‘Ji kefen razîne, lê tu carî tilim li xwe nekin’

  • rojane
  • 09:29 15 Çile 2018
  • |
img

AMED - Selman Ozkan ê bav û 3 birayên wî bi salane girtîne, der barê hevdîtina herî dawî ya bi wan re kir de axivî û wiha got: “Bav û birayên min gotin ‘Ew ji kefen razîne, lê tu carî tulum li xwe nekin.’” Şafî Hayme yê 4 zarokên wî girtî jî, diyar kir ku divê li dijî vê bêhiqûqiyê kes bêdeng nemîn in.

Bertekên li dijî pêkanîna kincên yek tîpî ya ji bo girtiyan ku bi KHK’a Hejmara 696’an a di çarçoveyê OHAL’ê de hat derxistin, her ku diçe mezintir dibin. Di vê pêvajoyê de herî zêde xizmên girtiyan bi fikarin. Xizmên girtiyan, dixwazin ku berî encamek taloke derbikeve holê, dawî li vê pêkanînê bê anîn.  
 
4 ZAROKÊN WÎ DI GIRTÎGEHÊ DENE 
 
Yek ji kesên bertek nîşanî pêkanîna kincên yek tîpî da Nîmetullah Yurek ê 3 kur û keçeke wî girtîne. Ji zarokên Yurek, Kenan ku li Girtîgeha Kandirayê dimîne 19 sal, keça wî Candan a li Girtîgeha Gebzeyê dimîne 8 sal, kurê wî Ertan ê  li Girtîgena Tîpa T a Kayseriyê dimîne 7 salin girtine û kurê wî Cotkar Amara yê 7 meh girtiye hîna jî îdîanameya wî nehatiye amade kirin. Yurek, diyar kir  ku zarokên wî ji bo mafên bingehên ên gelê kurd parastin bi salane di girtîgehan de tên girtin û wiha axivî: “Bi pêkanîna kincên yek tîpî raste rast êrîşî rûmeta mirovan dikin. Bi vê pêkanînê dixwazin girtiyên siyasî di nêrîna civakê de bêqîmet bikin. Heya roje emrê min hebe ezê di rêça zarokên xwe de bimeşim.”
 
Yurek, qala hevdîtina bi zarokên xwe re kirî kir û wiha got: “Di hevdîtinê de zarokên min gotin ‘Emê tu carî kincên yek tîpî li xwe nekin. Gava vê pêkanînê ser me ferz bikin, emê biçirînin û bavêjin.’ Weke malbatekê girtiyan em ê heya dawî piştgiriyê bidin girtiyên xwe.” 
 
‘EM LI ŞÛNA TILIM KEFEN TERCÎH DIKIN’
 
Selman Ozkan ê bav û 3 birayên wî girtî jî, diyar kir ku ew bi gumanin ku ev pêkanîn bûyerên bi taloke bi xwe bîne. Bavê Ozkan, Mehmet Emîn ê 79 salî 22 sal, birayê wî Nevzat 12 sal, Murat 7 sal û Ahmet 3 salin girtine. Ozkan derbarê hevdîtina herî dawî ya bi bav û birayên xwe re kirî de wiha axivî: “Ji min re  gotin ‘Em ji kefen razîne, lê em ê tu carî tilim li xwe nekin.’ Heya dawî em rêzê didin vê biryara girtiyên xwe. Em ê derve de piştgiriyê bidin vê têkoşîna girtiyan.” 
 
‘GER BERTEK ZÊDE BIBIN DÊ PÊKANÎN RABE’
 
Şafî Hayme yê 4 zarokên wî girtî jî, diyar kir ku di serdema darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1989’an de jî bi biryar Şuraya Dewletê xwestin pêkanîna kincên yek tîpî li ser girtiyan ferz bikin, lê girtiyan bi têkoşînek mezin bertekên pir tund nîşanî vê pêkanînê dan û wiha axivî: “Generalên darbeya pêvajoya 12’ê Îlonê birêve birin, xwestin ku kesayeta girtiyan binpê bikin û wan bixwin bin dîsîplîneke leşkerî. Ji ber van sedam xwestin pêkanîna kincên yek tîpî li ser girtiyan ferz bikin. Lê ev pêkanîn rastî berxwedana girtiyên siyasî hat. Hemû beşên civakê jî piştgirî nedan vê pêkanîna faşîzane. Dîktatoriya 12’ê Îlonê nekarî vê pêkanînê bi ser bixe, dê hikûmeta AKP’ê gelo bi ser bixe? Bila kes xwe nexwapîne.”
 
