Ji ber daxwaznameya ji Wezareta Dadê re şand ceza lê hat birîn 2018-01-14 09:20:15 STENBOL –Ji ber daxwaznameya ku ji Wezareta Dadê re şand, girtîgehê 11 roj cezayê hucreyê li Sabahattîn Tekînê birî. Dadweriya Înfazê ceza xera kir. Îdareyê jî serî li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Anadoluyê da û ji vir jî tu encam wernegirtin. Li ser vê îdareyê serî li du dozgeran da û giliyê Tekîn kir.  Sabahattîn Tekînê ku di Girtîgeha Tîpa L a Jimare 1 a Maltepeyê de ye, di Nîsana 2017'an de ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan şermezar bike 5 rojan ketibû greva birçîbûnê û bi daxwanameyekê sedema vê grevê ji Wezareta Dadê re şandibû. Lê ji ber ket greva birçîbûnê îdareya girtîgehê cezayê dîsîplînê li Tekîn birî. Îdareyê qîma xwe bi vê jî neanî, îdia kir ku di daxwaznameya ku ji Wezareta Dadê re şandiye de "propagandaya rêxistinê" kiriye û ji ber vê 11 roj cezayê hucreyê lê birî.    Tekîn nameyek şand û di vê nameyê de tiştên ku hatine serê wî vegotin. Tekîn destnîşan kir ku wî li ser cezayê hucreyê yê ku îdareya girtîgehê lê biriye serî li Dadweriya Înfazê daye û dadweriyê diyar kir ku ji bo propagandayê tu şert û merc tune ne û cezayê hatibû dayîn xera kiriye. Her wiha Tekîn di nameyê de bi lêv kir ku Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Anadolûya Stenbolê jî biryara Dadweriya Înfazê pesend kiriye, lê belê piştî vê îdareya girtîgehê li Serdozgeriya Komarê ya Anadolûya Stenbolê giliyê wî kiriye. Tekîn ev tişt gotin: "Li ser navê Dozgerê Komarê Davut Yilmaz teblîxat ji min re hat û serlêdana îdareyê bi biryara neşopandinê bi encam bû. Di teblîxatê de hatibû diyarkirin ku di nav 15 rojan de ji bo îtirazê dikarin serî li Dadweriza Cezayê Sulhê ya Anadolûyê bidin. Paşê tu teblîxat ji min re nehatin."    ‘GIRTÎGEH DOZGER NE ECIBAND'    Tekîn destnîşan kir ku piştî demekê gazî wî hatiye kirin û bi SEGBÎS'ê îfadeya wî hatiye girtin. Tekîn diyar kir ku vê care jî îdianameyek ji aliyê Dozgerê Komarê Onur Rifat Atilgan ve hatiye amadekirin û ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 34'emîn a Asliyeyê ya Stenbolê ve hatiye qebûlkirin dane wî. Tekîn destnîşan kir ku îdareya girtgehê bi israr xwestiye ceza lê bê birîn û wiha got: "Gelo qey biryara dozgerê berê ne ecibandiye û ji aliyê dozgerekî din ve ji nû ve lêpirsîn daye destpêkirin?"    Her wiha Tekîn di nameya xwe de balê kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê jî û destnîşan kir ku Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê nadin wan û heftê rojekê tenê wan derdixin qada hevpar û bi hinceta "ewlehiyê" destûra guherandina odeyan nayê kirin û li gel biryara Dadweriya Înfazê heye, dîsa jî îdareya girtîgehê pirtûkên ji wan re tên şandin nadin wan.    MA / Muhammet Dogru