekirin û got: "Dibe ku em şevekê di nava kuçeyê de bên gulebarankirin. Divê em bên gel hev û dengê xwe bilind bikin." Îktidara AKP'e di 18'ê Çile de careke din Rewşa Awarte (OHAL) dirêj kir. Înîsîyatîfa Li Dijî OHAL'ê, bertek nîşanî dirêjkirina OHAL'ê da û banga bilindkirina têkoşînê kir. Endama Înîsîyatîfa ku akademîsyen, rojnameger, parastvanên mafên mirovan, hiqûqnas û berdevkên partiyên siyasî têde cih digirin Zelal Demîr, diyar kir ku bi OHAL'ê re demek dirêj e binpêkirinên mafan zêde bûne û hiqûq ji holê rakirine.   'PIRSGIRÊKA BINGEHÎN A TIRKIYEYÊ OHAL E'   Demîr destnîşan kir ku rejîm dixwaze welat bi OHAL'ê bi rêve bibe, şeklê rêvebirinê jî wekî ku her tişt bi "asayî ye" didin nîşan û wiha axivî: "Lê em dizanin ku ev ne wisa ye. Ev di jiyana rojane de bi zelalî xwe dide nîşan. OHAL'a hatiye dirêjkirin û KHK'a ku derxistine em pêkanînên wan dibînin. Ji ber wê jî pirsgirêka bingehîn a li Tirkiyeyê ew e, bi OHAL'ê tê bi rêvebirin. Divê em bi vê şiyarê bên gel hev, li dijî OHAL'ê tê bikoşin." Demîr got ku divê li dijî OHAL'ê hêj dengekî zêde derkeve û bal kişand ser KHK'ên ku derxistine û ev tişt anî ziman: "Gelek mirov mexdûr kirin. Di şevekê de bi KHK'an mirov ji kar avêtin."   'HEWLDANA DERBEYÊ KIRIN HINCET'   Demîr da zanîn ku bi KHK'an daxwazên civakê ditepisînin û wiha got: "Hem tişta ku dixwazin bi KHK'an paşve dixin, hem jî nerazîbûnên li dijî van didin rawestandin. Hewldana derbeyê kirin hincet, gelek qanûn guhertin." Demîr destnîşan kir ku dibe ku dişevekê de di nava kuçeyan de bên kuştin jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi rêya KHK'an mirovên sivî bi çek kirin. Bi sererastkirinên wekî 'cilên yek tîp' û 'muafyeta darazê', dê encamên giran bi xwe re bînin. Ev sererastkirin pêşî li çek kirina sivîlan vedike. Em tenê ji karê xwe nebûn, bi van KHK'an dibe ku em di nava kuçeyan de bên kuştin jî. Dê di vî warî de darizandin pêk bê an na, em nizanin. Bi van hemû tiştî re pergaleke dijî hiqûqê anîn."   'BI OHAL'E RE ÊRÎŞEN LI DIJÎ JINAN ZÊDE BÛN'   Demîr anî ziman ku bi OHAL'ê re raste rast êrîşê li dijî jinan zêde bûn û axaftina xwe wiha dewam kir: "Jinên di civaka me de jiyanê gelekî ji paşve dest pê dikin û divê li dijî vê li her qadê têkoşîn bê meşandin. Ji bo jin azadiya xwe bi dest bixe, di warê aborî de xwe bi piş bixe, di pêvajoyeke zehmet re derbas dibe. Bi vî warî de bi OHAL'ê re jin du caran tên mexdûrkirin. Jinên bi têkoşîneke mezin û şertên zehmet de karek bi dest xistibe, di şevekê de bi rêya KHK'ê karê xwe winda dike. Ji ber wê jî ew qada ku li ser wê ferz kirine, careke din wê dişînin wir. Dixwazin di malê de hepis bikin."   'CIVAK BI VÎ ŞEKLÎ JIYAYÊ DEWAM DIKE'   Demîr rapora saziya navenda wê li Amerîkayê Freedom Hause ku gotibû Tirkiye ne azad e û fikarên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên der barê Tirkiyeyê de jî bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Piştî derbeya 80'ê jî Tirkiye di vê raporê de ket lîsteya welatên nîv azad. Lê bi OHAL'ê re di nava welatê qet azad nîne de cih digire. Ev pirsgirêkeke mezin e. Ev tescîlkirina bê hiqûqiyên li Tirkiyeyê ye. Civak bi vî şeklî nikare bijî. Divê em bên gel hev û dengê xwe bilind bikin."   MA / Dîren Yurtsever