Keskîn: Sakîne hevaleke dilnerm û baş bû

img

STENBOL – Parêzer Eren Keskîn behsa siyasetvan Sakîne Cansiz kir û wiha got: "Wisa ne hêsan e ku mirov ji mirovan re bêje 'terorîst' û derbas bibe. Ji ber hûn Sakîne Cansiz naecibînin, hûn nikarin li paş peyvekê veşêrin. Hevaleke xwedî şiûra kurdî, bîrbir, zana, xwedî wijdan, dilnerm û baş bû." 

Di ser kuştina 3 siyasetvanên jin Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku li paytexta Fransayê Parîsê hatibûn kuştin, 5 sal derbas bûn lê belê hîn jî ev cinayet nehatiye ronîkirin. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Parêzer Eren Keskîn, behsa Sakîne Cansiza ku wê di sala 1991'ê de li buroya xwe nas kiriye û paşê li derveyî welat tim hevdu dîtine kir. 
 
Keskîn bi lêv kir ku wê berê tenê bi nav Cansizê nas dikir, lê belê wê cara ewil wê di sala 1991'ê de dema ji girtîgehê derketiye nas kiriye. Keskîn got ku dema Cansiz ji girtîgehê derketiye hatiye buroya wê û serdana wê kiriye û wiha domand: "Bi nav min Sakîne Cansiz nas dikir. Di girtîgehê de bû. Di sala 1991'ê de bi guherandina qanûnekê ji girtîgehê derketibû. Rojekê li buroyê bûm, derî vebû. Ket hundur. Got 'ez hatime parêzera me ya wêrek û xemilandî nas bikim.' Me rû bi rû wisa hevdu nas kir."
 
Keskîn got: "Dema behsa mirovan tê kirin, kesên wan nas nakin bi rihetî demxeyê li wan dixin. Lê Sakîne Cansiz piraniya temenê xwe di girtîgehê de derbas kiriye. Jineke kurd e ku li Zindana Amedê maye, li wir gelek binpêkirinên mafan dîtiye. Jineke ku di fikr û ramanên xwe de azad, zana, xwedî tecrûbe, xwedî nêrîneke jinane û dema hewce bûna bi hevalên xwe yên mêr re jî şer dikir. Sakîne Cansiz xwedî nêrîneke feminîst bû. Wisa ne hêsan e ku mirov ji mirovan re bibêje 'terorîst' û derbas bibe. Ji ber hûn Sakîne Cansiz naecibînin, hûn nikarin li paş peyvekê veşêrin. Hevaleke xwedî şiûra kurdî, bîrbir, zana, xwedî wijdan, dilnerm û baş bû. Piştî ji girtîgehê derket, demeke kurt li Stenbolê ma." Keskîn got ku di sohbetên wan de piranî Cansiz behsa girtîgehê dikir. 
 
Keskîn bi lêv kir ku paşê Cansiz derketiye derveyî welat û wan li derveyî welat hevdu didît û wiha domand: "Dema ez ji bo panel an jî konferansekê diçûm Ewropayê, heke li nêz bûna teqez dihat û guhdar dikir. Rojekê li Holladayê dema me li mala hevalekê sohbet dikir, dengê teqînekê hat. Wê çaxê gotibû 'ma em bên kuderê wê teqîn çê bibin? Bes êdî ji destê van dengan'. Paşê em hîn bûn ku egzoz teqiyaye. Ew bîranîn tim tê bîra min."
 
'NIKARIM XEMGÎNIYA XWE YA WÊ ROJÊ VEBÊJIM'
 
Keskîn, bi lêv kir ku Fîdan Dogan (Rojbîn) li Fransayê bi rihetî dikaribû biçe Parlementoya Ewropayê, bi kesên li parlementoyê re hevdîtinan çê bike û jineke ku li wir zanîngeh xwendibû. Keskîn got ku kesên ji Tirkiyeyê ji bo panel û konferansan diçûn Fransayê hemû Rojbînê nas dikirin û dema ev nûçe di televîzyonan de derketiye, ew li Rojbînê geriyaye bê ka ev hersê jin kî ne. Keskîn wiha domand: "Bi saetan ez li Rojbînê geriyam. Wisa difikirîm ku em ê agahiya rast ji Rojbînê wergirin û ji bo vê ez lê geriyam. Mixabin dema nav aşkere bûn, Rojbîn jî di nav wan de bû. Nikarim xemgîniya xwe ya wê rojê vebêjim. Tiştekî wisa qet nedihat bîra min. Ji ber hîn jî cinayeteke ku nehatiye çareserkirin û ji ber wisa difikirim tiliya rêxistinên îstixbaratî jî di nav de ye, pir xemgîn im. Wisa difikirim ev mijar pir nehat rojevê." 
 