Hayme, da zanîn ku divê li dijî vê bêhiqûqiyê kes bêdeng nemînin û wiha bi dawî kir: “Divê hemû kes bertekên xwe nîşan bidin û îtîraz bikin. Ger bertekên li dijî vê pêkanîn mezin bibin, dê nekarin bixin pratîkê.” 

Sernavên din

16/01/2018
15:02 Di çalakiya roja 434’emîn a Yukselê de 6 binçav kirin
14:58 Li dijî cilên yek tîp koordinasyon ava kirin: Divê hemû civak li dijî pêkanînê derkeve
14:39 Midurê dibistanê ji ber îstîsmarê ji kar dûr xistin
13:55 Doza Ayhan Bilgen hat dîtin
13:45 Gelê Efrînê: Em xwediyê vê axê ne, em ê li ber xwe bidin
13:40 38 karkerên sendîkayê dest bi çalakiyê kirin
13:28 Dest danîn ser nameyên girtiyên DHKP’C’î
13:16 HDP'ê: Hewldana dagirkirina Efrînê nayê qebûlkirin
12:58 Parêzerên Ocalan cara 722'an ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:56 Çîrokek Dersimê: Bêhna sorkirina gûşiyê gilgil
12:44 Îzgî: Ramanên Ocalan hêza ferbûnên mine
12:41 Rapora Freedom House: Tirkiye ket nava welatên ne azad
12:25 HDP'ê der barê 'plana çong şikandinê' de pêşniyarnameya lêkolînê da
12:21 Danişîna Demîrtaş dê li Girtîgeha Sîncanê bê dîtin
12:13 The Times: Recep Tayip Erdogan li Suriyê bi agir dilîze
11:59 12 hezar û 322 lîra ceza li peyva Kurdistan birîn
11:49 Gelê Ezaz û Marî: Em ne Rejîma Sûriyê û ne ya Tirkiyê dixwazin
11:32 'Êdî dema ji AKP’ê re bêje raweste hatiye’
11:31 Parlamenter Berberoglu kelepçeyê red kir
11:24 Di doza îstîsmara Êlihê de 2 bersûcên girtî jî hatin berdan
11:20 9 sal û 9 meh ceza li rojnamegeran birîn
10:49 Kemalbay: Gelên li Tirkiyeyê jiyanek nû heq dikin
10:26 Girtî: Em ê li ber xwe bidin, em li benda piştgiriya we ne jî
10:16 Li dijî OHAL’ê înîsiyatîfek nû tê avakirin
10:03 Polîsan Edîtorê Kovara Demokratîk Modernîte Ergul binçav kirin
10:02 Prof. Dr. Kurul: Ji bo hemwelatiyek çalak dem dema gotinê ye
09:30 Ji berbangê heta êvarê li nav zeviyan dixebitin
09:29 Bandora OHAL’ê ya li ser wêjeyê: Em bi hilberînê bersiv bidin
09:28 Jin li her qadê dikare bi ser bikeve'
09:28 Wezaretê 8 serlêdanên ji bo girtiya nexweş Demîrê red kirin
09:27 Li Girtîgeha Tarsûsê ferzkirina hejmariya leşkerî
09:27 Hiqûqnas Ozer: Wê yekîtî bandoreke erênî li Rojhilata Navîn bike
09:12 Yûrdatapan: Di tu wijdan û exlaqê de rûxandina goran tune ye
09:12 'Êrîşa li hemberî goristanan xweqedandin e'
09:11 Kamyonên 'Ruhstîn': Di 21 mehan de 39 kes kuştin
09:09 Berxwedêrê Zindana Amedê: Wê girtiyên şoreşger yek tîpiyê qebûl nekin
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2018'AN
15/01/2018
17:56 Demîrtaş dê beşdarî danişîna doza Enqereyê bibe
17:28 Li Girtîgeha Sîlîvrî cilan nadin girtiyan
17:04 Kesê li avahiya Edliyê ji qatê 3'an, ket birîndar bû
16:44 Walîtiyê panela kincên yek tîpî ya ÎHD'ê qedexe kir
16:15 Bersûcê cînayeta jinê piştî 10 mehan hat girtin
16:12 Dadgehê serlêdana îtîraza ji bo Mehmet Altan red kir
15:47 KCD: Êrîşê li dijî Efrînê li dijî hebûna kurdan e
15:09 Li Amedê operasyona medya civakî: 18 kes hatin binçavkirin
14:56 HDP: Tev li konferansa li dijî cilên yek rengî bibin
14:26 Polîsan 4 kes li Kolana Yukselê binçav kirin
