Elîaçik: Lêgerîna azadiyê ya li Îranê qet neqediya

img

STENBOL - Nivîskarê îlahyatzan Îhsan Elîaçik diyar kir ku piyên çalakiyên li Îranê yên olî, nijadî û abaoriyî hene û ev tişt got: "Ev çalakî jî didin nîşan ku li Îranê lêgerîna azadî û edaletê tu demê neqediya ye."

Di 28'ê Kanûnê de li bajarê Meşhedê bi hezaran kes derketin kolanan polîtîkaya aborî û tundiyê ya rejîma Îranê şermezar kirin. Di demek kin de li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê belav bûn, di navbera gel û hêzên rejîmê de şerên dijwar rû dan. Di çalakyan de heta niha 27 kes hatin kuştin. Serokomar Hasan Ruhanî diyar kir ku mafê şermezarkirinê yê çalakvanan heye, lê ew ê çavê xwe ji şidetê re negirin. Serokê olî Ayetullah Hamaney jî got ku çalakî bi hêzên derve ve girêdayî ne.
 
Nivîskarê îşahyatzan Îhsan Elîaçik, destnîşan kir ku bi van çalakiyan jî zelal bûye ku lêgerîna azadî û edaletê li Îranê berdewam dike û ev tişt got: "Kesên di sala 1979'an de li dijî Şah çalakî pêk tanî û dirûşmên 'Ji Şah re mirin, ji dîktatoriyê re mirin' berz dikirin. Niha jî dibêjin 'Ji Hamaney re mirin, ji dîktatoriyê re mirin.' Yanî 'azadiyê' berz dikin. Ev jî dide nîşan ku lêgerîna edalet û azadiyê li Îranê neqediya ye."
 
'DIVÊ VEGERIN XETA ELÎ ŞERÎATÎ'
 
Elîaçik da zanîn ku ew çalakiyên li Îranê wekî bîrêkirina azadiyê ya gelê Îranê dibîne, serhildanên li 28 bajaran bi hêzên derve ve girêdan jî majareke gelekî teng dît û wiha axivî: "Kesên di vê hişmendiyê de an Îranê nas nakin, an jî dixwazin li ser tundiya xwe bidin girtin. Ev çalakiyên şermezarkirinê ji ber sê sedeman pêk tên, mirov dikare vana wekî olî, aborî û nijadî pênase bike. Li Îranê di çavkaniya pirsgirêkên olî de Komara Îslamî hat avakirin, li tevahiya welat li ser navê olî rejîma meleyan hat avakirin. Çîna meleyan tundiyê bi pêş dixe. Ev jî her roj ber bi dîktatoriya olî ve diçe. Ev ne xeta îdologê Şoreşa Îranê Elî Şerîatî ye. Hûn dizanin Elî Şerîatî dijberê kapîtalîzmê, azadîxwaz û xwedî hişmendiyeke Îslamî ya demokratîk e. Bi rejîma meleyan re xeta azadiyê ya Elî Şerîatî terk kirin."
 
'LÊGERÎNEKE DIJBERIYA KAPÎTALÎZMÊ HEYE'
 
Elîaçik da zanîn ku divê Îran niha vegere xeta azadîxwaz, demokratîk û dijberê kapîtalîzmê ya Elî Şerîatî, an dê bi tu awayî rizgariya wê tune be. Elîaçik diyar kir ku li Îranê tevgereke li dijî mislimantiyê tune ye, heke tevgereke çepgir derkeve dê di nava Îslamê de derkeve û wiha pê de çû: "Em niha lêgerîna wê ya li Îranê dibînin. Em dikarin bêjin ku lêgerîna dijberê kapîtalîzmê jî niha heye. Lê tişta di çalakiyan de derdikeve pêş, lêgerîna azadiyê ye."
 
'NEXWESTIN GELÊ XIZAN BIBÎNIN'
 
Elîaçik sedemên pirsgirêkên aboriyê jî bi van gotinan şîrove kir: "Encamên ku derketine holê, pirsgirêkên aboriyê ne û ev ji ber polîtîkaya Şîiya Îslamî ye. Yanî di demên dawî de li Îranê şirketên ku dewlet piştgiriyê dide wan derketin holê. Vana ji gel re got ku 'En ê fabrîqeyan ava bikin, em ê mezin bibin, qadên çandiniyê vekin' û ji gel pere kom kirin. Gel jî pereyên xwe negirtin û şirketan pereyên wan desteser kir. Ev kesên mexdûr bûne, niha hemû li koçeyan e. Ji hêla din ve dewlet zêde bi ser Sûriye, Lubnan û Fîlîstînê de çû. Hateya petrol û bacê zêdetir li vir wergirt. Gundên Îranê û gel zêde bi tenê man û baceke zêde li ser gel ferz kirin. Li gorî min civak gelekî bi tenê ma. Bi hesta canî xwe li kuçeyan xistin."
 
