ENQERE – Xebatkara TUHAD-FED’ê ya bi KHK’ê hat girtin Havva Ozcan a girtî dihat darizandin hat berdan.
Sala par di cotmehê de xebatkara TUHAD-FED’ê ya bi KHK’ê hat girtin Havva Ozcan hatibû girtin. Ozcan girtî dihat darizandin. 2’yemîn danişîna doza Ozcan li 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Piştî parastinan Ozcan bi şertê kontrola adlî hat berdan.
Dadgehê danişîna dozê taloqî 10’ê nîsanê kir.