Rojnameger: Li dijî zextan piştgirî şert e

img

STENBOL / EDENE - Rojnameger jî wekî hevpîşeyên xwe yên din, 10'ê Çileyê Roja Rojnamgerên Xebatkar di bin zextên Rewşa Awarte û KHK'yan de pêşwazî dikin. Rojnamegeran balê kişand ser pêdiviya têkoşîneke hevpar û ev tişt gotin: "An jê dê rojeke wekî Roja Rojnamegeran li holê nemîne."

Piştî bi Qanûna bi hejmara 212'an gelek mafên civakiyî yên rojnamegeran ketin bin banê ewlehiyê û di 10'ê Çileya 1961'an de di Rojnameya Fermî de hat weşandin, 10'ê Çileyê wekî "Roja Rojnamegerên Xebatkar" hat qebûl kirin. Lê belê bi mudaxaleya leşkerî ya 1971'an re, ev roj ji wateya xwe hat dûrxisatin û ji weziyeta "Cejnê" hat derxistin û wekî "Roja Rojnamegerên Xebatkar" hat pênasekirin. Roja ji bo rojnamegeran ji weziyeta cejnê hat derxistin, di dema niha de hêj zêdetir bêwate bûye.
 
Piştî derbeya 15'ê Tîrmehê, hikûmeta AKP'ê Rewşa Awarte (OHAL) îlan kir û Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnê De (KHK) derxistin, derdorên herî zêde bandor ji vê girtin rojnameger bûn. Deriyê bi dehan saziyên çapemeniyê hatin  mohrkirin û bi hezaran rojnameger bê kar man.
 
Li gorî "Rapora Binpêkirinên Mafên Çapemeniyê ya Sala 2017'an" a Însiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA),  165 rojnameger di girtîgehê de ne.
 
Li gel hemû zext û gefên di serdema OHAL'ê derketin pêşde jî, rojnamegeran xebatên xwe meşandin û di çarçoveya vê tabloyê de "Roja Rojnamegerên Xebatkar" nirxandin.
 
Edîtorê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Oguz Bîrîncî diyar kir ku pirsgirêka rojnamegeran a herî mezin sansur û otosansur e û bi taybetî bi 15'ê Tîrmehê re û piştî wê, bi îlankirina OHAL'ê  re, zextên li dijî Çapemeniya Azad gelkî zêde bûne.
 
Bîrîncî, aşkera kir ku rojname û malperên wan her dem tên girtin û wiha axivî: "Ji ber wê em wekî rojnamegerên xebatkar, ji mafên bingehîn zêdetir, bi pirsgirêka sansur û otosansurê re rû bi rû dimînin. Em wekî medyaya kurd, ji çapemeniya din cudatir bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin."
 
Bîrîncî, anî ziman ku hikumet bi polîtîkaya antî-kurd, zimanekî êrîşkar li dijî kurdan dixebitîne, ev jî dihêle ku kurd li kuçeyan bên lînckirin û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê bi dehan rojnameger di girtîgehê de ne. Ne tenê kesên ji kevneşopiya Çapemeniya Azad tên, gelek xebatên çapemeniyê yên li dijî hikumetê muxalefetê dikin di girtîgehê de ne. Dibe ku rojnameger xwedî fikrên cuda bin, lê çi dibe bila bibe, di destê wan de ji derveyê pênûsê tu tişt tune ye. Ev cezayên li wan dibirin, ji bo pênûs û fikra wan bitepisînin tên dayîn."
 
‘DIVÊ LI DIJÎ TUNDIYÊ DENG DERXIN’
 
Bîrîncî aşkera kir ku Çapemeniya Azad berdêleke giran jî daye û bi taybetî di 20-30 salên dawî de ewlehiya çapemeniya kurd tune ye û behsa 70 hevrêyên xwe yên hatine qetilkirin kirin.
 
Bîrîncî destnîşan kir ku li bajarên cuda mirovên di çapemeniya kurd de dixebitin, rojnameger bi mirinê re rû bi rû ne û ev wekî polîtîkaya Komara Tirkiyeyê pênase dike û ev tişt gotin: "Divê li dijî zextên li ser çapemeniyê deng bê derxistin, ev zext vala bên derxistin, da rojnameger bi rihetî bixebitin û têkoşîn mezin bibe." 
 
