Di çalakiya şemiyê de ji bo Basanê edalet xwestin

  • rojane
  • 14:36 13 Çile 2018
  • |
img

STENBOL – Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî di çalakiya Dayikên Şemiyê de axivî, bal kişand ser Komkujiya Basanê û gotinên wezîrê berê Adnan Ekmen ên wekî "Karê JÎTEM'ê bû me neanî ziman" bi bîr xist. Yolerî aşkera kir ku 22 sal e polîtîkaya bê ceza dewam dike û xwest kujer bên cezakirin.

Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û faîl bên darizandin, 668 caran li Qada Galatasarayê hatin gel hev. Di çalakiyê de pankarta "Faîl diyar in, winda li ku ne?" hat vekirin qurnefîlên sor û laçikên spî yên ku aştiyê temsîl dikin danîn ser wêneyên windayan. Di çalakiya vê hefteyê de komkujiya Basana Şirnexê bal kişand û welatiyan xwest berpirsyar bên cezakirin.
 
‘DEWLETÊ BIXWE KIR’
 
Muzîkjen Şanar Yurdatapan ê di dema Komkujiya Basanê de di Koma Xebatê ya Bi Hev Re ya Ji Bo Aştiyê de dixebitî, aşkera kir ku dewletê di Komkujiya Basanê xwe daye dest û ev tişt got: "Wê demê daxuyaniyên ku hatin dayîn, xwestin bûyerê bavêjin stûyê PKK'ê. Lê PKK'ê ev daxuyanî derew derxistin."
 
‘HÛN ÇI BIKIN JÎ EM Ê AŞTIYÊ BIXWAZIN’
 
Keça Ahmet Kaya yê di 12'ê Çileya 1996'an de di bin çavan de hat kuştin Emîne Erbek Kaya jî ev tişt got: "Dilê me bû xwelî. Ev 22 sal e em heman êşê dikişînin. Heta ku em bijîn em ê li windayan bigerin. Em aştiyê dixwazin. Hûn me bişewitînin jî bikujin jî em aştiyê dixwazin. Kesên wijdana wan heyî divê vî dengî bibîhîse." Nebiya Ahmet Kaya Rojîn Kaya jî wiha axivî: "Leşkeran kalê min kuşt. Em bi hesreta wî man." 
 
Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî, daxuyaniya hefteyê xwend û wiha pê de çû: "Di 15'ê Çileya 1996'an de li gundê Koçyurdu ya Basana Şirnexê mînîbûsek gulebaran kirin. Di mînîbûsê de 7 gundî û 4 jî cerdevan hebûn. Mînîbûs destpêkê hat gulebarankirin û piştre hat şewitandin. Ji bo xatirê heqîqet û edaletê Komkujiya Basanê nedin ji bîrkirin."
 
'WEZÎRÊ WÊ DEMÊ ÎTIRAF KIR'
 
Yolerî destnîşan kir ku piştî 13 salan wezîrê wê demê Adnan Ekmen axivî ye û ev tişt got: "Ekmen got ku 'Diviya bû be bigota ku JÎTEM'ê ev yek kiriye' û her tişt vegoti."
 
Yolerî derbirî ku 22 sal bi ser Komkujiya Basanê re derbas bûye, hêj kujer nehatine cezakirin û wiha got: "Gundiyên bi navê Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Halît Kaya, Alî Nas, Neytullah Îlhan û Ramazan Oruç, cerdevanên bi navê Hamît Yilmaz, Abdulhalîm Yilmaz, Mehmet Oner, Lokman Ozdemîr û ajokarê mînîbûsê Ramazan Nas, bi hovane kuştin. Bedenên ku bûbûn xwelî, beyî ku bidin malbatên wan hêzên ewlehiyê ew bi komî defin kirin. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ji bo her kesî gorek û rûmeta mirovahiyê pêwîwîst e."

