Welatiyên hestiyên zarokên wan hatin revandin: Hestiyên zarokên me kirin çîmento 2018-01-11 09:08:00 AMED - Şêniyên gundê Darê îdia kirin ku ji bo di çîmentoyê de bikar bînin, gorên wan hatine kolandin. Gundiyan xwest ocaxa qûmê bê girtin û wiha gotin: "Dixwazin JÎTEM'ê li ser me ferz bikin. Li kuderê dinyayê hatiye dîtin ku gor rakirine û birine." Keyayê gund jî diyar kir ku qeymeqam ji bo agahî belav nebe rê girtiye. Çend roj berê li gundê Darê yê Çinara Amedê, makîneyên karî ji Girê Beykûrê qûm dikişandin Fabrîkaya Çeîmentoyê ya Mêrdînê. Lê belê gundiyan îdia kiribû cihê gorên wan hatine kolandin û ji bo çîmentoyê hatine birin û ev yek bûbû cihê bertekên tund. Piştî gundiyan hewl da ocaxa qûmê bê girtin, Qeymeqamê Navçeyê Selîm Kaya çû gund û lêkolîn kirin. Piştî lêkolînan qeymeqam îdia kir ku gor nehatine kolandin û birin. Lê belê dîsa jî gundî qanih nebûn û bertek nîşanî vê rewşê didin. Piştî gundiyan dîtiye gor ne li cihê xwe ne, qeymeqamê navçeyê gelek caran li keyayê gund geriyaye û ji bo bûyer di raya giştî de berbelav nebe gef lê xwarine û gotiye "an jê ez ê we hemûyan bidim girtin". Li gor îdiaya keyayê gund, qeymeqam hatiye gund, gundî tirsandiye û ji çapemeniya ku pê re hatiye li gor xwe nûçe dane nivîsandin. Her wiha li ser fermana qeymeqam cendirme li ocaxa qûmê hatin bicihkirin û 24 saetan nobetê digirin.    Ji şêniyên gund Fethî Oztûna (51), dest nîşan kir ku gor ne li cihê xwe ne û ev tişt gotin: "Gorên me birine. Me serî rakir, lê dîsa jî me nikaribû xebatên ocaxa li vir rawestîne. Li dora wê 24 saetan leşker hene. Serdema JÎTEM'ê bi me didin jiyandin. Ji bo gorên heyî jî neçin, em dixwazin demildest ev ocax bê girtin."    ‘HESTIYÊN ZAROKÊ ME KIRIN ÇÎMENTO'    Mehmet Cîhat Ozpinar jî xwest demildest ocax bê girtin û got ku ji ber ji aliyê dewletê ve tê parastin ocax hîn jî dixebite. Ozpinar got ku Fabrîkaya Çîmento ya Mêrdînê hestiyê zarokên wan kiriye çîmento û ev tişt gotin: "Ji ber ev ocax ji aliyê dewletê ve tê parastin hîn jî dixebite. Erdê me talan kirine. Koncalek mezin vekirine. Heywanên me diçin wir, zarokên me diçin em diqilqil in."    'LI KUDERÊ CÎHANÊ HATIYE DÎTIN KU GOR HATINE RAKIRIN'    Nasîhat Ozpinar jî bi lêv kir ku ew nikarin serdana gorên xwe bikin, ji ber ku leşker li dor goran nobetê digirin. Bedîha Ozpinar jî ji ber gora kurê xwe li cihê wê nedît bi hêrs e û wiha got: "Ma me çi kiriye ji wan, ku zarokên me dikin çîmento. Li kuderê dinyayê hatiye dîtin ku meriv ji umeta Muhemmed be û goran rabike." Muslîme Ozpinar jî wiha got: "Li tu deverê cîhanê tiştekî ku neqewimiye hat serê me." Gever Ozpinar, Fatma Ozpinar û Mehmet Saît Ozpinar jî xwestin demildest ocaxa qûmê bê girtin.    'QEYMEQAM NAHÊLE'   Keyayê gund Mehmet Nûrî Ozpinar jî, destnîşan kir ku rayedarên dewletê bi darê zorê ocaxê didin xebitandin û wiha domand: "Gundî dibêjin cerdevanên bi şev û biroj nobetê digirin heqaretê li wan dikin. Naxwazim bûyerek biqewime. Naxwazim ne pozê leşkerekî ne jî yê sivîlekî xwînî bibe. Bila ev ocax demildest bê girtin. Doza heq û edaletê dikim. Wekî din tiştekî naxwazim. Em dixwazin bûyerê bi riya çapemeniyê ragihînin, lê belê Qeymeqamê Çinarê tim rê li ber vê digire. Qeymeqam hat gund û tiştên min gotin bi çapemeniya pê re hat neda nivîsandin. Dema ez dixwazim ji xebatkarê çapemeniyê re digot 'van deran nenivîsîne.'"    MA / Rifat Şahin - Sonya Bayik