'OTOSANSUR HEYE'
 
Midurê Nûçeyan ê Ajansa Nûçeyan a Pîrê (PÎRHA) Turabî Kîşîn, destnîşan kir ku li ser Roja Rojnamegerên Xebatkar ên li Tirkiyeyê gelek tiştên bên gotin hene, lê ew bi 'Rejîma OHAL'ê heta îro hatine.
 
Kîşîn diyar kir ku ew bi rihetî nikarin karê xwe bikin, ji ber wê ji bo pêşerojê pir ne bi hêvî ne û ev tişt anîn ziman: "Qasî 160 rojnameger di girtîgehê de ne. Tenê ji ber fikrên xwe anîn ziman gelek rojnameger di girtîgehê de ne. Gelek rojnameger di bin gefan de ne. Her tiştên ku em tînin ziman, her fikrên ku em derdixin pêş wekî sûc tê dîtin. Di vî warî de otosansurek heye. Hemû rojnamegerên li welat bi vê re rû bi rû ne. Yanî em dikarin bêjin ku li Tirkiyeyê rojnameger bi rihetî nikarin karê xwe bikin." Kîşîn derbirî ku ew di serdemeke bixeter re derbas dibin û gelek televîzyon û radyoyên civakê hatine girtin.
 
'ROJNAMEGERÎ TÊKOŞÎNA HEQÎQETÊ YE'
 
Nûçegîhana Ajansa Etîkê Pinar Gayip jî got ku bi sedan rojnameger ji ber nûçeyên xwe tên darizandin, tên girtin, gefên kuştinê li wan tê xwarin û ji ber wê mirov nikare qala rojnamegerên xebatkar bike.
 
Gayip da zanîn ku rojnamegerî li dijî tarîtiyê ronahî ye û wiha axivî: "Li gel tabloya heyî jî rojnameger dengê gel radigihînin û xwedî li azadiya çapemeniyê derdikevin."
 
'LI ÇUKUROVAYÊ ZEXT GELEK ZÊDE NE'
 
Nûçegîhana JinNewsê Fîlîz Zeyrek anî ziman ku wekî duh îro jî li ser Çapemeniya Azad zext gelekî zêde ne û wiha pê de çû: "Em wekî rojnameger Roja Rojnamegerên Xebatkar di bin OHAL'ê de pêşwazî dikin. Rojnamegerên muxalîf di bin zextên AKP'ê de ne. Bi taybetî li herêma Çukurovayê zext gelekî zêde ne. Em li kuçeyan bi rihetî bi gel re nikarin hevpeyvînan çê bikin." Zeyrek diyar kir ku ew hêza ku wan ji Gurbetellî Ersoz, Nûjiyan Erhan û Denîz Firat girtiye, dê li dijî êrîşên zayendperest têkoşîna xwe bilind bikin."
 
Belavkara rojnameya Welat Leyla Yildiz jî aşkera kir ku di serdema OHAL'ê de zextên li ser rojnamegeran gelekî zêde bûne û AKP rojnamegerên muxalîf digire û davêje girtîgehê û wiha domand: "Gelek hevalên me yên rojname belav kirine, hatine binçavkirin û polîs aboneyên hevalên me tacîz dikin. Demek berê maşîneya me dan rawestandin, polîsan rojname şewitandin. Ev jî nêzikatiya li dijî rojnamegeran nîşan dide." Nûçegîhana PÎRH'yê Dîren Keser jî bi lêv kir ku rojnamegerî di bin gefan de ye û da zanîn ku dewlet naxwaze sûcên wan aşkera bibin û wekî mînak jî girtina rojnameger Erdogan Alayumat nîşan da.
 
'NAHÊLIN ROJNAMEGER KARÊ XWE BIKIN'
 
Xebatkarê Tîmesê yê Mêrsînê Ahmet Yîgît jî destnîşan kir ku ew Roja Rojnamegeran di bin zextan de pêşwazî dikin, lê li gel her tiştî jî çapemeniya muxalîf xebatên xwe dewam dike û wiha got: "Naxwazin rojnamegr karên xwe bikin. Bi OHAL'ê re ev zext zêdetir bûn." Şêwirmenda Çapemeniyê ya Cemiyeta Rojnamegerên Mêrsînê Fatma Sarikaya jî ev tişt anî ziman: "OHAL 5 caran dirêj kirin, ji vê yên herî zêde jin û rojnameger pê bandor bûn. Beşeke zêde ya rojnamegeran di bin zextan de ye û wiha biçe dê Roja Rojnamegeran nemîne."
 

