ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2018'AN 2018-01-18 08:44:04   *Rêxistinên civaka sivîl ji bo betalkirina Santrala Hêzî ya Akkûyûyê doz vekiribûn. Prof. Dr. Beyza Ustun diyar kir ku heke doz bê redkirin, ev tê wateya biryardayîneke siyasî û ger santrala nukleerî bê çêkirin wê hemû herêm bi madeyên radyoaktîf qirêjî bibe.    *Seroka Şaxa SES'ê ya Mêrdînê Eylem Ergun, diyar kir ku di pêvajoya Rewşa Awarte de bi tayînkirina qeyûman rê li ber şideta mêrî hatiye vekirin.    * Rojnamevanên di doza rojnameya Ozgur Gundemê de ceza li wan hat birîn diyar kirin ku îktîdar bi van cezayan nikare li asîmanên hêşîn berkazan deyne û wiha gotin: "Em biqutifin jî, bêdeng bibin jî helbet wê rastî derkevin holê."   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven der barê mijara Efrînê de hikûmetê hişyar kirin û gotin wê gelên Tirkiye bedêla şer bide û divê gel hay ji qarqarên şerî hebin.    *Di 4'ê Mijdara 2016'an de li hemberî avahiya pêvekî ya Emniyeta Amedê bi wesayîtê êrîşeke bombeyî pêk hatibû. Di vê êrîşê de 2 jê polîs 13 kes miribûn.Têkildarî êrîşî der barê 6 kesan de îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de der barê kesên tên darizandin de 84 caran muebeta giran û 10 hezar û 760 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.    * Dozger der barê kuştina pidikê 35 rojî Muhammed Tahir ê li Cizîrê hat kuştin  de hewce bi lêpirsînê nedît. Parêzeran ev yer îtiraz kir. Lê heyeta dadgehê dozger mafdar dît û îtîraza parêzerên malbatê red kir.      *Endama KÎD'ê Şîmel Begîk êrîşa li hemberî goriştanan wek "şirk û dijminahiyê" pênase kir û got ev êrîş di asasê xwe de êrîşên li hemberî nirxên civakiyî û olî yên gelekî ne.    *Kesên di dema 12'ê Îlonê de li hemberî yek tîpiyê têkoşiyan, diyar kirin ku wê girtî yek tîpiyê qebûl nekin û wiha gotin: "Wê kinc bên çirandin û avêtin."    *Nûnerê herêma Enqereyê yê DÎSK'ê Tayfûn Gorgun, bal kişand ser bandora OHAL’ê û wiha got: "Divê li dijî OHAL’ê têkoşînek hîn xurttir bê meşandin.    *Li Bazara Sewalan a Wanê ji ber buhabûna kayê û goştê îthal, sewalvan bi rojên dijwar re rû bi rû mane. Sewalkarên bi salan e bi sewalkariyê ve mijûl in gotin: “Her tiştî zem dikin, lê buhayê sewalan jî kêm dibe. Ev rewş bandorek neyînî li me dike.”    *Rojnameger û belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar ê hat kuştin bi gotina "Heta ez hebim ez dê rojnameyan belav bikim. Ez bimirim jî ez dê vê rojnameyê bigihînim gel" di hiş û aqilan de ma. Tevî ku 25 sal derbas bûn jî hêj kujerê Karaagar nehat dîtin.    * Welatiyên li Îzmîrê bertek nîşanî dirêjkirina Rewşa Awarte dan û wiha gotin: “Bi her awayî OHAL zirarê dide, derûniya me xerab kiriye, bila êdî rabe.”   *Pêşiya Apartmana Sebatê ya Rojnameya Agosê, ku rojnameger Hrant Dînk lê hat kuştin, dê veguherînin Navenda Bîrê ya Hrant Dînk. Dê naveroka projeyê piştî pêvajoya nîqaşê bê diyarkirin.    *Rayedarên hikûmeta Tirkiye di her axaftinên xwe de gefên êrîşî Efrînê bike dixwe. Li aliyê din tang û topên xwe dikîşîne ser sînorê Efrînê û amadekariyên êrîşê dike.  Li dijî vê yekê bertek jî zêde dibin. Her çend tenê bi Efrînê  sînor bikin jî tê gotin ku TSK armanc dike ku piştî ket Efrînê heta Bab, Cerablus û Ezazê jî belav bibe.  Lê pispor diyar dikin ku ger Tirkiye têkeve Efrînê dê xwe di nava şerê Sûriyeyê de bibîne.    * Rojnameger Hasan Cemal di dema pêvajoya Çareseriya Demokratîk de ji ber rêzenivîsên "Rojnivîska Vekişînê" nivîsî bû, heta 13 salan bi cezayê girtîgehê dihat darizandin û hat beraetkirin. Piştî 2'yemîn Dayreya Ceza di 10'ê Mijdara 2017'an de ev ceza xirab kir, dê sibê li 24'emîn Dadgeha Cezayê Giran a derkeve pêşberî dadgehê. (09.30)   * 50 kesên di dema qedexeyên derketina derve de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hatibûn girtin, dê 3’yemîn danişîna dozê bê bê dîtin.    * 10 akademîsyenên îmzeya xwe avêtin bin danezana "Em ê nebin hevkarê vî sûcî" dê û ji Zanîngehên Marmara, Yildiz Teknîk, Ozyegîn û Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê hatin îxrackirin, dê îro li 35'êmîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê derkevin pêşberî dozger. (09.30)   * Di dema qedexeya li navçeya Sûrê ya Amedê de, Serfermandariya Giştî der barê kesên bi navê M.Ş.A., M.S.A. û M.K. di 24'ê Sibata 2016'an de nûçeyên "PKK'î wiha teslîm bûn" serwîs kiribû. Her sê welatiyên cezayê heta hetayê ji bo wan tên xwestin, dê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê derkevin pêşberî dozger. (11.00)