ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2018'AN

*Rêxistinên civaka sivîl ji bo betalkirina Santrala Hêzî ya Akkûyûyê doz vekiribûn. Prof. Dr. Beyza Ustun diyar kir ku heke doz bê redkirin, ev tê wateya biryardayîneke siyasî û ger santrala nukleerî bê çêkirin wê hemû herêm bi madeyên radyoaktîf qirêjî bibe. 
 
*Seroka Şaxa SES'ê ya Mêrdînê Eylem Ergun, diyar kir ku di pêvajoya Rewşa Awarte de bi tayînkirina qeyûman rê li ber şideta mêrî hatiye vekirin. 
 
* Rojnamevanên di doza rojnameya Ozgur Gundemê de ceza li wan hat birîn diyar kirin ku îktîdar bi van cezayan nikare li asîmanên hêşîn berkazan deyne û wiha gotin: "Em biqutifin jî, bêdeng bibin jî helbet wê rastî derkevin holê."
 
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven der barê mijara Efrînê de hikûmetê hişyar kirin û gotin wê gelên Tirkiye bedêla şer bide û divê gel hay ji qarqarên şerî hebin. 
 
*Di 4'ê Mijdara 2016'an de li hemberî avahiya pêvekî ya Emniyeta Amedê bi wesayîtê êrîşeke bombeyî pêk hatibû. Di vê êrîşê de 2 jê polîs 13 kes miribûn.Têkildarî êrîşî der barê 6 kesan de îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de der barê kesên tên darizandin de 84 caran muebeta giran û 10 hezar û 760 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. 
 
* Dozger der barê kuştina pidikê 35 rojî Muhammed Tahir ê li Cizîrê hat kuştin  de hewce bi lêpirsînê nedît. Parêzeran ev yer îtiraz kir. Lê heyeta dadgehê dozger mafdar dît û îtîraza parêzerên malbatê red kir. 
 
 
*Endama KÎD'ê Şîmel Begîk êrîşa li hemberî goriştanan wek "şirk û dijminahiyê" pênase kir û got ev êrîş di asasê xwe de êrîşên li hemberî nirxên civakiyî û olî yên gelekî ne. 
 
*Kesên di dema 12'ê Îlonê de li hemberî yek tîpiyê têkoşiyan, diyar kirin ku wê girtî yek tîpiyê qebûl nekin û wiha gotin: "Wê kinc bên çirandin û avêtin." 
 
*Nûnerê herêma Enqereyê yê DÎSK'ê Tayfûn Gorgun, bal kişand ser bandora OHAL’ê û wiha got: "Divê li dijî OHAL’ê têkoşînek hîn xurttir bê meşandin. 
 
*Li Bazara Sewalan a Wanê ji ber buhabûna kayê û goştê îthal, sewalvan bi rojên dijwar re rû bi rû mane. Sewalkarên bi salan e bi sewalkariyê ve mijûl in gotin: “Her tiştî zem dikin, lê buhayê sewalan jî kêm dibe. Ev rewş bandorek neyînî li me dike.” 
 
*Rojnameger û belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar ê hat kuştin bi gotina "Heta ez hebim ez dê rojnameyan belav bikim. Ez bimirim jî ez dê vê rojnameyê bigihînim gel" di hiş û aqilan de ma. Tevî ku 25 sal derbas bûn jî hêj kujerê Karaagar nehat dîtin. 
 
* Welatiyên li Îzmîrê bertek nîşanî dirêjkirina Rewşa Awarte dan û wiha gotin: “Bi her awayî OHAL zirarê dide, derûniya me xerab kiriye, bila êdî rabe.”
 
*Pêşiya Apartmana Sebatê ya Rojnameya Agosê, ku rojnameger Hrant Dînk lê hat kuştin, dê veguherînin Navenda Bîrê ya Hrant Dînk. Dê naveroka projeyê piştî pêvajoya nîqaşê bê diyarkirin. 
 
*Rayedarên hikûmeta Tirkiye di her axaftinên xwe de gefên êrîşî Efrînê bike dixwe. Li aliyê din tang û topên xwe dikîşîne ser sînorê Efrînê û amadekariyên êrîşê dike.  Li dijî vê yekê bertek jî zêde dibin. Her çend tenê bi Efrînê  sînor bikin jî tê gotin ku TSK armanc dike ku piştî ket Efrînê heta Bab, Cerablus û Ezazê jî belav bibe.  Lê pispor diyar dikin ku ger Tirkiye têkeve Efrînê dê xwe di nava şerê Sûriyeyê de bibîne. 
 
* Rojnameger Hasan Cemal di dema pêvajoya Çareseriya Demokratîk de ji ber rêzenivîsên "Rojnivîska Vekişînê" nivîsî bû, heta 13 salan bi cezayê girtîgehê dihat darizandin û hat beraetkirin. Piştî 2'yemîn Dayreya Ceza di 10'ê Mijdara 2017'an de ev ceza xirab kir, dê sibê li 24'emîn Dadgeha Cezayê Giran a derkeve pêşberî dadgehê. (09.30)
 
* 50 kesên di dema qedexeyên derketina derve de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hatibûn girtin, dê 3’yemîn danişîna dozê bê bê dîtin. 
 