Sernavên din

11/01/2018
10:59 ‘Biryar dereng ma, lê bêhiqûqî aşkere bû'
10:44 'Goristan bi maşîneyên kar rûxandin û nava goran vala ye'
10:37 Uzgel: DYA naxwaze bi Erdogan re bixebite, Rûsya jî pê bawer nabe
10:22 Emniyetê got 'qeyda sûc tune', dozger dibêje 'endamên rêxistinê ne'
09:36 Ajokarên otobêsan bi taybetî li rêwiyên extiyar nasekinin
09:35 Dîwaneke din jî li helbesta kurdî zêde bû: dîwana hestiyan
09:10 Li Bazara Sîpahiyê ne dikan man, ne jî seyarfiroş man!
09:10 Dê tûrîzimê di binê betonê de bihêlin
09:09 150 rojin di yek huceryê de ye: 2 caran xwest întihar bike
09:08 Pirtûkxaneya Gel tenê di xizmeta sercerdevan Atak de ye
09:08 Welatiyên hestiyên zarokên wan hatin revandin: Hestiyên zarokên me kirin çîmento
09:07 'Erdogan dixwaze pîvanên xwe yên xwînî li Ewropayê bisepîne'
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2018'AN
10/01/2018
17:44 Înîsiyatîfa Mafan: Cezayê dan Baluken, zerarê dide aştî û edaletê
17:05 Li Pîranê 3 welatî hatin binçavkirin
15:33 Gotin ‘Di mala we de kesên bifikar hene’ dest danîn ser pasaporta wê
15:27 Dozger ji Sadak re 27 sal û nîv ceza xwest
15:27 Nexweşxaneyên wekî AVM nabin şîfa
15:14 Jinên KESK’î: Diyanet îstismarê rewa dike
15:09 500 jin û zarokên Êzidî ji DAIŞ'ê rizgar kirin
14:54 Cudakariya li dijî jinên trans ên girtî şermezar kirin
14:35 Girtiyê nexweş piştî demek dirêj emelyat bû
13:59 Dest danîn ser pêşenivîsara pirtûka ‘Xûmîna Çiyayan’
13:50 Tevgera Azadî di 19'ê Çileyê de diçe kongreyê
13:40 BÎGACEM piştgirî da rojnameger Sînan Aygul
12:57 Li Silopiyê tenê keldaniyek mabû ew jî binçav kirin
12:40 ‘Dê bi rojnamegertiyê heqîqet ronî bibe’
12:32 Îdlîb bajarê hatibû ji bîr kirin
12:14 Li Bakurê Sûriyeyê dê konferansa Jîneolojî pêk bê
11:55 Girtiya lingê wê hat jêkirin di hucreya yek kesî de ye
11:41 Aborîzan Muftuoglu: Hilberîn tune lê kirîna çekan heye
11:28 Afîşên bi kurdî birin meclisê
11:16 Polîsan bi ser mala Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê ve girt
11:00 Şîmşek: Şideta li dijî jinê her sal zêde bû
10:59 Uca: Me li ser agahiyên MÎT'ê pêşniyarname da meclîsê
10:46 Polîsan li Stenbolê 29 kes binçav kirin
10:39 ‘Êrîşên li dijî karkerên demsalî piştî KHK'yan zêde bûn'
10:18 Doza birayên hev Yildirim sibê tê dîtin
10:09 'Di 4 salan de 500 leşker bi fikar mirin’
09:51 Demîrtaş yekem car dê derkeve pêşberî dadger
09:14 Li dijî yek tîpiyê maseya krîzê tê avakirin
09:13 ‘Gelê Botan ji bo têkoşîna demokrasiyê tim amade ye'
09:12 Jinên amedî: Zarokên dilîzin dê çawa bizewicin?
09:12 Midûr ser tacîza mamsote bincil kir
09:11 Rojnamevan Orûç sibê derdikeve pêşberî dadger
09:10 KESK mîtînga 'Ne Rewşa Awarte, demokrasî' li dar dixe
09:09 Pisporê Tiba Edlî Bîçer: Protokola Minnesotayê îhlal dikin