'TU TIŞT AŞKERE NEBÛ'
 
Keskîn axaftina xwe wiha domand: “Belkî ev bûyer aşkere nebûbe. Lê wisa difikirim ku ez dibêm tiltiya rêxistina îstixbaratê ya Tirkiyeyê yan jî yeke biyanî tê de heye. Rêxistinên îstixbaratê bi piranî mirovên ku jiyana wan di talûkeyê de bin wek tetikêş bi kar tînin. Wisa difikirim ku Omer Guney jî bi vî awayî hatiye hilbijartin. Çimkî nexweşîneke wî ya tedawiya wê tune ye hebûye. Ew bi xwe jî û yên wî bi kar anîne jî hay ji vê nexweşînê hebûne. Yanî pir aşkere ye ku Omer Guney tetikêşek e. Kî tetik daye kişandin? Ev yek bi darizandineke demokratîk dikare bê aşkerekirin. Lê wisa difikirim berpirsiyarê vê yekê daraza Fransayê ye. Destpêkirina vê dozê dirêj ajot. Tu tişt aşkere nebû. Wisa difikirim ku ne derdorên muxalif û ne jî kurd pir neketin pêyî vê dozê." 
 
MA / Sadiye Eser
 

Sernavên din

11/01/2018
10:59 ‘Biryar dereng ma, lê bêhiqûqî aşkere bû'
10:44 'Goristan bi maşîneyên kar rûxandin û nava goran vala ye'
10:37 Uzgel: DYA naxwaze bi Erdogan re bixebite, Rûsya jî pê bawer nabe
10:22 Emniyetê got 'qeyda sûc tune', dozger dibêje 'endamên rêxistinê ne'
09:36 Ajokarên otobêsan bi taybetî li rêwiyên extiyar nasekinin
09:35 Dîwaneke din jî li helbesta kurdî zêde bû: dîwana hestiyan
09:10 Li Bazara Sîpahiyê ne dikan man, ne jî seyarfiroş man!
09:10 Dê tûrîzimê di binê betonê de bihêlin
09:09 150 rojin di yek huceryê de ye: 2 caran xwest întihar bike
09:08 Pirtûkxaneya Gel tenê di xizmeta sercerdevan Atak de ye
09:08 Welatiyên hestiyên zarokên wan hatin revandin: Hestiyên zarokên me kirin çîmento
09:07 'Erdogan dixwaze pîvanên xwe yên xwînî li Ewropayê bisepîne'
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2018'AN
10/01/2018
17:44 Înîsiyatîfa Mafan: Cezayê dan Baluken, zerarê dide aştî û edaletê
17:05 Li Pîranê 3 welatî hatin binçavkirin
15:33 Gotin ‘Di mala we de kesên bifikar hene’ dest danîn ser pasaporta wê
15:27 Dozger ji Sadak re 27 sal û nîv ceza xwest
15:27 Nexweşxaneyên wekî AVM nabin şîfa
15:14 Jinên KESK’î: Diyanet îstismarê rewa dike
15:09 500 jin û zarokên Êzidî ji DAIŞ'ê rizgar kirin
14:54 Cudakariya li dijî jinên trans ên girtî şermezar kirin
14:35 Girtiyê nexweş piştî demek dirêj emelyat bû
13:59 Dest danîn ser pêşenivîsara pirtûka ‘Xûmîna Çiyayan’
13:50 Tevgera Azadî di 19'ê Çileyê de diçe kongreyê
13:40 BÎGACEM piştgirî da rojnameger Sînan Aygul
12:57 Li Silopiyê tenê keldaniyek mabû ew jî binçav kirin
12:40 ‘Dê bi rojnamegertiyê heqîqet ronî bibe’
12:32 Îdlîb bajarê hatibû ji bîr kirin
12:14 Li Bakurê Sûriyeyê dê konferansa Jîneolojî pêk bê
11:55 Girtiya lingê wê hat jêkirin di hucreya yek kesî de ye
11:41 Aborîzan Muftuoglu: Hilberîn tune lê kirîna çekan heye
11:28 Afîşên bi kurdî birin meclisê
11:16 Polîsan bi ser mala Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê ve girt
11:00 Şîmşek: Şideta li dijî jinê her sal zêde bû
10:59 Uca: Me li ser agahiyên MÎT'ê pêşniyarname da meclîsê
10:46 Polîsan li Stenbolê 29 kes binçav kirin
10:39 ‘Êrîşên li dijî karkerên demsalî piştî KHK'yan zêde bûn'
10:18 Doza birayên hev Yildirim sibê tê dîtin
10:09 'Di 4 salan de 500 leşker bi fikar mirin’
09:51 Demîrtaş yekem car dê derkeve pêşberî dadger
