Ji ber daxwaznameya ji Wezareta Dadê re şand ceza lê hat birîn

  • rojane
  • 09:20 14 Çile 2018
  • |
img

STENBOL –Ji ber daxwaznameya ku ji Wezareta Dadê re şand, girtîgehê 11 roj cezayê hucreyê li Sabahattîn Tekînê birî. Dadweriya Înfazê ceza xera kir. Îdareyê jî serî li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Anadoluyê da û ji vir jî tu encam wernegirtin. Li ser vê îdareyê serî li du dozgeran da û giliyê Tekîn kir. 

Sabahattîn Tekînê ku di Girtîgeha Tîpa L a Jimare 1 a Maltepeyê de ye, di Nîsana 2017'an de ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan şermezar bike 5 rojan ketibû greva birçîbûnê û bi daxwanameyekê sedema vê grevê ji Wezareta Dadê re şandibû. Lê ji ber ket greva birçîbûnê îdareya girtîgehê cezayê dîsîplînê li Tekîn birî. Îdareyê qîma xwe bi vê jî neanî, îdia kir ku di daxwaznameya ku ji Wezareta Dadê re şandiye de "propagandaya rêxistinê" kiriye û ji ber vê 11 roj cezayê hucreyê lê birî. 
 
Tekîn nameyek şand û di vê nameyê de tiştên ku hatine serê wî vegotin. Tekîn destnîşan kir ku wî li ser cezayê hucreyê yê ku îdareya girtîgehê lê biriye serî li Dadweriya Înfazê daye û dadweriyê diyar kir ku ji bo propagandayê tu şert û merc tune ne û cezayê hatibû dayîn xera kiriye. Her wiha Tekîn di nameyê de bi lêv kir ku Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Anadolûya Stenbolê jî biryara Dadweriya Înfazê pesend kiriye, lê belê piştî vê îdareya girtîgehê li Serdozgeriya Komarê ya Anadolûya Stenbolê giliyê wî kiriye. Tekîn ev tişt gotin: "Li ser navê Dozgerê Komarê Davut Yilmaz teblîxat ji min re hat û serlêdana îdareyê bi biryara neşopandinê bi encam bû. Di teblîxatê de hatibû diyarkirin ku di nav 15 rojan de ji bo îtirazê dikarin serî li Dadweriza Cezayê Sulhê ya Anadolûyê bidin. Paşê tu teblîxat ji min re nehatin." 
 
‘GIRTÎGEH DOZGER NE ECIBAND' 
 
Tekîn destnîşan kir ku piştî demekê gazî wî hatiye kirin û bi SEGBÎS'ê îfadeya wî hatiye girtin. Tekîn diyar kir ku vê care jî îdianameyek ji aliyê Dozgerê Komarê Onur Rifat Atilgan ve hatiye amadekirin û ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 34'emîn a Asliyeyê ya Stenbolê ve hatiye qebûlkirin dane wî. Tekîn destnîşan kir ku îdareya girtgehê bi israr xwestiye ceza lê bê birîn û wiha got: "Gelo qey biryara dozgerê berê ne ecibandiye û ji aliyê dozgerekî din ve ji nû ve lêpirsîn daye destpêkirin?" 
 
Her wiha Tekîn di nameya xwe de balê kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê jî û destnîşan kir ku Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê nadin wan û heftê rojekê tenê wan derdixin qada hevpar û bi hinceta "ewlehiyê" destûra guherandina odeyan nayê kirin û li gel biryara Dadweriya Înfazê heye, dîsa jî îdareya girtîgehê pirtûkên ji wan re tên şandin nadin wan. 
 