'ÇARŞEMA SPÎ Û TÊKOŞÎNA JINÊ'
 
Elîaçik bal kişand ser pêçana serî ya 38 sal e li ser jinan ferz kirine û di vê der barê de jî ev nirxandin kir: "Ev qedexe, di bingeha Îslamê de û di Quranê de jî tune. Her roja ku derbas dibe jinên Îranê li dijî vê qedexeyê zêdetir dengê xwe derdixe. Her rojên Çarşemê cilên spî li xwe dikin û vê yekê şermezar dikin. Li ser oldaran jî bi navê olê zext zêde bûne, di warê têkiliyên jin û mêran de zêde zêde hesasyetî û baldarî li pêş e, mijara xizan û dewlemendan jî xwe pir pirsgirêkek mezin e."
 
'DARVEKIRINÊN SIYASETMEDARÊN KURD JÎ ŞERMEZAR DIKIN'
 
Elîaçik destnîşan kir ku lingekî bingehîn ê çalakiyên şermezarkirinê jî çakaiyên li dijî darvekirina siyasetmedarên kurd e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Li Îranê tundiyeke zêde li ser gelên cuda jî heye. Bi hincetên vala mirov dên bi darvekirin. Ev di beşên cuda yên civakê de dibe sedema bertekên mezin û dewleta Îranê wekî dîktatoriyeke olî dide nîşan. Dem bi dem mirovan li dijî vê serî jî rakirin."
 
