Rojnameger: Li dijî zextan piştgirî şert e 2018-01-09 09:23:41 STENBOL / EDENE - Rojnameger jî wekî hevpîşeyên xwe yên din, 10'ê Çileyê Roja Rojnamgerên Xebatkar di bin zextên Rewşa Awarte û KHK'yan de pêşwazî dikin. Rojnamegeran balê kişand ser pêdiviya têkoşîneke hevpar û ev tişt gotin: "An jê dê rojeke wekî Roja Rojnamegeran li holê nemîne." Piştî bi Qanûna bi hejmara 212'an gelek mafên civakiyî yên rojnamegeran ketin bin banê ewlehiyê û di 10'ê Çileya 1961'an de di Rojnameya Fermî de hat weşandin, 10'ê Çileyê wekî "Roja Rojnamegerên Xebatkar" hat qebûl kirin. Lê belê bi mudaxaleya leşkerî ya 1971'an re, ev roj ji wateya xwe hat dûrxisatin û ji weziyeta "Cejnê" hat derxistin û wekî "Roja Rojnamegerên Xebatkar" hat pênasekirin. Roja ji bo rojnamegeran ji weziyeta cejnê hat derxistin, di dema niha de hêj zêdetir bêwate bûye.   Piştî derbeya 15'ê Tîrmehê, hikûmeta AKP'ê Rewşa Awarte (OHAL) îlan kir û Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnê De (KHK) derxistin, derdorên herî zêde bandor ji vê girtin rojnameger bûn. Deriyê bi dehan saziyên çapemeniyê hatin  mohrkirin û bi hezaran rojnameger bê kar man.   Li gorî "Rapora Binpêkirinên Mafên Çapemeniyê ya Sala 2017'an" a Însiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA),  165 rojnameger di girtîgehê de ne.   Li gel hemû zext û gefên di serdema OHAL'ê derketin pêşde jî, rojnamegeran xebatên xwe meşandin û di çarçoveya vê tabloyê de "Roja Rojnamegerên Xebatkar" nirxandin.   Edîtorê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Oguz Bîrîncî diyar kir ku pirsgirêka rojnamegeran a herî mezin sansur û otosansur e û bi taybetî bi 15'ê Tîrmehê re û piştî wê, bi îlankirina OHAL'ê  re, zextên li dijî Çapemeniya Azad gelkî zêde bûne.   Bîrîncî, aşkera kir ku rojname û malperên wan her dem tên girtin û wiha axivî: "Ji ber wê em wekî rojnamegerên xebatkar, ji mafên bingehîn zêdetir, bi pirsgirêka sansur û otosansurê re rû bi rû dimînin. Em wekî medyaya kurd, ji çapemeniya din cudatir bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin."   Bîrîncî, anî ziman ku hikumet bi polîtîkaya antî-kurd, zimanekî êrîşkar li dijî kurdan dixebitîne, ev jî dihêle ku kurd li kuçeyan bên lînckirin û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê bi dehan rojnameger di girtîgehê de ne. Ne tenê kesên ji kevneşopiya Çapemeniya Azad tên, gelek xebatên çapemeniyê yên li dijî hikumetê muxalefetê dikin di girtîgehê de ne. Dibe ku rojnameger xwedî fikrên cuda bin, lê çi dibe bila bibe, di destê wan de ji derveyê pênûsê tu tişt tune ye. Ev cezayên li wan dibirin, ji bo pênûs û fikra wan bitepisînin tên dayîn."   ‘DIVÊ LI DIJÎ TUNDIYÊ DENG DERXIN’   Bîrîncî aşkera kir ku Çapemeniya Azad berdêleke giran jî daye û bi taybetî di 20-30 salên dawî de ewlehiya çapemeniya kurd tune ye û behsa 70 hevrêyên xwe yên hatine qetilkirin kirin.   Bîrîncî destnîşan kir ku li bajarên cuda mirovên di çapemeniya kurd de dixebitin, rojnameger bi mirinê re rû bi rû ne û ev wekî polîtîkaya Komara Tirkiyeyê pênase dike û ev tişt gotin: "Divê li dijî zextên li ser çapemeniyê deng bê derxistin, ev zext vala bên derxistin, da rojnameger bi rihetî bixebitin û têkoşîn mezin bibe."    