9 kesên piştgirî dan Gulmen û Ozakça beraet kirin 2018-01-09 14:48:48 STENBOL - 9 kesên beşdarî çalakiyên piştgiriyê yên ji bo Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça bûn û derbarê wan de doz hat vekirin, beraet kirin.   9 kesên beşdarî çalakiyên ji bo piştgiriya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça bûn û di Gulana 2017’an de hatin binçavkirin û derbarê wan de doz hat vekirin, beraet kirin. Doza 9 kesên bi îdîaya “Xwepêşandanên ne li gorî qanûnan” lidarxistin, li 44’emîn Dadgeha Cezayê Aslî hatin dîtin.    Piştî parastinan, şandeya dadghehê biryara beraetê ya her 9 kesan da.