Sernavên din

14/01/2018
09:01 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2018'AN
13/01/2018
23:32 Rojnamevan Keleş hat berdan
17:06 ‘Xebatkarên TV10'ê serbest berdin’
16:50 Di OHAL'ê de şidet û bêhiqûqî zêde bû
16:18 Rojnameger Selman Keleş sewqî edliyê kirin
16:17 TÎHV'ê li Wanê nûnertiya xwe vekir
15:40 TSK Efrînê topbaran dike
15:30 Ji malbatekê 7 kes binçav kirin
15:17 Ji bo Başdaş a ji sedî 86 astengdar azadî xwestin
15:15 Kongreya PYD`ê ya Ewropa dest pê kir
14:58 Pirsa kesên JÎTEM û Hizbullahê ew winda kirin pirsîn
14:56 Konca: Dê bi pêşengtiya jinan ber bi azadiyê ve bimeşin
14:36 Di çalakiya şemiyê de ji bo Basanê edalet xwestin
14:23 Rapora girtîgehan a Marmarayê: Li Îmraliyê mafê hevditinên parêzer û malbatê ji holê rabûye
14:22 Kemalbay: HDP baxçeyê gelan e
14:09 Rêxistinên elewiyan: Bila xebatkarên TV10 serbest bên berdan
13:58 KESK ‘Kooperatîfa Kedê ya Wanê' vekir
13:11 Ên li Sîlopiyê jiyana xwe ji dest dan şandin Enqereyê
13:06 Dadgehê 2 sal ceza li wekîlê HDP’î birî
13:00 Konferansa HDP'ê: Em li ser paradîgmaya Neteweya Demokratîk ava dibin
12:54 Panela têkildarî yek tîpî ‘bifikar’ hat dîtin
12:29 18 meh in girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê nekirine
12:00 Jîneolojî dê bibe hêviya azadiya hemû jinan
12:00 Tirkiye beriya Soçî planên nû amade dike
11:42 Goristana li Gimgimê bi tevahî rûxandin
11:28 Dev Yapi-Îş: Agirê S.A. dê we jî bişewitîne
11:14 Konferansa Jineolojî didome
10:54 Hem heye hem tune
10:34 Di bereqeyê de şewat derket 3 kes mirin
10:24 Turk: Pisîka reş û sipî ne girîng e kijan pisîk dikare mişk bigire girîng e
10:10 2 kes ji ber axaftinên telefonê hatin girtin
09:14 ‘Em dê eniya NA bi HDP’ê re bikin yek'
09:13 Bi tevkarî li dijî yek tîpiyê dest bi têkoşînê kirin
09:12 Ozsoy: Dîroka Tirkiyeyê dîroka şerê li dijî mirî û goristane ye
09:11 Turfent: Sûcdar dibe 'zarokê baş', yê sûc aşkere dike tê cezakirin
09:10 Di salvegera Roboskiyê de, ceza li nivîskarê ku behsa Roboskiyê kir hat birîn!
09:10 Jin bi saya bernameyên perwerdehiya kolektîf mafên xwe hîn dibin
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2018'AN
12/01/2018
21:39 Serlêdana malbatê a ji bo hevdîtina bi Ocalan re jî hat redkirin
19:16 Rojnameger Keleş hat binçavkirin
19:08 Karkerê înşeatê li ber Meclîsê xwe şewitand
16:34 Dadger: Navnîşana te li ku ye?
Demîrtaş: Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê ye
15:31 Hevşaredarê Bêgirê Tunç hat berdan
15:11 Baroya Amedê: Em ê destûrê nedin bûyer kiryar nediyar bimîne
15:11 Parazvanen jiyanê Tora Piştevanî û Ragihandinê ava kirin
15:10 HDP: Em cezayê li Zeydan hatiye birîn nas nakin
15:06 HDP li dijî cilên yek reng bi malbatên girtiyan re dicive
14:31 Demîrtaş anîn Edliya Bakirkoyê
14:28 Ji bo jehrîbûyîna xwendekaran dest bi lêpirsînê kirin
14:06 ATK’ê cenaze qebûl kirin: Divê ji bo DNA’yê malbat serlêdan bikin
