Leşkeran li Balikesîrê 7 kes binçav kirin 2018-01-11 15:04:45 BALIKESÎR – Leşkeran li navçeyên Balikesîrê bi ser malan de girtin û 7 kes binçav kirin.  Leşkeran li navçeyên Ayvalik, Gomeç, Burhaniye, Edremît û Altieylul ên Balikesîrê bi ser gelek malan de girtin. Piştî lêgerîna li malan leşkaran 7 welatî binçav kirin. Hat zanîn ku bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kirine” welatî binçavkirin û birine Fermandariya Leşkeran a Balikesîrê.