ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2018'AN 2018-01-16 09:00:06 *Endamê Komeleya 78'an a Qoserê Mehmet Îshak Ozer yê di dema 12'ê Îlonê de tevî hemû îşkenceyan jî ferzkirina kincên yek tîpî qebûl nekir wiha got: "Mebesta wan ew e ku şoreşgerên li dijî vê pêkanînê li ber xwe bidin îşkence bikin. Yek tîpî bahane ye."  *Kamyonên harfiyatê yên li nêv Stenbolê bêyî bên venihartin tên xebitandin, wek Ruhstîn ruhê mirovan distînin. Di 21 mehên dawî de ji ber kamyonên harfiyatê 39 kes mirin. Piraniya van kamyonan jî yên aîdî fîrmayên taşeron in ku karên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dikin.    *Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, diyar kir ku êrîşa li hemberî goristanan tê wateya xweqedandinê û wiha got: "A rast xala dawîn a nexweşîna serdestî û hingofiya dîwanetiya netew-dewletê ye. Ev weziyeta wê ya dînîtiyê derdixîne holê."    *Parêzvanê mafên mirovan Şanar Yûrdatapan, got ku di tu ehlaq û wijdanê de cihê êrîşa li hemberî goristanan tune ye û îktidar bi van êrîşan dawiya xwe dilezîne.    *Huqûqnas Mûstafa Ozer xebatên yekîtiya netewî ya kurd nirxandin û got di nav şer de be jî wê yekîtiya netewî ya kurd bi awayekî erênî bandorê li erdnîgariya Rojhilata Navîn bike.    *Qeyûm çopên gundê Hesûd ê Çêrmûgê berhev nake. Gundiyan destnîşan kir ku berî qeyûm bê tayînkirin çopên wan bi awayekî rêkûpêk dihatin paqijkirin û qeyûm ji bo çopên wan paqij neke wan eware dike.   *Cengîz Temelê li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Tarsûsê dimîne, bi riya telefonê li malbata xwe geriya û got ku jimariya li ser lingan li wan tê ferzkirin û rojnameyê nadin qawîşa wan.   *Seyran Demîr ya ku bi nexweşîna pençeşêrê ketiye, ji ber nexweşîna xwe daketiya 35 kîloyan. Her diçe rewşa Demîrê xerabtir dibe, lê belê dîsa jî nayê berdan. Her wiha malbata Demîrê ji bo keça wan bê berdan daxwazname berpêşî Wezareta Dadê kiribûn. Malbatê heta niha 8 caran li Wezaret Dadê daye, lê wezaretê daxwaza malbatê red kir.    *Li Meletiyê Durdane Alkan li ser dezgehek ji xwe re ava kiriye hilberînên bi destan tên çêkirin difiroşe û der barê vê mijarê de got: “Tiştekî ku jin nikaribe bike tune ye. Jin ne tiral in. Tenê bila astengî tune bin. Tenê bila baweriya wê pê were.”    *Berdevkê Kovara Tîrojê ya bi KHK'ê hat girtin yê Amedê Reşo Ronahî, diyar kir ku OHAL'ê bandoreke cidî li ser wêjeya kurdî kiriye, divê di vê pêvajoyê de bi hilberîna zêde ji vê re bibin bersiv.   *Li Tarsûsê jinên karker ên li nav zeviyan dixebitin ji berbanga rojê heta roj diçe ava dixebitin. Jinên karker nabêjin herî û baran e heta êvarê rojê bi beramberiya 47 TL’yî dixebitin.    * Di çarçoveya kampanyaya ji bo piştgiriya "Gerînendeya Weşana Giştî" ya rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin hatibû destpêkirin, de doz li Ayşe Duzkan, Huseyin Aykol, Mehmet Alî Çelebî, Huseyîn Bektaş û Ragip Duran hatibû vekirin, dê doza wan îro li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Wekîlê CHP'ê Enîs Berberoglu yê di carçoveya doza TIR'ên MÎT'ê de hatibû girtin, piştî 25 sal cezayê der barê wî de xirab bû, dê doza der barê wî de li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Stenbolê dewam bike. (10.00)   * 3 dozên ku der barê Berdevkê HDP'ê û Wekîlê Qersê Ayhan Bîlgen de hatibûn vekirin û heta 25 û nîv ceza ji bo wî tê xwestin, dê 2'yemîn danişîna dozê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin (10.00)   * Di 28'ê Adara 2006'an de ji ber fîşekên gazê yên ku polîsan avêtibû, li serê zarokên bi navê Enes Ata (8) û Mahsum Mizrak (14) ketibû û jiyana xwe ji dest dabûn. Doza ku hatibû vekirin dê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (10.30)   * Wekîlê HDP'ê yê Amedê Altan Tan ji ber axaftinên di hin şahiyên partiya xwe de kiribû, doz lê hatibûn vekirin û ji 17 salan heta 38 salan ceza ji bo wî tê xwestin. Dê 3'yemîn danişîna dozê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (10.30)   * Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê ji bo balê bikişîne ser pêkanîna cilên yek tîp, bi mijara "Ji bo darizandineke edilane: Ji Yek Tîpê re Na" dê panelekê li dar bixe. (12.30)   * Koordînasyona Li dijî Cilên Yek Tîp, dê li avahiya Baroya Stenbolê ya li Kolana Îstîklalê li dijî cilên yek tîp daxuyaniyê bide çapemeniyê. ( 12.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser pêkanîna cilên yek tîp dê li Rêxistina HDP'ê ya Esenelerê de konferansê pêk bîne. (15.00)   * Çalakiya "Em karê xwe şûn ve dixwazin" ya li Kolana Yukselê hatiye destpêkirin, di roja 434'an de dewam dike. (13:30-18:00)