Welatiyên hestiyên zarokên wan hatin revandin: Hestiyên zarokên me kirin çîmento

  • rojane
  • 09:08 11 Çile 2018
  • |
img

AMED - Şêniyên gundê Darê îdia kirin ku ji bo di çîmentoyê de bikar bînin, gorên wan hatine kolandin. Gundiyan xwest ocaxa qûmê bê girtin û wiha gotin: "Dixwazin JÎTEM'ê li ser me ferz bikin. Li kuderê dinyayê hatiye dîtin ku gor rakirine û birine." Keyayê gund jî diyar kir ku qeymeqam ji bo agahî belav nebe rê girtiye.

Çend roj berê li gundê Darê yê Çinara Amedê, makîneyên karî ji Girê Beykûrê qûm dikişandin Fabrîkaya Çeîmentoyê ya Mêrdînê. Lê belê gundiyan îdia kiribû cihê gorên wan hatine kolandin û ji bo çîmentoyê hatine birin û ev yek bûbû cihê bertekên tund. Piştî gundiyan hewl da ocaxa qûmê bê girtin, Qeymeqamê Navçeyê Selîm Kaya çû gund û lêkolîn kirin. Piştî lêkolînan qeymeqam îdia kir ku gor nehatine kolandin û birin. Lê belê dîsa jî gundî qanih nebûn û bertek nîşanî vê rewşê didin. Piştî gundiyan dîtiye gor ne li cihê xwe ne, qeymeqamê navçeyê gelek caran li keyayê gund geriyaye û ji bo bûyer di raya giştî de berbelav nebe gef lê xwarine û gotiye "an jê ez ê we hemûyan bidim girtin". Li gor îdiaya keyayê gund, qeymeqam hatiye gund, gundî tirsandiye û ji çapemeniya ku pê re hatiye li gor xwe nûçe dane nivîsandin. Her wiha li ser fermana qeymeqam cendirme li ocaxa qûmê hatin bicihkirin û 24 saetan nobetê digirin. 
 
Ji şêniyên gund Fethî Oztûna (51), dest nîşan kir ku gor ne li cihê xwe ne û ev tişt gotin: "Gorên me birine. Me serî rakir, lê dîsa jî me nikaribû xebatên ocaxa li vir rawestîne. Li dora wê 24 saetan leşker hene. Serdema JÎTEM'ê bi me didin jiyandin. Ji bo gorên heyî jî neçin, em dixwazin demildest ev ocax bê girtin." 
 
‘HESTIYÊN ZAROKÊ ME KIRIN ÇÎMENTO' 
 
Mehmet Cîhat Ozpinar jî xwest demildest ocax bê girtin û got ku ji ber ji aliyê dewletê ve tê parastin ocax hîn jî dixebite. Ozpinar got ku Fabrîkaya Çîmento ya Mêrdînê hestiyê zarokên wan kiriye çîmento û ev tişt gotin: "Ji ber ev ocax ji aliyê dewletê ve tê parastin hîn jî dixebite. Erdê me talan kirine. Koncalek mezin vekirine. Heywanên me diçin wir, zarokên me diçin em diqilqil in." 
 
'LI KUDERÊ CÎHANÊ HATIYE DÎTIN KU GOR HATINE RAKIRIN' 
 
Nasîhat Ozpinar jî bi lêv kir ku ew nikarin serdana gorên xwe bikin, ji ber ku leşker li dor goran nobetê digirin. Bedîha Ozpinar jî ji ber gora kurê xwe li cihê wê nedît bi hêrs e û wiha got: "Ma me çi kiriye ji wan, ku zarokên me dikin çîmento. Li kuderê dinyayê hatiye dîtin ku meriv ji umeta Muhemmed be û goran rabike." Muslîme Ozpinar jî wiha got: "Li tu deverê cîhanê tiştekî ku neqewimiye hat serê me." Gever Ozpinar, Fatma Ozpinar û Mehmet Saît Ozpinar jî xwestin demildest ocaxa qûmê bê girtin. 
 
