ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2018'AN

*Endamê Komeleya 78'an a Qoserê Mehmet Îshak Ozer yê di dema 12'ê Îlonê de tevî hemû îşkenceyan jî ferzkirina kincên yek tîpî qebûl nekir wiha got: "Mebesta wan ew e ku şoreşgerên li dijî vê pêkanînê li ber xwe bidin îşkence bikin. Yek tîpî bahane ye." 

*Kamyonên harfiyatê yên li nêv Stenbolê bêyî bên venihartin tên xebitandin, wek Ruhstîn ruhê mirovan distînin. Di 21 mehên dawî de ji ber kamyonên harfiyatê 39 kes mirin. Piraniya van kamyonan jî yên aîdî fîrmayên taşeron in ku karên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dikin. 
 
*Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, diyar kir ku êrîşa li hemberî goristanan tê wateya xweqedandinê û wiha got: "A rast xala dawîn a nexweşîna serdestî û hingofiya dîwanetiya netew-dewletê ye. Ev weziyeta wê ya dînîtiyê derdixîne holê." 
 
*Parêzvanê mafên mirovan Şanar Yûrdatapan, got ku di tu ehlaq û wijdanê de cihê êrîşa li hemberî goristanan tune ye û îktidar bi van êrîşan dawiya xwe dilezîne. 
 
*Huqûqnas Mûstafa Ozer xebatên yekîtiya netewî ya kurd nirxandin û got di nav şer de be jî wê yekîtiya netewî ya kurd bi awayekî erênî bandorê li erdnîgariya Rojhilata Navîn bike. 
 
*Qeyûm çopên gundê Hesûd ê Çêrmûgê berhev nake. Gundiyan destnîşan kir ku berî qeyûm bê tayînkirin çopên wan bi awayekî rêkûpêk dihatin paqijkirin û qeyûm ji bo çopên wan paqij neke wan eware dike.
 
*Cengîz Temelê li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Tarsûsê dimîne, bi riya telefonê li malbata xwe geriya û got ku jimariya li ser lingan li wan tê ferzkirin û rojnameyê nadin qawîşa wan.
 
*Seyran Demîr ya ku bi nexweşîna pençeşêrê ketiye, ji ber nexweşîna xwe daketiya 35 kîloyan. Her diçe rewşa Demîrê xerabtir dibe, lê belê dîsa jî nayê berdan. Her wiha malbata Demîrê ji bo keça wan bê berdan daxwazname berpêşî Wezareta Dadê kiribûn. Malbatê heta niha 8 caran li Wezaret Dadê daye, lê wezaretê daxwaza malbatê red kir. 
 
*Li Meletiyê Durdane Alkan li ser dezgehek ji xwe re ava kiriye hilberînên bi destan tên çêkirin difiroşe û der barê vê mijarê de got: “Tiştekî ku jin nikaribe bike tune ye. Jin ne tiral in. Tenê bila astengî tune bin. Tenê bila baweriya wê pê were.” 
 
*Berdevkê Kovara Tîrojê ya bi KHK'ê hat girtin yê Amedê Reşo Ronahî, diyar kir ku OHAL'ê bandoreke cidî li ser wêjeya kurdî kiriye, divê di vê pêvajoyê de bi hilberîna zêde ji vê re bibin bersiv.
 
*Li Tarsûsê jinên karker ên li nav zeviyan dixebitin ji berbanga rojê heta roj diçe ava dixebitin. Jinên karker nabêjin herî û baran e heta êvarê rojê bi beramberiya 47 TL’yî dixebitin. 
 
* Di çarçoveya kampanyaya ji bo piştgiriya "Gerînendeya Weşana Giştî" ya rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin hatibû destpêkirin, de doz li Ayşe Duzkan, Huseyin Aykol, Mehmet Alî Çelebî, Huseyîn Bektaş û Ragip Duran hatibû vekirin, dê doza wan îro li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
 
* Wekîlê CHP'ê Enîs Berberoglu yê di carçoveya doza TIR'ên MÎT'ê de hatibû girtin, piştî 25 sal cezayê der barê wî de xirab bû, dê doza der barê wî de li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Stenbolê dewam bike. (10.00)
 
* 3 dozên ku der barê Berdevkê HDP'ê û Wekîlê Qersê Ayhan Bîlgen de hatibûn vekirin û heta 25 û nîv ceza ji bo wî tê xwestin, dê 2'yemîn danişîna dozê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin (10.00)
 
* Di 28'ê Adara 2006'an de ji ber fîşekên gazê yên ku polîsan avêtibû, li serê zarokên bi navê Enes Ata (8) û Mahsum Mizrak (14) ketibû û jiyana xwe ji dest dabûn. Doza ku hatibû vekirin dê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (10.30)
 
* Wekîlê HDP'ê yê Amedê Altan Tan ji ber axaftinên di hin şahiyên partiya xwe de kiribû, doz lê hatibûn vekirin û ji 17 salan heta 38 salan ceza ji bo wî tê xwestin. Dê 3'yemîn danişîna dozê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (10.30)
 
* Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê ji bo balê bikişîne ser pêkanîna cilên yek tîp, bi mijara "Ji bo darizandineke edilane: Ji Yek Tîpê re Na" dê panelekê li dar bixe. (12.30)
 
* Koordînasyona Li dijî Cilên Yek Tîp, dê li avahiya Baroya Stenbolê ya li Kolana Îstîklalê li dijî cilên yek tîp daxuyaniyê bide çapemeniyê. ( 12.30)
 
* Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser pêkanîna cilên yek tîp dê li Rêxistina HDP'ê ya Esenelerê de konferansê pêk bîne. (15.00)
 
* Çalakiya "Em karê xwe şûn ve dixwazin" ya li Kolana Yukselê hatiye destpêkirin, di roja 434'an de dewam dike. (13:30-18:00)
 
 

Sernavên din

16/01/2018
15:02 Di çalakiya roja 434’emîn a Yukselê de 6 binçav kirin
14:58 Li dijî cilên yek tîp koordinasyon ava kirin: Divê hemû civak li dijî pêkanînê derkeve
14:39 Midurê dibistanê ji ber îstîsmarê ji kar dûr xistin
13:55 Doza Ayhan Bilgen hat dîtin
13:45 Gelê Efrînê: Em xwediyê vê axê ne, em ê li ber xwe bidin
13:40 38 karkerên sendîkayê dest bi çalakiyê kirin
13:28 Dest danîn ser nameyên girtiyên DHKP’C’î
13:16 HDP'ê: Hewldana dagirkirina Efrînê nayê qebûlkirin
12:58 Parêzerên Ocalan cara 722'an ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:56 Çîrokek Dersimê: Bêhna sorkirina gûşiyê gilgil
12:44 Îzgî: Ramanên Ocalan hêza ferbûnên mine
12:41 Rapora Freedom House: Tirkiye ket nava welatên ne azad
12:25 HDP'ê der barê 'plana çong şikandinê' de pêşniyarnameya lêkolînê da
12:21 Danişîna Demîrtaş dê li Girtîgeha Sîncanê bê dîtin
12:13 The Times: Recep Tayip Erdogan li Suriyê bi agir dilîze
11:59 12 hezar û 322 lîra ceza li peyva Kurdistan birîn
11:49 Gelê Ezaz û Marî: Em ne Rejîma Sûriyê û ne ya Tirkiyê dixwazin
11:32 'Êdî dema ji AKP’ê re bêje raweste hatiye’
11:31 Parlamenter Berberoglu kelepçeyê red kir
11:24 Di doza îstîsmara Êlihê de 2 bersûcên girtî jî hatin berdan
11:20 9 sal û 9 meh ceza li rojnamegeran birîn
10:49 Kemalbay: Gelên li Tirkiyeyê jiyanek nû heq dikin
10:26 Girtî: Em ê li ber xwe bidin, em li benda piştgiriya we ne jî
10:16 Li dijî OHAL’ê înîsiyatîfek nû tê avakirin
10:03 Polîsan Edîtorê Kovara Demokratîk Modernîte Ergul binçav kirin
10:02 Prof. Dr. Kurul: Ji bo hemwelatiyek çalak dem dema gotinê ye
09:30 Ji berbangê heta êvarê li nav zeviyan dixebitin
09:29 Bandora OHAL’ê ya li ser wêjeyê: Em bi hilberînê bersiv bidin
09:28 Jin li her qadê dikare bi ser bikeve'
09:28 Wezaretê 8 serlêdanên ji bo girtiya nexweş Demîrê red kirin
09:27 Li Girtîgeha Tarsûsê ferzkirina hejmariya leşkerî
09:27 Hiqûqnas Ozer: Wê yekîtî bandoreke erênî li Rojhilata Navîn bike
09:12 Yûrdatapan: Di tu wijdan û exlaqê de rûxandina goran tune ye
09:12 'Êrîşa li hemberî goristanan xweqedandin e'
09:11 Kamyonên 'Ruhstîn': Di 21 mehan de 39 kes kuştin
09:09 Berxwedêrê Zindana Amedê: Wê girtiyên şoreşger yek tîpiyê qebûl nekin
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2018'AN
15/01/2018
17:56 Demîrtaş dê beşdarî danişîna doza Enqereyê bibe
17:28 Li Girtîgeha Sîlîvrî cilan nadin girtiyan
17:04 Kesê li avahiya Edliyê ji qatê 3'an, ket birîndar bû
16:44 Walîtiyê panela kincên yek tîpî ya ÎHD'ê qedexe kir
16:15 Bersûcê cînayeta jinê piştî 10 mehan hat girtin
16:12 Dadgehê serlêdana îtîraza ji bo Mehmet Altan red kir
