ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2018'AN 2018-01-19 09:00:16 * Peynîrê Wanê yê bi sîrik û siyabo ku bi nav û deng e, buhayê wî li gorî sala par ji 50 zêde bû û gihişt 30 TL yî. Ji ber buhayê penêrê Wanê zêde bûye êdî kes nikare penêr bikire. Penêrfiroş jî diyar dikin ku ji ber zozan hatine qedexekirin û sewal kêm bûne buha bûye.  * Gundiyên ku li Mezraya Trafikê sewalkariyê dikin ji ber ka tune û êm buha bûye li şûna giha gûniyan didin sewalên xwe.    * Hevseroka MEYA-DER'ê ya Mêrdîn Gulbeyaz Guneş, bal kişand ser êrîşa li dijî cenaze û goristanan û wiha got: "Faşizm êrîşî nirxên kurdan dike. Dîrok dê vê yekê ji bîr neke. Endama Meclîsa Şaredariya Qoserê Ceyla Eser jî diyar kir ku êrîşên li dijî goristanan ne aqil û ne jî wîcdan qebûl dike.    * Mêrsîniyan bertek nîşanî hewldanên operasyona li dijî Efrînê dan û diyar kirin ku ev yek Îşgal e û nayê qebûl kirin.    * Doç. Dr. Esra Arsan, bal kişand ser zimanê medya hawiz û diyar kir ku li Tirkiye medya li şûna ava bike her dem xera dike û şer geş dike. Arsan, anî ziman ku manşetên tên avêtin bi piranî ji aliyê siyaseta Enqereyê ve tê diyar kirin.    * Malbatên girtiyan diyar kirin ku ew cilên yek tîp qebûl nakin û dê li derve destûr nedin ku zarokên wan tenê bibînin û destûr nadin ku bi zorê cilên yek tîp li zarokên wan bikin."    * Welatiyên Rihayê bertek nîşanî hewldana operasyona li dijî Efrînê dan û anîn ziman ku ew çawa li Kobanê xwedî derketin dê li Efrînê jî xwedî derkevin.    * Serokê şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Ahmet Çiçek, diyar kir ku êrîşê li dijî goristanan nayê qebûlkirin û bi awayekî derûnî civakê birîndar dike.    * Endamên Tugaya Sultan Murad a OSO ya ku TSK piştgiriyê dide wê, li El Babê dîmenên ciwanê ku îşkence li wî kirine ji malbatê re şandin û pere ji malbatê xwestin.    * Serokê Komeleya Arkeologên Stenbolê Yigit Ozar, diyar kir ku tişta li Sûrê pêk hatiye ne tenê talankirin û wêrankirin e. Di heman demê de komkujî ye.    * Dayika Bedrî Akin ê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê girtî Perişan Akin, diyar kir ku wekî dayikekê qet dê cilên yek tîp qebûl neke.    * Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Raci Bilici, xwest hemû gelê Tirkiye li dijî êrîşên Efrînê bibe mertal û destûr nede ku hikûmet êrîşî Efrînê bike.    * Cevher Soyler a bi îdîaya "zarokê xwe yê 4 salî şandiye nava PKK’ê" hat binçavkirin û piştre rastî hepsa malê hat, diyar kir ku ji ber kelepçeyê nikare derkeve derve û nikare debara malbatê bike.    * Endamê Hewldana Yekîtiya Neteweya Kurd Sedat Dogan,  diyar kir ku yekîtiya neteweya kurd dê gelek pirsgirêkan çareser bike dê bi ve yekê kurd li Rojhilata Navîn bibin heza çareseriyê.    * Aktîvîsta Înîsiyatifa Dijberî OHAL'ê Zelal Demir, diyar kir ku ji ber OHAL heye rê li pêş çekan tên vekirin û her dem dikarin li kolanê bên kuştin.      * Danişîna doza Hevşaredarê Hezexê Mehmet Muhdi Aslan de li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê dîtin.    * Danişîna 46 rojnamegerên ji doza "Çapemeniya KCK" tên darizandin dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê ditin. (09.00)    * Şaxa SES'ê ya Stenbolê ji ber ku der barê zaroka ducanî ya ji 18 salî biçûkdir li Nexweşxaneya Kanuni Sultan Suleyman hat tedawîkirin û ev yek bi polîsan re parve nekiriye dê li Navenda Sendîkayê civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.30)   * Çalakiya Kolana Yukselê dê di roja 436’an de berdewam bike. (13.30/18.00)   * Baroya Amedê dê dihefteya 110'an de aqûbeta Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî bipirsin û bixwazin kujer bên darizandin. (13.30)   * Hevalen Hrant dê di 11'emîn salvegera Rojnameger Hrant Dink de li Şîşlî wî bibîr bkînin. (15.00)