'QEYMEQAM NAHÊLE'
 
Keyayê gund Mehmet Nûrî Ozpinar jî, destnîşan kir ku rayedarên dewletê bi darê zorê ocaxê didin xebitandin û wiha domand: "Gundî dibêjin cerdevanên bi şev û biroj nobetê digirin heqaretê li wan dikin. Naxwazim bûyerek biqewime. Naxwazim ne pozê leşkerekî ne jî yê sivîlekî xwînî bibe. Bila ev ocax demildest bê girtin. Doza heq û edaletê dikim. Wekî din tiştekî naxwazim. Em dixwazin bûyerê bi riya çapemeniyê ragihînin, lê belê Qeymeqamê Çinarê tim rê li ber vê digire. Qeymeqam hat gund û tiştên min gotin bi çapemeniya pê re hat neda nivîsandin. Dema ez dixwazim ji xebatkarê çapemeniyê re digot 'van deran nenivîsîne.'" 
 
MA / Rifat Şahin - Sonya Bayik

Sernavên din

11/01/2018
10:59 ‘Biryar dereng ma, lê bêhiqûqî aşkere bû'
10:44 'Goristan bi maşîneyên kar rûxandin û nava goran vala ye'
10:37 Uzgel: DYA naxwaze bi Erdogan re bixebite, Rûsya jî pê bawer nabe
10:22 Emniyetê got 'qeyda sûc tune', dozger dibêje 'endamên rêxistinê ne'
09:36 Ajokarên otobêsan bi taybetî li rêwiyên extiyar nasekinin
09:35 Dîwaneke din jî li helbesta kurdî zêde bû: dîwana hestiyan
09:10 Li Bazara Sîpahiyê ne dikan man, ne jî seyarfiroş man!
09:10 Dê tûrîzimê di binê betonê de bihêlin
09:09 150 rojin di yek huceryê de ye: 2 caran xwest întihar bike
09:08 Pirtûkxaneya Gel tenê di xizmeta sercerdevan Atak de ye
09:08 Welatiyên hestiyên zarokên wan hatin revandin: Hestiyên zarokên me kirin çîmento
09:07 'Erdogan dixwaze pîvanên xwe yên xwînî li Ewropayê bisepîne'
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2018'AN
10/01/2018
17:44 Înîsiyatîfa Mafan: Cezayê dan Baluken, zerarê dide aştî û edaletê
17:05 Li Pîranê 3 welatî hatin binçavkirin
15:33 Gotin ‘Di mala we de kesên bifikar hene’ dest danîn ser pasaporta wê
15:27 Dozger ji Sadak re 27 sal û nîv ceza xwest
15:27 Nexweşxaneyên wekî AVM nabin şîfa
15:14 Jinên KESK’î: Diyanet îstismarê rewa dike
15:09 500 jin û zarokên Êzidî ji DAIŞ'ê rizgar kirin
14:54 Cudakariya li dijî jinên trans ên girtî şermezar kirin
14:35 Girtiyê nexweş piştî demek dirêj emelyat bû
13:59 Dest danîn ser pêşenivîsara pirtûka ‘Xûmîna Çiyayan’
13:50 Tevgera Azadî di 19'ê Çileyê de diçe kongreyê
13:40 BÎGACEM piştgirî da rojnameger Sînan Aygul
12:57 Li Silopiyê tenê keldaniyek mabû ew jî binçav kirin
12:40 ‘Dê bi rojnamegertiyê heqîqet ronî bibe’
12:32 Îdlîb bajarê hatibû ji bîr kirin
12:14 Li Bakurê Sûriyeyê dê konferansa Jîneolojî pêk bê
11:55 Girtiya lingê wê hat jêkirin di hucreya yek kesî de ye
11:41 Aborîzan Muftuoglu: Hilberîn tune lê kirîna çekan heye
11:28 Afîşên bi kurdî birin meclisê
11:16 Polîsan bi ser mala Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê ve girt
11:00 Şîmşek: Şideta li dijî jinê her sal zêde bû
10:59 Uca: Me li ser agahiyên MÎT'ê pêşniyarname da meclîsê
10:46 Polîsan li Stenbolê 29 kes binçav kirin
10:39 ‘Êrîşên li dijî karkerên demsalî piştî KHK'yan zêde bûn'
10:18 Doza birayên hev Yildirim sibê tê dîtin
10:09 'Di 4 salan de 500 leşker bi fikar mirin’
09:51 Demîrtaş yekem car dê derkeve pêşberî dadger
09:14 Li dijî yek tîpiyê maseya krîzê tê avakirin
09:13 ‘Gelê Botan ji bo têkoşîna demokrasiyê tim amade ye'