09:14 Li dijî yek tîpiyê maseya krîzê tê avakirin
09:13 ‘Gelê Botan ji bo têkoşîna demokrasiyê tim amade ye'
09:12 Jinên amedî: Zarokên dilîzin dê çawa bizewicin?
09:12 Midûr ser tacîza mamsote bincil kir
09:11 Rojnamevan Orûç sibê derdikeve pêşberî dadger
09:10 KESK mîtînga 'Ne Rewşa Awarte, demokrasî' li dar dixe
09:09 Pisporê Tiba Edlî Bîçer: Protokola Minnesotayê îhlal dikin
09:09 Piştî îxrac bû 3 pirtûk çap kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2018'AN
09:00 100 girtî ji ber derman jahrînî bûn
09/01/2018
20:02 Serlêdana parêzerên Ocalan dîsa hat redkirin
17:29 Dervê Îzmirê li Helbestvan Ozturk qedexe kirin
17:26 Umutê 4 salî 24 roj in li nexweşxaneyê tê razandin
16:57 Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez li ser gorên xwe hatin bibîranîn
16:38 DAÎŞ'î axivî
16:05 Dozger xwest helbestvan Fadil Ozturk bê girtin
15:45 'Dengê Sara, Fîdan û Leyla li kuçeyan olan da’
14:48 9 kesên piştgirî dan Gulmen û Ozakça beraet kirin
14:44 Ji 14 polîsan polîsek tenê beşdarî danişînê bû
14:32 Welatê rojnamegerên naxebitin: Divê rojnameger bibin yek
14:27 Komîsyona Jinan a Baroya Wanê bertek nîşanî ‘Otobusa penbe’ da
14:18 Polîsan li Kolana Yukselê 4 çalakger binçav kir
14:17 Leşkeran êrîşî gora Fidan Dogan kirin
14:17 Bîlgen: Komkujiya Parîsê li dijî daxwaza aştiyê bû
14:16 Nûnertiya TGS’ê ya Amedê: Em 10’ê Çile pîroz nakin
13:32 Versîyona cerdevanan a nû: HOH
13:30 Kîşîn ê ji sedî 77 astengdar tahliye bû
12:59 Aram û Ava: Tev li fuarê bibin
12:58 Doza Somayê: Em li dijî her cûre bêhiqûqiyê li vir in
12:43 JIN TV di demek nêzîk de vedibe
12:16 15 girtî ji Xerpetê sirgûn kirin
11:49 Parêzerên Ocalan cara 720'emîn serlêdan kirin
11:43 Piştî 19 mehan derketin pêşberî dadgehê
11:18 Ji bo zarokên bi maşîneyên zirxî tên kuştin û birîndarkirin ‘hiqûq’ betal e
10:47 Şanoya Araf 10 salin li dû lêgerîna azadiyê ye
10:31 HDP’ê li dijî parastina hikumetê nêrînek berfireh da DMME’yê
09:52 Li Amedê 69 gund û mezra hatin qedexekirin
09:52 Li Edeneyê operasyon: 9 kes hatin binçavkirin
09:48 Xizmên girtiyan: Em ê li dijî Yek Tîp'ê li kolanan bin
09:23 Rojnameger: Li dijî zextan piştgirî şert e
09:23 Girtiya nexweş Seyran Demîr daket 35 kîloyan, hîn jî nayê berdan!
09:22 Hiqûqnas Kurşun: KHK'ya berpêşî Meclîsê neyê kirin ne derbasdar e
09:21 Rojnamevan Orûç: Em bi zorê dengê xwe radigihînin
09:20 Vê carê jî afîşên kurdî hatin rakirin!
09:19 Karker mexdûr kirin
09:19 Derûnas Balkan: Daxuyaniyên Diyanetê rê li ber îstismarê vedikin
09:18 Keskîn: Sakîne hevaleke dilnerm û baş bû
09:06 ‘Bijîşk girtiyên ku ferzkirina nasnameyê red dikin muayene nakin'
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2018'AN
08/01/2018
19:52 Hevserokê HDP’î Gumuş hat veşartin
18:17 AKP'ê dê OHAL'ê carek din dirêj bike
17:31 Uca: Komîsyona MÎT'ê lêkolîn dike ava bikin
16:42 HDK: Gel li dijî zordestiyê ne bê alternatif e
16:41 Endamên MÎT'ê hin tiştên din jî gotin
16:24 KÎD: Bêdeng nemînin
15:47 HDP: Rojeva sereke OHAL e: An OHAL an demokrasî
15:19 Cansiz, Dogan û Şaylemez li Moskowayê hatin bîranîn
14:56 Doza Soma dê sibê berdewam bike
14:48 Li dijî 'Cilên yek tîp' greva birçîbûnê
14:22 5 jinên girtî ji Xerpêtê sirgûnî girtîgehên cuda kirin