DAÎŞ'î axivî

img

NAVENDA NÛÇEYAN – DAIŞ’iyekî ku xwe radestî QSD’ê kiribû li xwe mukur hat ku ew endeziyar kehrebe û rêjeya avê di bendavên çemê Feratê de bû û ji bo çareserkirina pirsgirêkên av û kehrebeyê hevpeymanên di navbera DAIŞ’ê û Tirkiyeyê de eşkere kirin. DAÎŞ'î behsa piştgiriya siyasî û gora Silêman Şah kir.

Endamê DAÎŞ'ê Musheb Ebdilfetah Mihemed ê li Erebîstana Siûdiyê ji dayîk bûye û dibistana seretayî li Siûdiyê xwendiye piştî ji aliyê QSD'ê ve hat girtin agahiyên girîng parve kirin. Li gorî Nûçeya ANHA'yê Mihemed bal kişand ser têkiliyên di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de. Mihemed fekûlteya endezyariya kehrebeyê li zanîngeheke Sûdanê temam kiriye. Mihemed bi çapemeniya Erebî ket bin bandorê û li ser vê yekê di sala 2014’an de beşdarî nava DAIŞ’ê bû. Mihemed ji bo biçe Sûriyeyê ji Sûdanê derket û berê xwe da Tirkiyeyê. Lê bi gotinên hevalekî xwe yê DAIŞ’î bi bandor bû û hişt ew jî beşdarî DAIŞ’ê bibe. Li gorî nûçeya Nûçegîhanê ANHA Alan Roj Mihemed wiha got: “Di destpêkê de min tu rêxistin an tabûreke leşkerî li Sûriyeyê ne pejirandin û tenê min xwest ez biçim Sûriyeyê. Di wê demê de me tabûrên leşkerî yên cûda nas ne dikirin û hevalekî min ê ji Sûdanê yê bi navê Xalid El-Salî ku endamekî DAIŞ’î bû û li bajaroka Ezazê bi cih bibû. Min peywendî bi wî re dikir heta ku ez gihîştim ba wî. Di wê demê de ez ji balefirgeha Xertûmê derketim Stenbûlê û ji vir jî ez bi toreya hundirîn çûm bajarê Dîlokê. Li Dîlokê ez çend rojan di hotêlekê de mam û min peywendî bi hevalê xwe Xalid re dikir û ez çûm bajarê Kîlîsê û ji wir ez derbasî bajaroka Ezazê yê Sûriyeyê bûm ku di wê demê de di bin serweriya DAIŞ’ê de bû. Li Ezazê ez ji aliyê hevalê xwe ve hatim pêşwazîkirin. Lê bi rastî min ne dizanî ku ez derbasî Sûriyeyê bûme ji ber ku çûn û hatina di navbera Ezazê de gelekî normal û hêsan bû û ez rast ti leşkerên Tirk an hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê nehatim û dema dihatin jî em di pêşiya çavên wan re derbas dibûn.”
 
PEYMANA AVA FIRATÊ Û GORA SILÊMAN ŞAH
 
Mihemed, da zanîn ku piştî ku aloziya Sûriyeyê dest pê kir dewleta Tirkiyeyê ji tevliheviya Sûriyeyê sûd wergirt û ava Feratê li ser cotkarên Sûriyeyê birî û wiha got: "Piştî ku DAIŞ’ê dagirkeriya herêmê kirin ava Feratê dîsa li gorî hevpeymanekê bi çeteyên DAIŞ’ê re berda da ku DAIŞ sûd ji bendavên li ser Feratê werbigire û kehrebeyê ji xwe re peyda bike û li hemberî wê girêdestên siyasî, lojestîk û aborî hatin îmzekirin. Li gorî Musheb Ebdilfetah Mihemed ku weke endeziyarekî kehrebeyê li dezgehên avê de dixebitî di derbarê van hevpeymanan de wiha got: “Erka min av û kehrebeyê bû. Piştî ku DAIŞ’ê serweriya bendavên li ser çemê Firatê kir rêjeya herikîna ava çem gelekî kêm bû û rêjeya herikîna avê li gorî pîvanên navnetewî nêzî 500 mître karê di dunikekê de ye. DAIŞ’ê ev mijar nas nedikir û min ew agahdar kirin ku ji ber rewşa ziwabûnê dê gelekî ziyanan bibînin. Li ser vê yekê di navbera Komîteya Danûstandinan a DAIŞ’ê û rayedarên Tirkiyeyê de hevpeymanek hate îmzekirin û li gorî wê rêjeya herikîna ava Firatê hate bilindkirin û DAIŞ’ê gelekî ji vê yekê sûd wergirt û Tirkiyeyê mijara kehrebe û avê li herêmên di bin serweriya DAIŞ’ê de ne çareser kir.”
 