09:12 Jinên amedî: Zarokên dilîzin dê çawa bizewicin?
09:12 Midûr ser tacîza mamsote bincil kir
09:11 Rojnamevan Orûç sibê derdikeve pêşberî dadger
09:10 KESK mîtînga 'Ne Rewşa Awarte, demokrasî' li dar dixe
09:09 Pisporê Tiba Edlî Bîçer: Protokola Minnesotayê îhlal dikin
09:09 Piştî îxrac bû 3 pirtûk çap kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2018'AN
09:00 100 girtî ji ber derman jahrînî bûn
09/01/2018
20:02 Serlêdana parêzerên Ocalan dîsa hat redkirin
17:29 Dervê Îzmirê li Helbestvan Ozturk qedexe kirin
17:26 Umutê 4 salî 24 roj in li nexweşxaneyê tê razandin
16:57 Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez li ser gorên xwe hatin bibîranîn
16:38 DAÎŞ'î axivî
16:05 Dozger xwest helbestvan Fadil Ozturk bê girtin
15:45 'Dengê Sara, Fîdan û Leyla li kuçeyan olan da’
14:48 9 kesên piştgirî dan Gulmen û Ozakça beraet kirin
14:44 Ji 14 polîsan polîsek tenê beşdarî danişînê bû
14:32 Welatê rojnamegerên naxebitin: Divê rojnameger bibin yek
14:27 Komîsyona Jinan a Baroya Wanê bertek nîşanî ‘Otobusa penbe’ da
14:18 Polîsan li Kolana Yukselê 4 çalakger binçav kir
14:17 Leşkeran êrîşî gora Fidan Dogan kirin
14:17 Bîlgen: Komkujiya Parîsê li dijî daxwaza aştiyê bû
14:16 Nûnertiya TGS’ê ya Amedê: Em 10’ê Çile pîroz nakin
13:32 Versîyona cerdevanan a nû: HOH
13:30 Kîşîn ê ji sedî 77 astengdar tahliye bû
12:59 Aram û Ava: Tev li fuarê bibin
12:58 Doza Somayê: Em li dijî her cûre bêhiqûqiyê li vir in
12:43 JIN TV di demek nêzîk de vedibe
12:16 15 girtî ji Xerpetê sirgûn kirin
11:49 Parêzerên Ocalan cara 720'emîn serlêdan kirin
11:43 Piştî 19 mehan derketin pêşberî dadgehê
11:18 Ji bo zarokên bi maşîneyên zirxî tên kuştin û birîndarkirin ‘hiqûq’ betal e
10:47 Şanoya Araf 10 salin li dû lêgerîna azadiyê ye
10:31 HDP’ê li dijî parastina hikumetê nêrînek berfireh da DMME’yê
09:52 Li Amedê 69 gund û mezra hatin qedexekirin
09:52 Li Edeneyê operasyon: 9 kes hatin binçavkirin
09:48 Xizmên girtiyan: Em ê li dijî Yek Tîp'ê li kolanan bin
09:23 Rojnameger: Li dijî zextan piştgirî şert e
09:23 Girtiya nexweş Seyran Demîr daket 35 kîloyan, hîn jî nayê berdan!
09:22 Hiqûqnas Kurşun: KHK'ya berpêşî Meclîsê neyê kirin ne derbasdar e
09:21 Rojnamevan Orûç: Em bi zorê dengê xwe radigihînin
09:20 Vê carê jî afîşên kurdî hatin rakirin!
09:19 Karker mexdûr kirin
09:19 Derûnas Balkan: Daxuyaniyên Diyanetê rê li ber îstismarê vedikin
09:18 Keskîn: Sakîne hevaleke dilnerm û baş bû
09:06 ‘Bijîşk girtiyên ku ferzkirina nasnameyê red dikin muayene nakin'
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2018'AN
08/01/2018
19:52 Hevserokê HDP’î Gumuş hat veşartin
18:17 AKP'ê dê OHAL'ê carek din dirêj bike
17:31 Uca: Komîsyona MÎT'ê lêkolîn dike ava bikin
16:42 HDK: Gel li dijî zordestiyê ne bê alternatif e
16:41 Endamên MÎT'ê hin tiştên din jî gotin
16:24 KÎD: Bêdeng nemînin
15:47 HDP: Rojeva sereke OHAL e: An OHAL an demokrasî
15:19 Cansiz, Dogan û Şaylemez li Moskowayê hatin bîranîn
14:56 Doza Soma dê sibê berdewam bike
14:48 Li dijî 'Cilên yek tîp' greva birçîbûnê
14:22 5 jinên girtî ji Xerpêtê sirgûnî girtîgehên cuda kirin