* 10 akademîsyenên îmzeya xwe avêtin bin danezana "Em ê nebin hevkarê vî sûcî" dê û ji Zanîngehên Marmara, Yildiz Teknîk, Ozyegîn û Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê hatin îxrackirin, dê îro li 35'êmîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê derkevin pêşberî dozger. (09.30)
 
* Di dema qedexeya li navçeya Sûrê ya Amedê de, Serfermandariya Giştî der barê kesên bi navê M.Ş.A., M.S.A. û M.K. di 24'ê Sibata 2016'an de nûçeyên "PKK'î wiha teslîm bûn" serwîs kiribû. Her sê welatiyên cezayê heta hetayê ji bo wan tên xwestin, dê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê derkevin pêşberî dozger. (11.00) 
 
 

Sernavên din

18/01/2018
15:21 Akademisyen: Banga aştiyê biryara wîcdanî ye
15:04 Li Kolana Yukselê dîsa mudaxele û binçavkirin
14:57 ‘Rojeva esasî têkoşîna li dijî faşîzmê ye û em ê bi ser bikevin’
14:49 Dozger 13 sal ceza ji Hasan Cemal xwest
14:23 Îdiaya ciwanê li Sûrê ji aliyê têcirê hişbirê ve hat kuştin
14:06 HRW: Li Tirkiye piştî referandumê zext zêde bûn
14:05 Girtiyên nexweş ên li Menemenê: Girtîgeh veguherandine îşkencexaneyê
14:02 HDP: Ceza li aştiya gelan hat birîn
13:14 Hevserokê Giştî yê KURDÎ-DER’ê Kilinç tahliye bû
12:43 Efrînê nîşan bide, li Minbicê bixe!
12:32 Gelê Efrînê dest bi meşê kirin
12:30 Parêzerên Ocalan cara 723'yemîn xwestin biçin Îmraliyê
12:27 Biryara 'Nepenî'yê danîn ser dosya Murat Araç
12:18 TSK gundên Kobanê jî topbaran dike
12:13 TUSÎAD’ê peyva ‘zilamên karsaz’ kir ‘mirovên karsaz’
12:01 Danişîna doza 12 akademîsyenan tê dîtin: Hêviya me aştî ye
11:45 TMMOB: AKP Tirkiye dixe nava şer
11:44 Li Girtîgeha Tarsûsê her roj binpêkirina mafan zêde dibin
11:44 'Me çawa Kobanê parast, Em ê Efrînê jî biparêzin'
11:17 Rêxistinên Civakî: Mudaxaleya Efrînê dê zerar bide têkoşîna demokratîk
11:06 Rojnameger Durgut hat binçavkirin
10:58 Li wêneyê Lenîn lêpirsîn vekirin: Xwezî te wêneyê Erdogan daliqanda!
10:57 Polîsan bi ser malên ESP’î û SGDF'iyan de girt: 5 kes binçav kirin
10:56 Partiyên kurd hişyariya Efrînê kirin: Hesabê malê û sûkê li hev nayê
10:35 Otobusa rewiyan şewitî: 52 rêwî mirin
10:23 Sayin ê CHP’î: Cilên yek tîp heqaret e
10:11 Nerazîbûna li dijî OHAL'ê zêde dibe
10:10 Civaknas Eren: Cilên yek rengî amûra bênasnametiyê ye
10:02 Gergerlîoglu: Desthilatdarî riziyaye divê li cihê wê dewleta demokratîk bikeve rojevê
09:05 Dadgeriyê mirina pitikê 35 rojî Muhammed di ‘cih’ de dît!
09:00 Êrîşa li dijî Efrînê dê Tirkiyeyê têxe nava Şerê Sûriyeyê
08:59 Wê cihê Hrant Dînk lê hat qetilkirin bikin navenda bîrê
08:57 Welatiyan bertek nîşanî OHAL’ê da: Derûniya me xerab kiriye
08:56 25 sal derbas bûn: Ez bimirim jî ezê rojnameyê bigihînim gel
08:54 Sewalkarên Wanê: Her tiştî zem dikin lê buhayê sewalan erzan e
08:52 Yên li hemberî yek tîpiyê li ber xwe didin: Wê bên çirandin û avêtin
08:50 'Êrîşa li hemberî goristanan şirk û dijminahî ye'
08:50 Dozger 84 muebet û 10 hezar û 760 sal cezayê girtîgehê xwest
08:49 'Wê gelên Tirkiyeyê bedêla şer bidin'
08:48 Rojnamevanên hatin cezakirin: Hûn nikarin rastiyan asteng bikin
08:47 ‘Qeyumê rê li şidetê vekir'
08:46 ‘Santralên Nukleerê dê ekolojiya Akkûyû qirêj bike'
