BALIKESÎR – Leşkeran li navçeyên Balikesîrê bi ser malan de girtin û 7 kes binçav kirin.
Leşkeran li navçeyên Ayvalik, Gomeç, Burhaniye, Edremît û Altieylul ên Balikesîrê bi ser gelek malan de girtin. Piştî lêgerîna li malan leşkaran 7 welatî binçav kirin. Hat zanîn ku bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kirine” welatî binçavkirin û birine Fermandariya Leşkeran a Balikesîrê.