Xebatkara TUHAD-FED’ê Ozcan hat berdan 2018-01-17 17:02:25 ENQERE – Xebatkara TUHAD-FED’ê ya bi KHK’ê hat girtin Havva Ozcan a girtî dihat darizandin hat berdan.  Sala par di cotmehê de xebatkara TUHAD-FED’ê ya bi KHK’ê hat girtin Havva Ozcan hatibû girtin. Ozcan girtî dihat darizandin. 2’yemîn danişîna doza Ozcan li 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Piştî parastinan Ozcan bi şertê kontrola adlî hat berdan.    Dadgehê danişîna dozê taloqî 10’ê nîsanê kir.