DI NAVBERA DAIŞ Û TIRKIYE DE PEYWENDÎ HEBÛ
 
Mihemed, herî dawî bal kişand ser têkiliyên di navbera DAIŞ û Tirkiye de û wiha got: "Hevpeymanên di navbera DAIŞ’ê û Tirkiyeyê de li herêmê zelal dike mijara gora Silêman Şah e. Di vê derbarê de Di navbera Tirkiyeyê û DAIŞ’ê de ji bo parastina gora Silêman Şah her tim peywendî hebû. Di encamê de gelek serçeteyên radîkal li hemberî vê mijarê bi hêrs dibûn. Me hemû gor û deverên dîrokî yên li herêmê teqandin û hemû li gorî pîvanên ku em di nava DAIŞ’ê de li ser hatine perwerdekirin bûn, lê der barê mijara gora Silêman Şah de di navbera serçeteyan de gelek nakokî derketin û berûvajî pîvanên DAIŞ’ê ev dever dihat parastin. Leşkerên artêşa Tirk li rex endamên DAIŞ’ê derbasî herêmê dibûn û nobedariya gora Silêman Şah dikirin. Herî dawî eşkere bû ku parastina gora Silêman Şah bi girêdestekê pêk hatiye û li gorî wê endamên DAIŞ’ê dikarin serbest li Tirkiyeyê tevbigerin.”
 

