‘Ji kefen razîne, lê tu carî tilim li xwe nekin’ 2018-01-15 09:29:31 AMED - Selman Ozkan ê bav û 3 birayên wî bi salane girtîne, der barê hevdîtina herî dawî ya bi wan re kir de axivî û wiha got: “Bav û birayên min gotin ‘Ew ji kefen razîne, lê tu carî tulum li xwe nekin.’” Şafî Hayme yê 4 zarokên wî girtî jî, diyar kir ku divê li dijî vê bêhiqûqiyê kes bêdeng nemîn in. Bertekên li dijî pêkanîna kincên yek tîpî ya ji bo girtiyan ku bi KHK’a Hejmara 696’an a di çarçoveyê OHAL’ê de hat derxistin, her ku diçe mezintir dibin. Di vê pêvajoyê de herî zêde xizmên girtiyan bi fikarin. Xizmên girtiyan, dixwazin ku berî encamek taloke derbikeve holê, dawî li vê pêkanînê bê anîn.     4 ZAROKÊN WÎ DI GIRTÎGEHÊ DENE    Yek ji kesên bertek nîşanî pêkanîna kincên yek tîpî da Nîmetullah Yurek ê 3 kur û keçeke wî girtîne. Ji zarokên Yurek, Kenan ku li Girtîgeha Kandirayê dimîne 19 sal, keça wî Candan a li Girtîgeha Gebzeyê dimîne 8 sal, kurê wî Ertan ê  li Girtîgena Tîpa T a Kayseriyê dimîne 7 salin girtine û kurê wî Cotkar Amara yê 7 meh girtiye hîna jî îdîanameya wî nehatiye amade kirin. Yurek, diyar kir  ku zarokên wî ji bo mafên bingehên ên gelê kurd parastin bi salane di girtîgehan de tên girtin û wiha axivî: “Bi pêkanîna kincên yek tîpî raste rast êrîşî rûmeta mirovan dikin. Bi vê pêkanînê dixwazin girtiyên siyasî di nêrîna civakê de bêqîmet bikin. Heya roje emrê min hebe ezê di rêça zarokên xwe de bimeşim.”   Yurek, qala hevdîtina bi zarokên xwe re kirî kir û wiha got: “Di hevdîtinê de zarokên min gotin ‘Emê tu carî kincên yek tîpî li xwe nekin. Gava vê pêkanînê ser me ferz bikin, emê biçirînin û bavêjin.’ Weke malbatekê girtiyan em ê heya dawî piştgiriyê bidin girtiyên xwe.”    ‘EM LI ŞÛNA TILIM KEFEN TERCÎH DIKIN’   Selman Ozkan ê bav û 3 birayên wî girtî jî, diyar kir ku ew bi gumanin ku ev pêkanîn bûyerên bi taloke bi xwe bîne. Bavê Ozkan, Mehmet Emîn ê 79 salî 22 sal, birayê wî Nevzat 12 sal, Murat 7 sal û Ahmet 3 salin girtine. Ozkan derbarê hevdîtina herî dawî ya bi bav û birayên xwe re kirî de wiha axivî: “Ji min re  gotin ‘Em ji kefen razîne, lê em ê tu carî tilim li xwe nekin.’ Heya dawî em rêzê didin vê biryara girtiyên xwe. Em ê derve de piştgiriyê bidin vê têkoşîna girtiyan.”    ‘GER BERTEK ZÊDE BIBIN DÊ PÊKANÎN RABE’   Şafî Hayme yê 4 zarokên wî girtî jî, diyar kir ku di serdema darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1989’an de jî bi biryar Şuraya Dewletê xwestin pêkanîna kincên yek tîpî li ser girtiyan ferz bikin, lê girtiyan bi têkoşînek mezin bertekên pir tund nîşanî vê pêkanînê dan û wiha axivî: “Generalên darbeya pêvajoya 12’ê Îlonê birêve birin, xwestin ku kesayeta girtiyan binpê bikin û wan bixwin bin dîsîplîneke leşkerî. Ji ber van sedam xwestin pêkanîna kincên yek tîpî li ser girtiyan ferz bikin. Lê ev pêkanîn rastî berxwedana girtiyên siyasî hat. Hemû beşên civakê jî piştgirî nedan vê pêkanîna faşîzane. Dîktatoriya 12’ê Îlonê nekarî vê pêkanînê bi ser bixe, dê hikûmeta AKP’ê gelo bi ser bixe? Bila kes xwe nexwapîne.”   Hayme, da zanîn ku divê li dijî vê bêhiqûqiyê kes bêdeng nemînin û wiha bi dawî kir: “Divê hemû kes bertekên xwe nîşan bidin û îtîraz bikin. Ger bertekên li dijî vê pêkanîn mezin bibin, dê nekarin bixin pratîkê.”