'OTOSANSUR HEYE'   Midurê Nûçeyan ê Ajansa Nûçeyan a Pîrê (PÎRHA) Turabî Kîşîn, destnîşan kir ku li ser Roja Rojnamegerên Xebatkar ên li Tirkiyeyê gelek tiştên bên gotin hene, lê ew bi 'Rejîma OHAL'ê heta îro hatine.   Kîşîn diyar kir ku ew bi rihetî nikarin karê xwe bikin, ji ber wê ji bo pêşerojê pir ne bi hêvî ne û ev tişt anîn ziman: "Qasî 160 rojnameger di girtîgehê de ne. Tenê ji ber fikrên xwe anîn ziman gelek rojnameger di girtîgehê de ne. Gelek rojnameger di bin gefan de ne. Her tiştên ku em tînin ziman, her fikrên ku em derdixin pêş wekî sûc tê dîtin. Di vî warî de otosansurek heye. Hemû rojnamegerên li welat bi vê re rû bi rû ne. Yanî em dikarin bêjin ku li Tirkiyeyê rojnameger bi rihetî nikarin karê xwe bikin." Kîşîn derbirî ku ew di serdemeke bixeter re derbas dibin û gelek televîzyon û radyoyên civakê hatine girtin.   'ROJNAMEGERÎ TÊKOŞÎNA HEQÎQETÊ YE'   Nûçegîhana Ajansa Etîkê Pinar Gayip jî got ku bi sedan rojnameger ji ber nûçeyên xwe tên darizandin, tên girtin, gefên kuştinê li wan tê xwarin û ji ber wê mirov nikare qala rojnamegerên xebatkar bike.   Gayip da zanîn ku rojnamegerî li dijî tarîtiyê ronahî ye û wiha axivî: "Li gel tabloya heyî jî rojnameger dengê gel radigihînin û xwedî li azadiya çapemeniyê derdikevin."   'LI ÇUKUROVAYÊ ZEXT GELEK ZÊDE NE'   Nûçegîhana JinNewsê Fîlîz Zeyrek anî ziman ku wekî duh îro jî li ser Çapemeniya Azad zext gelekî zêde ne û wiha pê de çû: "Em wekî rojnameger Roja Rojnamegerên Xebatkar di bin OHAL'ê de pêşwazî dikin. Rojnamegerên muxalîf di bin zextên AKP'ê de ne. Bi taybetî li herêma Çukurovayê zext gelekî zêde ne. Em li kuçeyan bi rihetî bi gel re nikarin hevpeyvînan çê bikin." Zeyrek diyar kir ku ew hêza ku wan ji Gurbetellî Ersoz, Nûjiyan Erhan û Denîz Firat girtiye, dê li dijî êrîşên zayendperest têkoşîna xwe bilind bikin."   Belavkara rojnameya Welat Leyla Yildiz jî aşkera kir ku di serdema OHAL'ê de zextên li ser rojnamegeran gelekî zêde bûne û AKP rojnamegerên muxalîf digire û davêje girtîgehê û wiha domand: "Gelek hevalên me yên rojname belav kirine, hatine binçavkirin û polîs aboneyên hevalên me tacîz dikin. Demek berê maşîneya me dan rawestandin, polîsan rojname şewitandin. Ev jî nêzikatiya li dijî rojnamegeran nîşan dide." Nûçegîhana PÎRH'yê Dîren Keser jî bi lêv kir ku rojnamegerî di bin gefan de ye û da zanîn ku dewlet naxwaze sûcên wan aşkera bibin û wekî mînak jî girtina rojnameger Erdogan Alayumat nîşan da.   'NAHÊLIN ROJNAMEGER KARÊ XWE BIKIN'   Xebatkarê Tîmesê yê Mêrsînê Ahmet Yîgît jî destnîşan kir ku ew Roja Rojnamegeran di bin zextan de pêşwazî dikin, lê li gel her tiştî jî çapemeniya muxalîf xebatên xwe dewam dike û wiha got: "Naxwazin rojnamegr karên xwe bikin. Bi OHAL'ê re ev zext zêdetir bûn." Şêwirmenda Çapemeniyê ya Cemiyeta Rojnamegerên Mêrsînê Fatma Sarikaya jî ev tişt anî ziman: "OHAL 5 caran dirêj kirin, ji vê yên herî zêde jin û rojnameger pê bandor bûn. Beşeke zêde ya rojnamegeran di bin zextan de ye û wiha biçe dê Roja Rojnamegeran nemîne."