MA / Muhammet Dogru
 

Sernavên din

16/01/2018
15:02 Di çalakiya roja 434’emîn a Yukselê de 6 binçav kirin
14:58 Li dijî cilên yek tîp koordinasyon ava kirin: Divê hemû civak li dijî pêkanînê derkeve
14:39 Midurê dibistanê ji ber îstîsmarê ji kar dûr xistin
13:55 Doza Ayhan Bilgen hat dîtin
13:45 Gelê Efrînê: Em xwediyê vê axê ne, em ê li ber xwe bidin
13:40 38 karkerên sendîkayê dest bi çalakiyê kirin
13:28 Dest danîn ser nameyên girtiyên DHKP’C’î
13:16 HDP'ê: Hewldana dagirkirina Efrînê nayê qebûlkirin
12:58 Parêzerên Ocalan cara 722'an ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:56 Çîrokek Dersimê: Bêhna sorkirina gûşiyê gilgil
12:44 Îzgî: Ramanên Ocalan hêza ferbûnên mine
12:41 Rapora Freedom House: Tirkiye ket nava welatên ne azad
12:25 HDP'ê der barê 'plana çong şikandinê' de pêşniyarnameya lêkolînê da
12:21 Danişîna Demîrtaş dê li Girtîgeha Sîncanê bê dîtin
12:13 The Times: Recep Tayip Erdogan li Suriyê bi agir dilîze
11:59 12 hezar û 322 lîra ceza li peyva Kurdistan birîn
11:49 Gelê Ezaz û Marî: Em ne Rejîma Sûriyê û ne ya Tirkiyê dixwazin
11:32 'Êdî dema ji AKP’ê re bêje raweste hatiye’
11:31 Parlamenter Berberoglu kelepçeyê red kir
11:24 Di doza îstîsmara Êlihê de 2 bersûcên girtî jî hatin berdan
11:20 9 sal û 9 meh ceza li rojnamegeran birîn
10:49 Kemalbay: Gelên li Tirkiyeyê jiyanek nû heq dikin
10:26 Girtî: Em ê li ber xwe bidin, em li benda piştgiriya we ne jî
10:16 Li dijî OHAL’ê înîsiyatîfek nû tê avakirin
10:03 Polîsan Edîtorê Kovara Demokratîk Modernîte Ergul binçav kirin
10:02 Prof. Dr. Kurul: Ji bo hemwelatiyek çalak dem dema gotinê ye
09:30 Ji berbangê heta êvarê li nav zeviyan dixebitin
09:29 Bandora OHAL’ê ya li ser wêjeyê: Em bi hilberînê bersiv bidin
09:28 Jin li her qadê dikare bi ser bikeve'
09:28 Wezaretê 8 serlêdanên ji bo girtiya nexweş Demîrê red kirin
09:27 Li Girtîgeha Tarsûsê ferzkirina hejmariya leşkerî
09:27 Hiqûqnas Ozer: Wê yekîtî bandoreke erênî li Rojhilata Navîn bike
09:12 Yûrdatapan: Di tu wijdan û exlaqê de rûxandina goran tune ye
09:12 'Êrîşa li hemberî goristanan xweqedandin e'
09:11 Kamyonên 'Ruhstîn': Di 21 mehan de 39 kes kuştin
09:09 Berxwedêrê Zindana Amedê: Wê girtiyên şoreşger yek tîpiyê qebûl nekin
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2018'AN
15/01/2018
17:56 Demîrtaş dê beşdarî danişîna doza Enqereyê bibe
17:28 Li Girtîgeha Sîlîvrî cilan nadin girtiyan
17:04 Kesê li avahiya Edliyê ji qatê 3'an, ket birîndar bû
16:44 Walîtiyê panela kincên yek tîpî ya ÎHD'ê qedexe kir
16:15 Bersûcê cînayeta jinê piştî 10 mehan hat girtin
16:12 Dadgehê serlêdana îtîraza ji bo Mehmet Altan red kir
15:47 KCD: Êrîşê li dijî Efrînê li dijî hebûna kurdan e
15:09 Li Amedê operasyona medya civakî: 18 kes hatin binçavkirin
14:56 HDP: Tev li konferansa li dijî cilên yek rengî bibin
14:26 Polîsan 4 kes li Kolana Yukselê binçav kirin
14:07 Girtiyê nexweş ê emeliyatkirî bi ranzayê ve kelepçe kirin
