STENBOL - 9 kesên beşdarî çalakiyên piştgiriyê yên ji bo Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça bûn û derbarê wan de doz hat vekirin, beraet kirin.
9 kesên beşdarî çalakiyên ji bo piştgiriya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça bûn û di Gulana 2017’an de hatin binçavkirin û derbarê wan de doz hat vekirin, beraet kirin. Doza 9 kesên bi îdîaya “Xwepêşandanên ne li gorî qanûnan” lidarxistin, li 44’emîn Dadgeha Cezayê Aslî hatin dîtin.
Piştî parastinan, şandeya dadghehê biryara beraetê ya her 9 kesan da.