Keskîn: Sakîne hevaleke dilnerm û baş bû 2018-01-09 09:18:31 STENBOL – Parêzer Eren Keskîn behsa siyasetvan Sakîne Cansiz kir û wiha got: "Wisa ne hêsan e ku mirov ji mirovan re bêje 'terorîst' û derbas bibe. Ji ber hûn Sakîne Cansiz naecibînin, hûn nikarin li paş peyvekê veşêrin. Hevaleke xwedî şiûra kurdî, bîrbir, zana, xwedî wijdan, dilnerm û baş bû."  Di ser kuştina 3 siyasetvanên jin Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku li paytexta Fransayê Parîsê hatibûn kuştin, 5 sal derbas bûn lê belê hîn jî ev cinayet nehatiye ronîkirin. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Parêzer Eren Keskîn, behsa Sakîne Cansiza ku wê di sala 1991'ê de li buroya xwe nas kiriye û paşê li derveyî welat tim hevdu dîtine kir.    Keskîn bi lêv kir ku wê berê tenê bi nav Cansizê nas dikir, lê belê wê cara ewil wê di sala 1991'ê de dema ji girtîgehê derketiye nas kiriye. Keskîn got ku dema Cansiz ji girtîgehê derketiye hatiye buroya wê û serdana wê kiriye û wiha domand: "Bi nav min Sakîne Cansiz nas dikir. Di girtîgehê de bû. Di sala 1991'ê de bi guherandina qanûnekê ji girtîgehê derketibû. Rojekê li buroyê bûm, derî vebû. Ket hundur. Got 'ez hatime parêzera me ya wêrek û xemilandî nas bikim.' Me rû bi rû wisa hevdu nas kir."   Keskîn got: "Dema behsa mirovan tê kirin, kesên wan nas nakin bi rihetî demxeyê li wan dixin. Lê Sakîne Cansiz piraniya temenê xwe di girtîgehê de derbas kiriye. Jineke kurd e ku li Zindana Amedê maye, li wir gelek binpêkirinên mafan dîtiye. Jineke ku di fikr û ramanên xwe de azad, zana, xwedî tecrûbe, xwedî nêrîneke jinane û dema hewce bûna bi hevalên xwe yên mêr re jî şer dikir. Sakîne Cansiz xwedî nêrîneke feminîst bû. Wisa ne hêsan e ku mirov ji mirovan re bibêje 'terorîst' û derbas bibe. Ji ber hûn Sakîne Cansiz naecibînin, hûn nikarin li paş peyvekê veşêrin. Hevaleke xwedî şiûra kurdî, bîrbir, zana, xwedî wijdan, dilnerm û baş bû. Piştî ji girtîgehê derket, demeke kurt li Stenbolê ma." Keskîn got ku di sohbetên wan de piranî Cansiz behsa girtîgehê dikir.    Keskîn bi lêv kir ku paşê Cansiz derketiye derveyî welat û wan li derveyî welat hevdu didît û wiha domand: "Dema ez ji bo panel an jî konferansekê diçûm Ewropayê, heke li nêz bûna teqez dihat û guhdar dikir. Rojekê li Holladayê dema me li mala hevalekê sohbet dikir, dengê teqînekê hat. Wê çaxê gotibû 'ma em bên kuderê wê teqîn çê bibin? Bes êdî ji destê van dengan'. Paşê em hîn bûn ku egzoz teqiyaye. Ew bîranîn tim tê bîra min."   'NIKARIM XEMGÎNIYA XWE YA WÊ ROJÊ VEBÊJIM'   Keskîn, bi lêv kir ku Fîdan Dogan (Rojbîn) li Fransayê bi rihetî dikaribû biçe Parlementoya Ewropayê, bi kesên li parlementoyê re hevdîtinan çê bike û jineke ku li wir zanîngeh xwendibû. Keskîn got ku kesên ji Tirkiyeyê ji bo panel û konferansan diçûn Fransayê hemû Rojbînê nas dikirin û dema ev nûçe di televîzyonan de derketiye, ew li Rojbînê geriyaye bê ka ev hersê jin kî ne. Keskîn wiha domand: "Bi saetan ez li Rojbînê geriyam. Wisa difikirîm ku em ê agahiya rast ji Rojbînê wergirin û ji bo vê ez lê geriyam. Mixabin dema nav aşkere bûn, Rojbîn jî di nav wan de bû. Nikarim xemgîniya xwe ya wê rojê vebêjim. Tiştekî wisa qet nedihat bîra min. Ji ber hîn jî cinayeteke ku nehatiye çareserkirin û ji ber wisa difikirim tiliya rêxistinên îstixbaratî jî di nav de ye, pir xemgîn im. Wisa difikirim ev mijar pir nehat rojevê."    'TU TIŞT AŞKERE NEBÛ'   Keskîn axaftina xwe wiha domand: “Belkî ev bûyer aşkere nebûbe. Lê wisa difikirim ku ez dibêm tiltiya rêxistina îstixbaratê ya Tirkiyeyê yan jî yeke biyanî tê de heye. Rêxistinên îstixbaratê bi piranî mirovên ku jiyana wan di talûkeyê de bin wek tetikêş bi kar tînin. Wisa difikirim ku Omer Guney jî bi vî awayî hatiye hilbijartin. Çimkî nexweşîneke wî ya tedawiya wê tune ye hebûye. Ew bi xwe jî û yên wî bi kar anîne jî hay ji vê nexweşînê hebûne. Yanî pir aşkere ye ku Omer Guney tetikêşek e. Kî tetik daye kişandin? Ev yek bi darizandineke demokratîk dikare bê aşkerekirin. Lê wisa difikirim berpirsiyarê vê yekê daraza Fransayê ye. Destpêkirina vê dozê dirêj ajot. Tu tişt aşkere nebû. Wisa difikirim ku ne derdorên muxalif û ne jî kurd pir neketin pêyî vê dozê."    MA / Sadiye Eser