MA / Bîlal Seçkîn
 

Sernavên din

05/01/2018
09:10 Şahid û bersûcê 12’ê Îlonê: Wê girtîgeh veguherin distên ku dikelin
09:09 'Şagirtên min êdî bûne hevrikên min'
09:08 Ji ber hevpeyvînê 35 sal ceza dan 6 jinan
09:08 Îran wê bi destê jinan bê guhertin!
09:07 Kesê bi kincê yek tîpî wêneyê wî hat kişandin: Îşkenceyê tîne bîra min
09:06 ‘Ji ber endamê sendîkayê bûm, ji kar hatim avêtin’
09:06 Ewropa dê ji bo Ocalan bimeşe
09:05 Jinên elewî bi keda xwe piştevaniya cemxaneyan dikin
09:04 Bi salan e li vî aşî tehîn tê hêrandin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2018'AN
04/01/2018
17:22 Dadgehê 35 sal cezayê girtîgehê li bersûcê îstîsmara zayendî birîn
17:20 Serlêdana parêzerên Ocalan a 719’emîn jî hat redkirin
17:18 Malbatên Roboskê: Em baweriya xwe zindî bihêlin
17:08 Bîlgen: Dê Demîrtaş polîtîkaya xwe berdewam bike
16:50 Li Colemêrgê qedexe hat dirêjkirin
16:49 2 sal û 3 meh ceza li Sebahat Tuncel birîn
16:06 Fatîhê piçûk ji ber sersariyê jiyana xwe ji dest da?
15:44 ‘Cezakirina siyasetmedaran nehesibandina vîna 6 milyon kesan e’
15:36 Endamekî MÎT'ê li Efrînê hat girtin
15:34 Wekîlê HDP’ê Onlu serbest hat berdan
15:32 'Bila mewzûeta der barê jiyana girtiyan de bê sererastkirin'
15:22 Rojnameger Alayumat: Deng bidin dengê me
14:57 Jinên KESK’î xwesin diyanet bê girtin
14:46 Hevalên nivîskar Murat Saat ên girtî giliyê sûc kirin
14:18 Wekîlê HDP’ê ji danişîna dozê derket hat binçavkirin
14:17 4 çalakgerên Kolana Yukselê binçavkirin
14:16 Demîrtaş: Em ê teqes bi ser kevin
14:00 Li 11 bajar û 49 navçeyan 289 caran kolan qedexe kirin
13:38 Parêzerên Ocalan 719’mîn car daxwaza hevdîtinê kirin
13:30 Kemalbay: Hiqûq hat qetilkirin, edalet dê bi HDP'ê bê
13:18 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Îdrîs Baluken birîn
13:04 Akademîsyen tên darizandin: Em îmze nedin aştiyê hurmeta me ji mere namîne
12:49 Ji sedî 15 zem li çalakiya Kolana Yukselê zêde kirin
12:00 Parlamenterê CHP'ê li Wezîr Soylu gilî kir
11:37 'Yek hestûyê aydê cenazeyan jî nehiştine'
11:27 Tenduristiya girtiyên jin ên di greva birçîbûn de xerabe
10:46 Li Bismilê jî êrîşê goran kirin!
10:44 Nûnerê HDP'ê yê Hewlerê Îke: Di nava Îran, DYA û Iraqê de şerê mezin dest pê dike
10:43 Partî û artêşa Federasyonê tê avakirin
10:24 2 CD'yên di dosyeya Sarisuluk de şikestî derketin
10:12 Elîaçik: Lêgerîna azadiyê ya li Îranê qet neqediya
10:09 Umut ê polîsan birîndar kir hêj di xew de ye
09:56 Aktîvîsta TJA’yê Berîvan Elter hat binçavkirin
09:15 Hatîmogulları: Jin hêz û pêşengê guhertina li Rojhilata Navîn in
09:14 'Bi kevçiyan didin bi heskê distînin'
09:13 'Yek tîp êrîşa li dijî jiyana jinê ye'
09:12 ‘Dixwazin bi hilweşandina goran bîra civakê tune bikin’
09:11 Dayikên Şemiyê: Dewlet yên gorên zarokên wan hene jî bê gor dihêl e
09:11 Şahid û mexdûr Kaya: Yên cilên yek tîp li xwe kirin bêtir îşkence dîtin
09:10 Jiyana wan li ser text û bizmarekî ye
09:09 Li derhênerê belgefîlma Nûjîn doz vekirin
09:00 ROJEVA 04'Ê ÇILE YA 2018'AN
03/01/2018
21:18 NY Îran hişyar kir
21:10 2 kes li Edeneyê hatin girtin
18:19 Şaxa AKA-DER a Kadikoy mohr kirin
16:16 Girtî 55 roj in di grevê de ne
16:02 SABAH'ê parastina DAÎŞ’ê ya li Tirkiye nivîsand
16:01 TJA: Em bi hişmendiya dijminê jinê re rû bi rû ne
15:49 KCK'ê nasnameyên endamên MÎT'ê eşkere kir
15:44 Hinceta şideta mêr: Hêdî dimeşiya min lê da
15:43 Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê: Li girtîgehan jiyanê diqedîn in
15:03 Soylu ji polîsan xwest piyan bişkînin
14:36 Karkerên DHL Ekspressê 171 roj in di berxwedanê de ne
14:24 Helîkoptera Rûsî li Sûriyê ket û 2 pîlotên wê mirin
14:17 Kurkçu: Hesabên komkujiyan dikin
13:51 Karkeran, cenazeyê ajokarekî taksiyê dîtin
13:49 Dadgehê 21 meh ceza li Leyla Bîrlîk birî
13:41 Pêşeroja 400 hezar karkerên taşeron ên cemaweriyê nediyar e
12:51 Rûyê Kolana Konurê yê nû: Berê pirtûk niha kêran difiroşin
12:49 Tanrikulu fetwayên Diyanetê bir Meclîsê
12:13 ÎRA: 187 rojnameger hatin binçavkirin 58 rojnameger hatin girtin
11:07 Pisporê ji Îranê: Gel dixwaze rejîm bê guhertin
10:53 Serhildanên li Meşhedê dest pê kir li tevahiya Îranê belav dibe
10:29 ‘Dê jin bersiva herî xurt li kuçeyan bidin KHK'an'
10:09 Waliyê Bedlisê li 5 gund 2 mezrayan qedexe îlan kir
10:07 ‘Em têkoşerên xwe ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin’
09:40 Dadgehê 4 malperên nûçeyan asteng kir
09:38 Xizmên girtiyan bertek nîşanî kincên yek tîpî dan
09:20 Tespîta Ocalan a ji bo Îranê: Dibe ku em li Îranê bibin şahidê şerê modernîteyê
09:19 ‘KHK’a Hejmara 696 ji bo provokasyonan zemînê ava dike’
09:18 Li dijî hemû zextan jî vîna wan ji pola ye
09:16 Dozger li kuştî jî lêpirsîn vekir
09:14 Tê payîn ku der barê doza Balûken de biryarê bidin
09:13 Gemlîkî: Em biryarê nas nakin
09:11 Esnafên Dersimê: Ji bi başbûna aboriyê pêdivî bi aramiyê heye
09:10 ‘Ava şid reşandina hudurê qawîşan, tiliyên girtiyan di mazgalan de jidandine’
09:09 Mala xwe kir muzeya sînemayê
09:06 Endama KÎD’ê: Bi derxistina cenazeyan wek DAIŞ’ê tev geriyan
09:01 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2018'AN
02/01/2018
19:55 Walîtiya Bedlîsê daxuyanî da: Rûxandina goran li gor mewzûatê ye
18:17 Polîsan dayika Semîh Ozakça bi erdê re kaş kirin û binçav kirin
17:32 Walî li Rihayê mehekê hemû çalakî qedexe kir
17:17 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cardin red kirin
17:16 HDP li Amedê dikeve kampê
16:31 Rojnameger Çoban hat berdan
16:17 Diyanet: zarokên keç ên 9 salî dikarin bizewicin
15:34 Akşener: Li Tokat û Konya kampên perwerdehiya çekdarî hene
14:52 Demîrtaş, dê 15 hezar TL bide Erdogan
14:47 Pîra 73 salî bi dûmana sobê jiyana xwe ji dest da
14:10 Diz ketin buroya rojnameya Evrenselê