08:44 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2018'AN
17/01/2018
22:31 Dema Rewşa Awarte dîsa hat dirêjkirin
17:49 Cerdevanê îstîsmar kir bi cilê taxim derket pêşberî dadger
17:38 Danişîna duyemîn a Demîrtaş taloq bû
17:32 Mafê Irmak ê parastinê asteng kirin û salek ceza birîn
17:09 Karkerê înşaetê di bin axê de ma û mir
17:03 Balafira leşkeran a perwerdehiyê ket
17:02 Xebatkara TUHAD-FED’ê Ozcan hat berdan
16:58 900 karkerên madenê dest ji kar berdan
16:21 Hamzaoglu: Ji Kobanê dersê derxin
16:11 Akdag ê li Pîranê binçav kirin, girtin
16:08 Demîrtaş ji doza ‘heqareta’ Soylu berat kir
15:57 Yuksekdag piştgirî da Kaftancioglu
15:37 Êrîşa li dijî Efrînê dê ji bo Tirkiyeyê tu qezencê neyne
15:18 ‘Her gava ku dengê jinan tê qutkirin, cinayet zêde dibin’
15:05 Angaşta li Girtîgeha Silîvriyê sepandina yek reng dest pê kir
14:50 Bi îxbarek bê nav gorên endamên rêxistinan qeyd kirin
14:14 Parlementoya Ermenîstanê jenosîta Êzidiyan qebûl kir
14:04 Cenazeyê Yuksel Abukan 2 sal şûnve definkirin
13:59 Weqfa Aştiyê: Kesê ku şer qezenc bike û aştiyê winda bike tune
13:45 Walî qedexe kir, polîsan desteser kir
13:37 Hatîmogullari: Tirkiyeyê li Kobanê winda kir, dê li Erfînê jî winda bike
13:29 Îlham Ehmed: Efrîn dê di qirika wan de bimîne
13:12 Bîlgen: Derdê Erdogan ne Amerîkaye, kurd in
13:11 SÎHA'yên Bayraktar balafirgeha Rûs bombe kir
12:04 Miduriyeta Polîsan qeydên guhdarkirina Karataş jê biriye
11:51 5 endamên Egîtîm Senê hatin binçavkirin
11:38 Konca: Civak HDP'ê wekî hêvî dibîne
11:30 Berdevkê YPG'ê: Erdogan dê xewnan bibîne
11:13 'Êrîşa li dijî Efrînê li dijî yekîtiya gelan e'
10:01 Gerînendeya Giştî ya Radyo Ses hat binçavkirin
09:56 'Ji bo hilbijartinên 2019'an eyar didin taşeronan'
09:56 Rojeva MGK’ê: Li hundir OHAL û li derve şer
09:48 Qedexekirina zozanan bandorek neyînî dike
09:47 Ceza li mirî birîn
09:46 'Dewlet ji ber tirsa fikrên Ocalan tecrîdê giran dike'
09:34 Girtiyên li ber awazên kurdî govend gerandin ceza kirin!
09:31 Çala 2 zarok têde mirin hêj vekirî ye
09:29 Qeyûm hewl dide elewîtiyê biqedîne
09:28 11 salên cinayeta Dînk qediyan: Kê biryara kuştinê da?
09:28 Dozger ji ber belavkirina rojnameyê 15 sal ceza xwest
09:25 Li Geverê avahiyên metrûk bûne cihê tiryakêşan
09:24 Ji be bertek nîşanî komkujiya Dîlokê da 10 meh ceza xwar
09:24 Îdîaya ajokarê otobusa şaredariyê welatiyê astengdar derb kir
09:23 2 sal in ji bo îmarê destûrê nadin şirnexiyan
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2018'AN
16/01/2018
18:29 Dozgerê Bedlisê: Me nizanîbû cenaze bi rûhsatê hatine definkirin
18:04 31 rojin Umut li benda hêviyê ye
17:34 Cara 722’an dîsa serlêdana parêzerên Ocalan red kirin
17:32 Malbata girtiyê li Nexweşxaneyê bi ranzayê ve girêdan avêtin derve
16:44 Edîtorê Demokratîk Modernîte Ergul dê bibin Stenbolê
16:42 Biryara der barê Akademisyenên Aştiyê dê 'Rewşenbirên Welatparêz' bide
16:25 Demîrtaş anîn Enqereyê
16:18 Doza Enes û Mahsum hat dîtin
16:08 Li ber ÎŞKUR'ê çalakiya tazî
16:04 50 kesên li Nisêbînê hatin girtin derxistin dadgehê
15:40 Rêveberiya Şengalê êrîşên li ser Efrînê şermezar kir
15:14 Kemalbay: Hikûmet şer zor dike, nayê qebûlkirin