09:09 Piştî îxrac bû 3 pirtûk çap kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2018'AN
09:00 100 girtî ji ber derman jahrînî bûn
09/01/2018
20:02 Serlêdana parêzerên Ocalan dîsa hat redkirin
17:29 Dervê Îzmirê li Helbestvan Ozturk qedexe kirin
17:26 Umutê 4 salî 24 roj in li nexweşxaneyê tê razandin
16:57 Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez li ser gorên xwe hatin bibîranîn
16:38 DAÎŞ'î axivî
16:05 Dozger xwest helbestvan Fadil Ozturk bê girtin
15:45 'Dengê Sara, Fîdan û Leyla li kuçeyan olan da’
14:48 9 kesên piştgirî dan Gulmen û Ozakça beraet kirin
14:44 Ji 14 polîsan polîsek tenê beşdarî danişînê bû
14:32 Welatê rojnamegerên naxebitin: Divê rojnameger bibin yek
14:27 Komîsyona Jinan a Baroya Wanê bertek nîşanî ‘Otobusa penbe’ da
14:18 Polîsan li Kolana Yukselê 4 çalakger binçav kir
14:17 Leşkeran êrîşî gora Fidan Dogan kirin
14:17 Bîlgen: Komkujiya Parîsê li dijî daxwaza aştiyê bû
14:16 Nûnertiya TGS’ê ya Amedê: Em 10’ê Çile pîroz nakin
13:32 Versîyona cerdevanan a nû: HOH
13:30 Kîşîn ê ji sedî 77 astengdar tahliye bû
12:59 Aram û Ava: Tev li fuarê bibin
12:58 Doza Somayê: Em li dijî her cûre bêhiqûqiyê li vir in
12:43 JIN TV di demek nêzîk de vedibe
12:16 15 girtî ji Xerpetê sirgûn kirin
11:49 Parêzerên Ocalan cara 720'emîn serlêdan kirin
11:43 Piştî 19 mehan derketin pêşberî dadgehê
11:18 Ji bo zarokên bi maşîneyên zirxî tên kuştin û birîndarkirin ‘hiqûq’ betal e
10:47 Şanoya Araf 10 salin li dû lêgerîna azadiyê ye
10:31 HDP’ê li dijî parastina hikumetê nêrînek berfireh da DMME’yê
09:52 Li Amedê 69 gund û mezra hatin qedexekirin
09:52 Li Edeneyê operasyon: 9 kes hatin binçavkirin
09:48 Xizmên girtiyan: Em ê li dijî Yek Tîp'ê li kolanan bin
09:23 Rojnameger: Li dijî zextan piştgirî şert e
09:23 Girtiya nexweş Seyran Demîr daket 35 kîloyan, hîn jî nayê berdan!
09:22 Hiqûqnas Kurşun: KHK'ya berpêşî Meclîsê neyê kirin ne derbasdar e
09:21 Rojnamevan Orûç: Em bi zorê dengê xwe radigihînin
09:20 Vê carê jî afîşên kurdî hatin rakirin!
09:19 Karker mexdûr kirin
09:19 Derûnas Balkan: Daxuyaniyên Diyanetê rê li ber îstismarê vedikin
09:18 Keskîn: Sakîne hevaleke dilnerm û baş bû
09:06 ‘Bijîşk girtiyên ku ferzkirina nasnameyê red dikin muayene nakin'
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2018'AN
08/01/2018
19:52 Hevserokê HDP’î Gumuş hat veşartin
18:17 AKP'ê dê OHAL'ê carek din dirêj bike
17:31 Uca: Komîsyona MÎT'ê lêkolîn dike ava bikin
16:42 HDK: Gel li dijî zordestiyê ne bê alternatif e
16:41 Endamên MÎT'ê hin tiştên din jî gotin
16:24 KÎD: Bêdeng nemînin
15:47 HDP: Rojeva sereke OHAL e: An OHAL an demokrasî
15:19 Cansiz, Dogan û Şaylemez li Moskowayê hatin bîranîn
14:56 Doza Soma dê sibê berdewam bike
14:48 Li dijî 'Cilên yek tîp' greva birçîbûnê
14:22 5 jinên girtî ji Xerpêtê sirgûnî girtîgehên cuda kirin