15:47 KCD: Êrîşê li dijî Efrînê li dijî hebûna kurdan e
15:09 Li Amedê operasyona medya civakî: 18 kes hatin binçavkirin
14:56 HDP: Tev li konferansa li dijî cilên yek rengî bibin
14:26 Polîsan 4 kes li Kolana Yukselê binçav kirin
14:07 Girtiyê nexweş ê emeliyatkirî bi ranzayê ve kelepçe kirin
13:59 Doza rojnamegerên ji doza 10'ê Cotmehê dihatin darizandin ket
13:59 Dr. Mizrakli û Dr. Koç derketin pêşberî dadger
13:52 Karkerê ku xwe şewitand di bin zextan de ye?
13:35 Di doza ‘Na hîna ne qediyaye’ de dîmen ji ewlekariyê hat xwestin
13:22 Ciwanê ji Sûriyeyê ji aliyê cîranê xwe ve hat kuştin
13:17 Ji 87 saziyên jinan li dijî OHAL’ê kampanyaya îmzeyan
12:44 HDP çiye û çawa derket holê?
12:16 Sancar: Bandora AYM’ê tune be divê mirov li ser AYM’ê fatiha bixwîne
12:04 Ji bo kongreya HDP’ê mîlyonek vexwendname hatin çapkirin
11:23 Turmen: Pêdiviya Tirkiyeyê bi HDP’ê heye
11:14 Rêveberê HDP’ê Cumalî Kaya hat binçavkirin
11:11 Rejîma Sûriyê rê li pêş derbasbûna Tirkiyê ya Minbicê vedike
10:54 ‘Desthilatdarî jiyana karkeran tune dihesibîne'
10:43 Nexweşa penceşêrê ya bertek nîşanî wezîr dabû jiyana xwe ji dest da
10:29 ‘Di kongreyê de tecrîd lanetkirin dê helwesta li dijî 'mutabaqata neteweyî' be’
10:17 Cotkar: Em li ber bankayan bûn wekî parsekan
10:12 Rojnameger Ozugurlu: Ya gefan li Tirkiye dixwe ne Efrîn El Nusra ye
09:51 Bedelê binçavkirina 29 rojan a ixbara bêbinî 4 hezar TL ye
09:50 ‘Biryara der barê Zana de îflasa AKP'ê ye'
09:29 ‘Ji kefen razîne, lê tu carî tilim li xwe nekin’
09:28 28 cenazeyên teşhîs kirin nadin malbatên wan
09:27 Irgat a HDP'î: Hikûmet bi artêşê bawer nabe
09:26 Zarok ji mezinan re dibin mînak
09:25 Kes dengê wan nabihîze
09:25 Diyanet sûc dike, divê bê cezakirin
09:24 Dayika Aştiyê ya 60 salî û ji sedî 86 astengdar nayê berdan
09:23 Jinên HDP'î: Em dê bi coş û girseyî biçin kongreyê
09:23 Rûsya ji êrîşên Tirkiyeyê re çavên xwe digire
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2018'AN
14/01/2018
17:35 'Dewlet hemû polîtîkayên OHAL'ê li dijî Îmraliyê dixe meryetê'
17:04 Bi sedan kes li dijî OHAL'ê demokrasiyê diqîrin
16:36 Kaboglu: Hêza heq di destê me de ye
16:17 Erdogan gef li gelên li Efrînê xwar
15:43 Li Kolana Yukselê 5 kes binçav kirin
15:33 ‘Em ê li dijî yek tîpê bi ruhê 14'ê Tîrmehê li ber xwe bidin’
15:06 Bîlgen: Hêza me zêde ye û em dikarin ji 7'ê Hezîranê jî derbastir bikin
14:29 Li Tirkiyeyê dema tu karkerê înşaetê bî, jiyan zehmet e
14:08 Konferansa jinan a Stenbol û Enqereyê: Em natirsin, em ê li ber xwe bidin
12:42 Di êrîşa fuzeyê de leşkerek mir
11:50 Ji destşoyên wargeha xwendekaran herî diherike!
11:30 Girtiya nexweş bi yek kêlê roviyên wê li derve têkoşîna jiyanê dide
11:10 Li ber balyozxaneyê şer: Kesek kuştin
10:06 Malbat 3 roj e li cenaze digere
09:49 Polîsan gule li erebeyekî reşand û kesek kuşt
09:25 ‘Krîza aborî bandorek neyêyî li ser fûara pirtûkan kir’
09:24 Piştî daxwaza ji bo lîmonan kêm bû berê xwe dan mûzan
09:23 Jinên kurd: Werin em bi hev re tev bigerin
09:23 Çîroka berxwedana Mamakê
09:22 Ji ber zexîreyên ji mala xwe re kirî 6 sal ceza lê hat birîn!
09:21 Wê sibê kesên li Êlihê zarok îstismar kiribûn bên darizandin
09:20 Cinayeta Nîhat Kazanhan û 'bêcezatî'
09:20 Ji ber daxwaznameya ji Wezareta Dadê re şand ceza lê hat birîn