ÊLIH - Umut O. ê 4 salî ku polisan li Hezexê bi maşînê ew birîndar kir û rakirin nexweşxaneya Êlihê 18 rojin hêj di xew de ye.
Polîsan li navçeya Hezexê ya Şirnexê di 17'ê Kanûnê de bi maşînê li zarokê 4 salî Umut O., qeliband û bi giranî birîndar kiribûn. Umut ê hefteyek berê çavê xwe vekir, li Nexweşxaneyek taybet a Êlihê tê dermankirin. Malbatê diyar kirin ku hêj Umut bi cîhaza nefesê ve girê dayî ye û li nexweşxaneyê tê razandin û hehatiye ser hişê xwe. Malbatê anî ziman ku ji ber di mejî û kezebên wî de zerar çêbûna bijîşk wî hişyar nakin û wî didin razandin. Malbatê anî ziman ku talûkeya jiyanî ya Umut didome. Bijîşk jî, ji bilî malbatê tu kesî hilnagirin hundirê odeyê û tu kesî agahdar nakin.