* Peynîrê Wanê yê bi sîrik û siyabo ku bi nav û deng e, buhayê wî li gorî sala par ji 50 zêde bû û gihişt 30 TL yî. Ji ber buhayê penêrê Wanê zêde bûye êdî kes nikare penêr bikire. Penêrfiroş jî diyar dikin ku ji ber zozan hatine qedexekirin û sewal kêm bûne buha bûye.
* Gundiyên ku li Mezraya Trafikê sewalkariyê dikin ji ber ka tune û êm buha bûye li şûna giha gûniyan didin sewalên xwe.
* Hevseroka MEYA-DER'ê ya Mêrdîn Gulbeyaz Guneş, bal kişand ser êrîşa li dijî cenaze û goristanan û wiha got: "Faşizm êrîşî nirxên kurdan dike. Dîrok dê vê yekê ji bîr neke. Endama Meclîsa Şaredariya Qoserê Ceyla Eser jî diyar kir ku êrîşên li dijî goristanan ne aqil û ne jî wîcdan qebûl dike.
* Mêrsîniyan bertek nîşanî hewldanên operasyona li dijî Efrînê dan û diyar kirin ku ev yek Îşgal e û nayê qebûl kirin.
* Doç. Dr. Esra Arsan, bal kişand ser zimanê medya hawiz û diyar kir ku li Tirkiye medya li şûna ava bike her dem xera dike û şer geş dike. Arsan, anî ziman ku manşetên tên avêtin bi piranî ji aliyê siyaseta Enqereyê ve tê diyar kirin.
* Malbatên girtiyan diyar kirin ku ew cilên yek tîp qebûl nakin û dê li derve destûr nedin ku zarokên wan tenê bibînin û destûr nadin ku bi zorê cilên yek tîp li zarokên wan bikin."
* Welatiyên Rihayê bertek nîşanî hewldana operasyona li dijî Efrînê dan û anîn ziman ku ew çawa li Kobanê xwedî derketin dê li Efrînê jî xwedî derkevin.
* Serokê şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Ahmet Çiçek, diyar kir ku êrîşê li dijî goristanan nayê qebûlkirin û bi awayekî derûnî civakê birîndar dike.
* Endamên Tugaya Sultan Murad a OSO ya ku TSK piştgiriyê dide wê, li El Babê dîmenên ciwanê ku îşkence li wî kirine ji malbatê re şandin û pere ji malbatê xwestin.
* Serokê Komeleya Arkeologên Stenbolê Yigit Ozar, diyar kir ku tişta li Sûrê pêk hatiye ne tenê talankirin û wêrankirin e. Di heman demê de komkujî ye.
* Dayika Bedrî Akin ê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê girtî Perişan Akin, diyar kir ku wekî dayikekê qet dê cilên yek tîp qebûl neke.
* Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Raci Bilici, xwest hemû gelê Tirkiye li dijî êrîşên Efrînê bibe mertal û destûr nede ku hikûmet êrîşî Efrînê bike.
* Cevher Soyler a bi îdîaya "zarokê xwe yê 4 salî şandiye nava PKK’ê" hat binçavkirin û piştre rastî hepsa malê hat, diyar kir ku ji ber kelepçeyê nikare derkeve derve û nikare debara malbatê bike.
* Endamê Hewldana Yekîtiya Neteweya Kurd Sedat Dogan, diyar kir ku yekîtiya neteweya kurd dê gelek pirsgirêkan çareser bike dê bi ve yekê kurd li Rojhilata Navîn bibin heza çareseriyê.
* Aktîvîsta Înîsiyatifa Dijberî OHAL'ê Zelal Demir, diyar kir ku ji ber OHAL heye rê li pêş çekan tên vekirin û her dem dikarin li kolanê bên kuştin.
* Danişîna doza Hevşaredarê Hezexê Mehmet Muhdi Aslan de li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê dîtin.
* Danişîna 46 rojnamegerên ji doza "Çapemeniya KCK" tên darizandin dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê ditin. (09.00)
* Şaxa SES'ê ya Stenbolê ji ber ku der barê zaroka ducanî ya ji 18 salî biçûkdir li Nexweşxaneya Kanuni Sultan Suleyman hat tedawîkirin û ev yek bi polîsan re parve nekiriye dê li Navenda Sendîkayê civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.30)
* Çalakiya Kolana Yukselê dê di roja 436’an de berdewam bike. (13.30/18.00)
* Baroya Amedê dê dihefteya 110'an de aqûbeta Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî bipirsin û bixwazin kujer bên darizandin. (13.30)
* Hevalen Hrant dê di 11'emîn salvegera Rojnameger Hrant Dink de li Şîşlî wî bibîr bkînin. (15.00)