14:07 Girtiyê nexweş ê emeliyatkirî bi ranzayê ve kelepçe kirin
13:59 Doza rojnamegerên ji doza 10'ê Cotmehê dihatin darizandin ket
13:59 Dr. Mizrakli û Dr. Koç derketin pêşberî dadger
13:52 Karkerê ku xwe şewitand di bin zextan de ye?
13:35 Di doza ‘Na hîna ne qediyaye’ de dîmen ji ewlekariyê hat xwestin
13:22 Ciwanê ji Sûriyeyê ji aliyê cîranê xwe ve hat kuştin
13:17 Ji 87 saziyên jinan li dijî OHAL’ê kampanyaya îmzeyan
12:44 HDP çiye û çawa derket holê?
12:16 Sancar: Bandora AYM’ê tune be divê mirov li ser AYM’ê fatiha bixwîne
12:04 Ji bo kongreya HDP’ê mîlyonek vexwendname hatin çapkirin
11:23 Turmen: Pêdiviya Tirkiyeyê bi HDP’ê heye
11:14 Rêveberê HDP’ê Cumalî Kaya hat binçavkirin
11:11 Rejîma Sûriyê rê li pêş derbasbûna Tirkiyê ya Minbicê vedike
10:54 ‘Desthilatdarî jiyana karkeran tune dihesibîne'
10:43 Nexweşa penceşêrê ya bertek nîşanî wezîr dabû jiyana xwe ji dest da
10:29 ‘Di kongreyê de tecrîd lanetkirin dê helwesta li dijî 'mutabaqata neteweyî' be’
10:17 Cotkar: Em li ber bankayan bûn wekî parsekan
10:12 Rojnameger Ozugurlu: Ya gefan li Tirkiye dixwe ne Efrîn El Nusra ye
09:51 Bedelê binçavkirina 29 rojan a ixbara bêbinî 4 hezar TL ye
09:50 ‘Biryara der barê Zana de îflasa AKP'ê ye'
09:29 ‘Ji kefen razîne, lê tu carî tilim li xwe nekin’
09:28 28 cenazeyên teşhîs kirin nadin malbatên wan
09:27 Irgat a HDP'î: Hikûmet bi artêşê bawer nabe
09:26 Zarok ji mezinan re dibin mînak
09:25 Kes dengê wan nabihîze
09:25 Diyanet sûc dike, divê bê cezakirin
09:24 Dayika Aştiyê ya 60 salî û ji sedî 86 astengdar nayê berdan
09:23 Jinên HDP'î: Em dê bi coş û girseyî biçin kongreyê
09:23 Rûsya ji êrîşên Tirkiyeyê re çavên xwe digire
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2018'AN
14/01/2018
17:35 'Dewlet hemû polîtîkayên OHAL'ê li dijî Îmraliyê dixe meryetê'
17:04 Bi sedan kes li dijî OHAL'ê demokrasiyê diqîrin
16:36 Kaboglu: Hêza heq di destê me de ye
16:17 Erdogan gef li gelên li Efrînê xwar
15:43 Li Kolana Yukselê 5 kes binçav kirin
15:33 ‘Em ê li dijî yek tîpê bi ruhê 14'ê Tîrmehê li ber xwe bidin’
15:06 Bîlgen: Hêza me zêde ye û em dikarin ji 7'ê Hezîranê jî derbastir bikin
14:29 Li Tirkiyeyê dema tu karkerê înşaetê bî, jiyan zehmet e
14:08 Konferansa jinan a Stenbol û Enqereyê: Em natirsin, em ê li ber xwe bidin
12:42 Di êrîşa fuzeyê de leşkerek mir
11:50 Ji destşoyên wargeha xwendekaran herî diherike!
11:30 Girtiya nexweş bi yek kêlê roviyên wê li derve têkoşîna jiyanê dide
11:10 Li ber balyozxaneyê şer: Kesek kuştin
10:06 Malbat 3 roj e li cenaze digere
09:49 Polîsan gule li erebeyekî reşand û kesek kuşt
09:25 ‘Krîza aborî bandorek neyêyî li ser fûara pirtûkan kir’
09:24 Piştî daxwaza ji bo lîmonan kêm bû berê xwe dan mûzan
09:23 Jinên kurd: Werin em bi hev re tev bigerin
09:23 Çîroka berxwedana Mamakê
09:22 Ji ber zexîreyên ji mala xwe re kirî 6 sal ceza lê hat birîn!
09:21 Wê sibê kesên li Êlihê zarok îstismar kiribûn bên darizandin
09:20 Cinayeta Nîhat Kazanhan û 'bêcezatî'
09:20 Ji ber daxwaznameya ji Wezareta Dadê re şand ceza lê hat birîn