13:59 Doza rojnamegerên ji doza 10'ê Cotmehê dihatin darizandin ket
13:59 Dr. Mizrakli û Dr. Koç derketin pêşberî dadger
13:52 Karkerê ku xwe şewitand di bin zextan de ye?
13:35 Di doza ‘Na hîna ne qediyaye’ de dîmen ji ewlekariyê hat xwestin
13:22 Ciwanê ji Sûriyeyê ji aliyê cîranê xwe ve hat kuştin
13:17 Ji 87 saziyên jinan li dijî OHAL’ê kampanyaya îmzeyan
12:44 HDP çiye û çawa derket holê?
12:16 Sancar: Bandora AYM’ê tune be divê mirov li ser AYM’ê fatiha bixwîne
12:04 Ji bo kongreya HDP’ê mîlyonek vexwendname hatin çapkirin
11:23 Turmen: Pêdiviya Tirkiyeyê bi HDP’ê heye
11:14 Rêveberê HDP’ê Cumalî Kaya hat binçavkirin
11:11 Rejîma Sûriyê rê li pêş derbasbûna Tirkiyê ya Minbicê vedike
10:54 ‘Desthilatdarî jiyana karkeran tune dihesibîne'
10:43 Nexweşa penceşêrê ya bertek nîşanî wezîr dabû jiyana xwe ji dest da
10:29 ‘Di kongreyê de tecrîd lanetkirin dê helwesta li dijî 'mutabaqata neteweyî' be’
10:17 Cotkar: Em li ber bankayan bûn wekî parsekan
10:12 Rojnameger Ozugurlu: Ya gefan li Tirkiye dixwe ne Efrîn El Nusra ye
09:51 Bedelê binçavkirina 29 rojan a ixbara bêbinî 4 hezar TL ye
09:50 ‘Biryara der barê Zana de îflasa AKP'ê ye'
09:29 ‘Ji kefen razîne, lê tu carî tilim li xwe nekin’
09:28 28 cenazeyên teşhîs kirin nadin malbatên wan
09:27 Irgat a HDP'î: Hikûmet bi artêşê bawer nabe
09:26 Zarok ji mezinan re dibin mînak
09:25 Kes dengê wan nabihîze
09:25 Diyanet sûc dike, divê bê cezakirin
09:24 Dayika Aştiyê ya 60 salî û ji sedî 86 astengdar nayê berdan
09:23 Jinên HDP'î: Em dê bi coş û girseyî biçin kongreyê
09:23 Rûsya ji êrîşên Tirkiyeyê re çavên xwe digire
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2018'AN
14/01/2018
17:35 'Dewlet hemû polîtîkayên OHAL'ê li dijî Îmraliyê dixe meryetê'
17:04 Bi sedan kes li dijî OHAL'ê demokrasiyê diqîrin
16:36 Kaboglu: Hêza heq di destê me de ye
16:17 Erdogan gef li gelên li Efrînê xwar
15:43 Li Kolana Yukselê 5 kes binçav kirin
15:33 ‘Em ê li dijî yek tîpê bi ruhê 14'ê Tîrmehê li ber xwe bidin’
15:06 Bîlgen: Hêza me zêde ye û em dikarin ji 7'ê Hezîranê jî derbastir bikin
14:29 Li Tirkiyeyê dema tu karkerê înşaetê bî, jiyan zehmet e
14:08 Konferansa jinan a Stenbol û Enqereyê: Em natirsin, em ê li ber xwe bidin
12:42 Di êrîşa fuzeyê de leşkerek mir
11:50 Ji destşoyên wargeha xwendekaran herî diherike!
11:30 Girtiya nexweş bi yek kêlê roviyên wê li derve têkoşîna jiyanê dide
11:10 Li ber balyozxaneyê şer: Kesek kuştin
10:06 Malbat 3 roj e li cenaze digere
09:49 Polîsan gule li erebeyekî reşand û kesek kuşt
09:25 ‘Krîza aborî bandorek neyêyî li ser fûara pirtûkan kir’
09:24 Piştî daxwaza ji bo lîmonan kêm bû berê xwe dan mûzan
09:23 Jinên kurd: Werin em bi hev re tev bigerin
09:23 Çîroka berxwedana Mamakê
09:22 Ji ber zexîreyên ji mala xwe re kirî 6 sal ceza lê hat birîn!
09:21 Wê sibê kesên li Êlihê zarok îstismar kiribûn bên darizandin
09:20 Cinayeta Nîhat Kazanhan û 'bêcezatî'
09:20 Ji ber daxwaznameya ji Wezareta Dadê re şand ceza lê hat birîn