14:06 Rapora pêzan malbata Muharrem bi qusûr dît
13:50 Wezaretê der barê HOH’ê de lêpirsîn da destpêkirin
13:30 ÎHD: Radyoyên li girtîgehan kom dikin
13:05 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:40 1’emîn Konferansa Jineolojiyê dest pê kir
12:39 Di KHK'a dawî de skandala agahiyên nasnameyan
12:28 Statûya Tîmên Taybet derxistin asta jor
12:24 Kamera girtin û îşkence kirin
12:05 Rojnameger Azak hat binçavkirin
11:50 Girtiyên tên sewqkirin cilên wan nadin
11:48 Başaran: Komîsyona OHAL’ê biryaran çima vedişêre?
11:47 Komên li Tirkiyê perwerde dibin li Sûriyê şer dikin
11:35 Ji bo avakirina Sûriyeyê Çînê zend û bend badan
10:42 Ji bo cezakirina ‘Kurdistan’ serî li AYM’ê dan
10:38 Otobusa rêwiyan li Sîlopya qulipî: 9 mirin 28 birîndar bûn
10:37 Polîsê Îranî yê ji Tebrizê meşiya Enqereyê: Kuçe ji rejîmê çêtir in
10:24 Demîrtaş: Divê kongre bibe baxçeyê gulan ê Tirkiye yê herî bi coş û rengîn
09:36 Parêzera Ocalan Karadeniz: Divê baro têkevin tevgerê
09:15 Ji bo jinan her der cihê parastinê ye
09:14 Ji ber polîtîkayên ewlehiyî pîşesazî qediya
09:14 Berteka li dijî yek tîpiyê didome: Wê bi berxwedana malbat û girtiyan bên qetandin
09:13 Rewşa Ûmûtê 4 salî yê polîs ew birîndar kir nebaş e
09:13 Endamê Komeleya 78'an: Me qebûl nekir, em qebûl nekin
09:12 Parlementer Onlu: AKP polîtîkayên 90 salan li Dersimê rojane dike
09:11 Wê KODA êdî wek komeleyekê tev bigere
09:10 Dê Wan bi ruhê 7'ê Hezîranê biçe kongreya HDP'ê
09:02 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2018'AN
08:20 KHK'yek din: Radyo û televîzyonek hat girtin 262 kes îxrac kirin
11/01/2018
20:06 Wekîltiya Zana betal kirin: Darbeya 2'ê Adarê dubare bû
19:07 Li Wanê erd hejiya
18:18 Serlêdana parêzeran a ji bo Ocalan dîsa hat redkirin
17:30 AYM’ê biryara berdana Mehmet Altan û Şahîn Alpay da
17:14 Rojnameger Şerîfe Oruç nehat berdan
16:36 Polîsên bersûcê kuştina 2 zarokan dê serbest bên darizandin
16:20 Dadgehê carek din 8 sal ceza li Parlamenter Zeydan birî
16:15 KESK’a Kocaeliyê: Di 14'ê Çileyê de em li Qada Azadiyê bin
16:15 Dadger 6 endamên Egîtim Sen'ê darizand
15:51 Girtiyên daxwazên wan qebûl bû çalakî bi dawî kirin
15:04 Leşkeran li Balikesîrê 7 kes binçav kirin
14:48 Tenê ew mabû ew jî girtin
14:40 ÎHD: Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin
14:39 AKP û MHP’ê tifaqa hilbijartinê ava dikin
14:16 Daxwaza beraeta Akademisyenan red kirin
14:15 624 zarok bi dayikên xwe re girtî ne
13:36 Jinan bertek nîşanî otobusên pembe dan: Dixwazin jinan ji civakê dûr bixin
13:24 Parêzerên Ocalan 721 car e ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin
13:11 Doza polîsên bûn sedema mirina her du birayan dest pê kir
12:28 Akademîsyen li pey soza xwe ne: Em ê nebin hevkarê vî sûcî
12:15 'Hişmendiya Diyanetê hişmendiya DAÎŞ'ê ye
11:00 Dosyayên Sabahat Tuncel bûn yek