Sernavên din

11/01/2018
10:59 ‘Biryar dereng ma, lê bêhiqûqî aşkere bû'
10:44 'Goristan bi maşîneyên kar rûxandin û nava goran vala ye'
10:37 Uzgel: DYA naxwaze bi Erdogan re bixebite, Rûsya jî pê bawer nabe
10:22 Emniyetê got 'qeyda sûc tune', dozger dibêje 'endamên rêxistinê ne'
09:36 Ajokarên otobêsan bi taybetî li rêwiyên extiyar nasekinin
09:35 Dîwaneke din jî li helbesta kurdî zêde bû: dîwana hestiyan
09:10 Li Bazara Sîpahiyê ne dikan man, ne jî seyarfiroş man!
09:10 Dê tûrîzimê di binê betonê de bihêlin
09:09 150 rojin di yek huceryê de ye: 2 caran xwest întihar bike
09:08 Pirtûkxaneya Gel tenê di xizmeta sercerdevan Atak de ye
09:08 Welatiyên hestiyên zarokên wan hatin revandin: Hestiyên zarokên me kirin çîmento
09:07 'Erdogan dixwaze pîvanên xwe yên xwînî li Ewropayê bisepîne'
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2018'AN
10/01/2018
17:44 Înîsiyatîfa Mafan: Cezayê dan Baluken, zerarê dide aştî û edaletê
17:05 Li Pîranê 3 welatî hatin binçavkirin
15:33 Gotin ‘Di mala we de kesên bifikar hene’ dest danîn ser pasaporta wê
15:27 Dozger ji Sadak re 27 sal û nîv ceza xwest
15:27 Nexweşxaneyên wekî AVM nabin şîfa
15:14 Jinên KESK’î: Diyanet îstismarê rewa dike
15:09 500 jin û zarokên Êzidî ji DAIŞ'ê rizgar kirin
14:54 Cudakariya li dijî jinên trans ên girtî şermezar kirin
14:35 Girtiyê nexweş piştî demek dirêj emelyat bû
13:59 Dest danîn ser pêşenivîsara pirtûka ‘Xûmîna Çiyayan’
13:50 Tevgera Azadî di 19'ê Çileyê de diçe kongreyê
13:40 BÎGACEM piştgirî da rojnameger Sînan Aygul
12:57 Li Silopiyê tenê keldaniyek mabû ew jî binçav kirin
12:40 ‘Dê bi rojnamegertiyê heqîqet ronî bibe’
12:32 Îdlîb bajarê hatibû ji bîr kirin
12:14 Li Bakurê Sûriyeyê dê konferansa Jîneolojî pêk bê
11:55 Girtiya lingê wê hat jêkirin di hucreya yek kesî de ye
11:41 Aborîzan Muftuoglu: Hilberîn tune lê kirîna çekan heye
11:28 Afîşên bi kurdî birin meclisê
11:16 Polîsan bi ser mala Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê ve girt
11:00 Şîmşek: Şideta li dijî jinê her sal zêde bû
10:59 Uca: Me li ser agahiyên MÎT'ê pêşniyarname da meclîsê
10:46 Polîsan li Stenbolê 29 kes binçav kirin
10:39 ‘Êrîşên li dijî karkerên demsalî piştî KHK'yan zêde bûn'
10:18 Doza birayên hev Yildirim sibê tê dîtin
10:09 'Di 4 salan de 500 leşker bi fikar mirin’
09:51 Demîrtaş yekem car dê derkeve pêşberî dadger
09:14 Li dijî yek tîpiyê maseya krîzê tê avakirin
09:13 ‘Gelê Botan ji bo têkoşîna demokrasiyê tim amade ye'
09:12 Jinên amedî: Zarokên dilîzin dê çawa bizewicin?
09:12 Midûr ser tacîza mamsote bincil kir
09:11 Rojnamevan Orûç sibê derdikeve pêşberî dadger
09:10 KESK mîtînga 'Ne Rewşa Awarte, demokrasî' li dar dixe
09:09 Pisporê Tiba Edlî Bîçer: Protokola Minnesotayê îhlal dikin
09:09 Piştî îxrac bû 3 pirtûk çap kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2018'AN
09:00 100 girtî ji ber derman jahrînî bûn
09/01/2018
20:02 Serlêdana parêzerên Ocalan dîsa hat redkirin
17:29 Dervê Îzmirê li Helbestvan Ozturk qedexe kirin
17:26 Umutê 4 salî 24 roj in li nexweşxaneyê tê razandin
16:57 Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez li ser gorên xwe hatin bibîranîn
16:38 DAÎŞ'î axivî
16:05 Dozger xwest helbestvan Fadil Ozturk bê girtin
15:45 'Dengê Sara, Fîdan û Leyla li kuçeyan olan da’
14:48 9 kesên piştgirî dan Gulmen û Ozakça beraet kirin
14:44 Ji 14 polîsan polîsek tenê beşdarî danişînê bû
14:32 Welatê rojnamegerên naxebitin: Divê rojnameger bibin yek
14:27 Komîsyona Jinan a Baroya Wanê bertek nîşanî ‘Otobusa penbe’ da
14:18 Polîsan li Kolana Yukselê 4 çalakger binçav kir
14:17 Leşkeran êrîşî gora Fidan Dogan kirin
14:17 Bîlgen: Komkujiya Parîsê li dijî daxwaza aştiyê bû
14:16 Nûnertiya TGS’ê ya Amedê: Em 10’ê Çile pîroz nakin
13:32 Versîyona cerdevanan a nû: HOH
13:30 Kîşîn ê ji sedî 77 astengdar tahliye bû
12:59 Aram û Ava: Tev li fuarê bibin
12:58 Doza Somayê: Em li dijî her cûre bêhiqûqiyê li vir in
12:43 JIN TV di demek nêzîk de vedibe
12:16 15 girtî ji Xerpetê sirgûn kirin
11:49 Parêzerên Ocalan cara 720'emîn serlêdan kirin
11:43 Piştî 19 mehan derketin pêşberî dadgehê
11:18 Ji bo zarokên bi maşîneyên zirxî tên kuştin û birîndarkirin ‘hiqûq’ betal e
10:47 Şanoya Araf 10 salin li dû lêgerîna azadiyê ye
10:31 HDP’ê li dijî parastina hikumetê nêrînek berfireh da DMME’yê
09:52 Li Amedê 69 gund û mezra hatin qedexekirin
09:52 Li Edeneyê operasyon: 9 kes hatin binçavkirin
09:48 Xizmên girtiyan: Em ê li dijî Yek Tîp'ê li kolanan bin
09:23 Rojnameger: Li dijî zextan piştgirî şert e
09:23 Girtiya nexweş Seyran Demîr daket 35 kîloyan, hîn jî nayê berdan!
09:22 Hiqûqnas Kurşun: KHK'ya berpêşî Meclîsê neyê kirin ne derbasdar e
09:21 Rojnamevan Orûç: Em bi zorê dengê xwe radigihînin
09:20 Vê carê jî afîşên kurdî hatin rakirin!
09:19 Karker mexdûr kirin
09:19 Derûnas Balkan: Daxuyaniyên Diyanetê rê li ber îstismarê vedikin
09:18 Keskîn: Sakîne hevaleke dilnerm û baş bû
09:06 ‘Bijîşk girtiyên ku ferzkirina nasnameyê red dikin muayene nakin'
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2018'AN
08/01/2018
19:52 Hevserokê HDP’î Gumuş hat veşartin
18:17 AKP'ê dê OHAL'ê carek din dirêj bike
17:31 Uca: Komîsyona MÎT'ê lêkolîn dike ava bikin
16:42 HDK: Gel li dijî zordestiyê ne bê alternatif e
16:41 Endamên MÎT'ê hin tiştên din jî gotin
16:24 KÎD: Bêdeng nemînin
15:47 HDP: Rojeva sereke OHAL e: An OHAL an demokrasî
15:19 Cansiz, Dogan û Şaylemez li Moskowayê hatin bîranîn
14:56 Doza Soma dê sibê berdewam bike
14:48 Li dijî 'Cilên yek tîp' greva birçîbûnê
14:22 5 jinên girtî ji Xerpêtê sirgûnî girtîgehên cuda kirin