DAÎŞ'î axivî 2018-01-09 16:38:10 NAVENDA NÛÇEYAN – DAIŞ’iyekî ku xwe radestî QSD’ê kiribû li xwe mukur hat ku ew endeziyar kehrebe û rêjeya avê di bendavên çemê Feratê de bû û ji bo çareserkirina pirsgirêkên av û kehrebeyê hevpeymanên di navbera DAIŞ’ê û Tirkiyeyê de eşkere kirin. DAÎŞ'î behsa piştgiriya siyasî û gora Silêman Şah kir. Endamê DAÎŞ'ê Musheb Ebdilfetah Mihemed ê li Erebîstana Siûdiyê ji dayîk bûye û dibistana seretayî li Siûdiyê xwendiye piştî ji aliyê QSD'ê ve hat girtin agahiyên girîng parve kirin. Li gorî Nûçeya ANHA'yê Mihemed bal kişand ser têkiliyên di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de. Mihemed fekûlteya endezyariya kehrebeyê li zanîngeheke Sûdanê temam kiriye. Mihemed bi çapemeniya Erebî ket bin bandorê û li ser vê yekê di sala 2014’an de beşdarî nava DAIŞ’ê bû. Mihemed ji bo biçe Sûriyeyê ji Sûdanê derket û berê xwe da Tirkiyeyê. Lê bi gotinên hevalekî xwe yê DAIŞ’î bi bandor bû û hişt ew jî beşdarî DAIŞ’ê bibe. Li gorî nûçeya Nûçegîhanê ANHA Alan Roj Mihemed wiha got: “Di destpêkê de min tu rêxistin an tabûreke leşkerî li Sûriyeyê ne pejirandin û tenê min xwest ez biçim Sûriyeyê. Di wê demê de me tabûrên leşkerî yên cûda nas ne dikirin û hevalekî min ê ji Sûdanê yê bi navê Xalid El-Salî ku endamekî DAIŞ’î bû û li bajaroka Ezazê bi cih bibû. Min peywendî bi wî re dikir heta ku ez gihîştim ba wî. Di wê demê de ez ji balefirgeha Xertûmê derketim Stenbûlê û ji vir jî ez bi toreya hundirîn çûm bajarê Dîlokê. Li Dîlokê ez çend rojan di hotêlekê de mam û min peywendî bi hevalê xwe Xalid re dikir û ez çûm bajarê Kîlîsê û ji wir ez derbasî bajaroka Ezazê yê Sûriyeyê bûm ku di wê demê de di bin serweriya DAIŞ’ê de bû. Li Ezazê ez ji aliyê hevalê xwe ve hatim pêşwazîkirin. Lê bi rastî min ne dizanî ku ez derbasî Sûriyeyê bûme ji ber ku çûn û hatina di navbera Ezazê de gelekî normal û hêsan bû û ez rast ti leşkerên Tirk an hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê nehatim û dema dihatin jî em di pêşiya çavên wan re derbas dibûn.”   PEYMANA AVA FIRATÊ Û GORA SILÊMAN ŞAH   Mihemed, da zanîn ku piştî ku aloziya Sûriyeyê dest pê kir dewleta Tirkiyeyê ji tevliheviya Sûriyeyê sûd wergirt û ava Feratê li ser cotkarên Sûriyeyê birî û wiha got: "Piştî ku DAIŞ’ê dagirkeriya herêmê kirin ava Feratê dîsa li gorî hevpeymanekê bi çeteyên DAIŞ’ê re berda da ku DAIŞ sûd ji bendavên li ser Feratê werbigire û kehrebeyê ji xwe re peyda bike û li hemberî wê girêdestên siyasî, lojestîk û aborî hatin îmzekirin. Li gorî Musheb Ebdilfetah Mihemed ku weke endeziyarekî kehrebeyê li dezgehên avê de dixebitî di derbarê van hevpeymanan de wiha got: “Erka min av û kehrebeyê bû. Piştî ku DAIŞ’ê serweriya bendavên li ser çemê Firatê kir rêjeya herikîna ava çem gelekî kêm bû û rêjeya herikîna avê li gorî pîvanên navnetewî nêzî 500 mître karê di dunikekê de ye. DAIŞ’ê ev mijar nas nedikir û min ew agahdar kirin ku ji ber rewşa ziwabûnê dê gelekî ziyanan bibînin. Li ser vê yekê di navbera Komîteya Danûstandinan a DAIŞ’ê û rayedarên Tirkiyeyê de hevpeymanek hate îmzekirin û li gorî wê rêjeya herikîna ava Firatê hate bilindkirin û DAIŞ’ê gelekî ji vê yekê sûd wergirt û Tirkiyeyê mijara kehrebe û avê li herêmên di bin serweriya DAIŞ’ê de ne çareser kir.”   DI NAVBERA DAIŞ Û TIRKIYE DE PEYWENDÎ HEBÛ   Mihemed, herî dawî bal kişand ser têkiliyên di navbera DAIŞ û Tirkiye de û wiha got: "Hevpeymanên di navbera DAIŞ’ê û Tirkiyeyê de li herêmê zelal dike mijara gora Silêman Şah e. Di vê derbarê de Di navbera Tirkiyeyê û DAIŞ’ê de ji bo parastina gora Silêman Şah her tim peywendî hebû. Di encamê de gelek serçeteyên radîkal li hemberî vê mijarê bi hêrs dibûn. Me hemû gor û deverên dîrokî yên li herêmê teqandin û hemû li gorî pîvanên ku em di nava DAIŞ’ê de li ser hatine perwerdekirin bûn, lê der barê mijara gora Silêman Şah de di navbera serçeteyan de gelek nakokî derketin û berûvajî pîvanên DAIŞ’ê ev dever dihat parastin. Leşkerên artêşa Tirk li rex endamên DAIŞ’ê derbasî herêmê dibûn û nobedariya gora Silêman Şah dikirin. Herî dawî eşkere bû ku parastina gora Silêman Şah bi girêdestekê pêk hatiye û li gorî wê endamên DAIŞ’ê dikarin serbest li Tirkiyeyê tevbigerin.”