Umut ê polîsan birîndar kir hêj di xew de ye 2018-01-04 10:09:20 ÊLIH  - Umut O. ê 4 salî ku polisan li Hezexê bi maşînê ew birîndar kir û rakirin nexweşxaneya Êlihê 18 rojin hêj di xew de ye.  Polîsan li navçeya Hezexê ya Şirnexê di 17'ê Kanûnê de  bi maşînê li zarokê 4 salî Umut O., qeliband û bi giranî birîndar kiribûn. Umut ê hefteyek berê çavê xwe vekir, li Nexweşxaneyek taybet a Êlihê tê dermankirin. Malbatê diyar kirin ku hêj Umut bi cîhaza nefesê ve girê dayî ye û li nexweşxaneyê tê razandin û hehatiye ser hişê xwe. Malbatê anî ziman ku ji ber di mejî û kezebên wî de zerar çêbûna bijîşk wî hişyar nakin û wî didin razandin. Malbatê anî ziman ku talûkeya jiyanî ya Umut didome. Bijîşk jî, ji bilî malbatê tu kesî hilnagirin hundirê odeyê û tu kesî agahdar nakin.