Di çalakiya şemiyê de ji bo Basanê edalet xwestin 2018-01-13 14:36:44 STENBOL – Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî di çalakiya Dayikên Şemiyê de axivî, bal kişand ser Komkujiya Basanê û gotinên wezîrê berê Adnan Ekmen ên wekî "Karê JÎTEM'ê bû me neanî ziman" bi bîr xist. Yolerî aşkera kir ku 22 sal e polîtîkaya bê ceza dewam dike û xwest kujer bên cezakirin. Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û faîl bên darizandin, 668 caran li Qada Galatasarayê hatin gel hev. Di çalakiyê de pankarta "Faîl diyar in, winda li ku ne?" hat vekirin qurnefîlên sor û laçikên spî yên ku aştiyê temsîl dikin danîn ser wêneyên windayan. Di çalakiya vê hefteyê de komkujiya Basana Şirnexê bal kişand û welatiyan xwest berpirsyar bên cezakirin.   ‘DEWLETÊ BIXWE KIR’   Muzîkjen Şanar Yurdatapan ê di dema Komkujiya Basanê de di Koma Xebatê ya Bi Hev Re ya Ji Bo Aştiyê de dixebitî, aşkera kir ku dewletê di Komkujiya Basanê xwe daye dest û ev tişt got: "Wê demê daxuyaniyên ku hatin dayîn, xwestin bûyerê bavêjin stûyê PKK'ê. Lê PKK'ê ev daxuyanî derew derxistin."   ‘HÛN ÇI BIKIN JÎ EM Ê AŞTIYÊ BIXWAZIN’   Keça Ahmet Kaya yê di 12'ê Çileya 1996'an de di bin çavan de hat kuştin Emîne Erbek Kaya jî ev tişt got: "Dilê me bû xwelî. Ev 22 sal e em heman êşê dikişînin. Heta ku em bijîn em ê li windayan bigerin. Em aştiyê dixwazin. Hûn me bişewitînin jî bikujin jî em aştiyê dixwazin. Kesên wijdana wan heyî divê vî dengî bibîhîse." Nebiya Ahmet Kaya Rojîn Kaya jî wiha axivî: "Leşkeran kalê min kuşt. Em bi hesreta wî man."    Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî, daxuyaniya hefteyê xwend û wiha pê de çû: "Di 15'ê Çileya 1996'an de li gundê Koçyurdu ya Basana Şirnexê mînîbûsek gulebaran kirin. Di mînîbûsê de 7 gundî û 4 jî cerdevan hebûn. Mînîbûs destpêkê hat gulebarankirin û piştre hat şewitandin. Ji bo xatirê heqîqet û edaletê Komkujiya Basanê nedin ji bîrkirin."   'WEZÎRÊ WÊ DEMÊ ÎTIRAF KIR'   Yolerî destnîşan kir ku piştî 13 salan wezîrê wê demê Adnan Ekmen axivî ye û ev tişt got: "Ekmen got ku 'Diviya bû be bigota ku JÎTEM'ê ev yek kiriye' û her tişt vegoti."   Yolerî derbirî ku 22 sal bi ser Komkujiya Basanê re derbas bûye, hêj kujer nehatine cezakirin û wiha got: "Gundiyên bi navê Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Halît Kaya, Alî Nas, Neytullah Îlhan û Ramazan Oruç, cerdevanên bi navê Hamît Yilmaz, Abdulhalîm Yilmaz, Mehmet Oner, Lokman Ozdemîr û ajokarê mînîbûsê Ramazan Nas, bi hovane kuştin. Bedenên ku bûbûn xwelî, beyî ku bidin malbatên wan hêzên ewlehiyê ew bi komî defin kirin. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ji bo her kesî gorek û rûmeta mirovahiyê pêwîwîst e."