Elîaçik: Lêgerîna azadiyê ya li Îranê qet neqediya 2018-01-04 10:12:09 STENBOL - Nivîskarê îlahyatzan Îhsan Elîaçik diyar kir ku piyên çalakiyên li Îranê yên olî, nijadî û abaoriyî hene û ev tişt got: "Ev çalakî jî didin nîşan ku li Îranê lêgerîna azadî û edaletê tu demê neqediya ye." Di 28'ê Kanûnê de li bajarê Meşhedê bi hezaran kes derketin kolanan polîtîkaya aborî û tundiyê ya rejîma Îranê şermezar kirin. Di demek kin de li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê belav bûn, di navbera gel û hêzên rejîmê de şerên dijwar rû dan. Di çalakyan de heta niha 27 kes hatin kuştin. Serokomar Hasan Ruhanî diyar kir ku mafê şermezarkirinê yê çalakvanan heye, lê ew ê çavê xwe ji şidetê re negirin. Serokê olî Ayetullah Hamaney jî got ku çalakî bi hêzên derve ve girêdayî ne.   Nivîskarê îşahyatzan Îhsan Elîaçik, destnîşan kir ku bi van çalakiyan jî zelal bûye ku lêgerîna azadî û edaletê li Îranê berdewam dike û ev tişt got: "Kesên di sala 1979'an de li dijî Şah çalakî pêk tanî û dirûşmên 'Ji Şah re mirin, ji dîktatoriyê re mirin' berz dikirin. Niha jî dibêjin 'Ji Hamaney re mirin, ji dîktatoriyê re mirin.' Yanî 'azadiyê' berz dikin. Ev jî dide nîşan ku lêgerîna edalet û azadiyê li Îranê neqediya ye."   'DIVÊ VEGERIN XETA ELÎ ŞERÎATÎ'   Elîaçik da zanîn ku ew çalakiyên li Îranê wekî bîrêkirina azadiyê ya gelê Îranê dibîne, serhildanên li 28 bajaran bi hêzên derve ve girêdan jî majareke gelekî teng dît û wiha axivî: "Kesên di vê hişmendiyê de an Îranê nas nakin, an jî dixwazin li ser tundiya xwe bidin girtin. Ev çalakiyên şermezarkirinê ji ber sê sedeman pêk tên, mirov dikare vana wekî olî, aborî û nijadî pênase bike. Li Îranê di çavkaniya pirsgirêkên olî de Komara Îslamî hat avakirin, li tevahiya welat li ser navê olî rejîma meleyan hat avakirin. Çîna meleyan tundiyê bi pêş dixe. Ev jî her roj ber bi dîktatoriya olî ve diçe. Ev ne xeta îdologê Şoreşa Îranê Elî Şerîatî ye. Hûn dizanin Elî Şerîatî dijberê kapîtalîzmê, azadîxwaz û xwedî hişmendiyeke Îslamî ya demokratîk e. Bi rejîma meleyan re xeta azadiyê ya Elî Şerîatî terk kirin."   'LÊGERÎNEKE DIJBERIYA KAPÎTALÎZMÊ HEYE'   Elîaçik da zanîn ku divê Îran niha vegere xeta azadîxwaz, demokratîk û dijberê kapîtalîzmê ya Elî Şerîatî, an dê bi tu awayî rizgariya wê tune be. Elîaçik diyar kir ku li Îranê tevgereke li dijî mislimantiyê tune ye, heke tevgereke çepgir derkeve dê di nava Îslamê de derkeve û wiha pê de çû: "Em niha lêgerîna wê ya li Îranê dibînin. Em dikarin bêjin ku lêgerîna dijberê kapîtalîzmê jî niha heye. Lê tişta di çalakiyan de derdikeve pêş, lêgerîna azadiyê ye."   'NEXWESTIN GELÊ XIZAN BIBÎNIN'   Elîaçik sedemên pirsgirêkên aboriyê jî bi van gotinan şîrove kir: "Encamên ku derketine holê, pirsgirêkên aboriyê ne û ev ji ber polîtîkaya Şîiya Îslamî ye. Yanî di demên dawî de li Îranê şirketên ku dewlet piştgiriyê dide wan derketin holê. Vana ji gel re got ku 'En ê fabrîqeyan ava bikin, em ê mezin bibin, qadên çandiniyê vekin' û ji gel pere kom kirin. Gel jî pereyên xwe negirtin û şirketan pereyên wan desteser kir. Ev kesên mexdûr bûne, niha hemû li koçeyan e. Ji hêla din ve dewlet zêde bi ser Sûriye, Lubnan û Fîlîstînê de çû. Hateya petrol û bacê zêdetir li vir wergirt. Gundên Îranê û gel zêde bi tenê man û baceke zêde li ser gel ferz kirin. Li gorî min civak gelekî bi tenê ma. Bi hesta canî xwe li kuçeyan xistin."   'ÇARŞEMA SPÎ Û TÊKOŞÎNA JINÊ'   Elîaçik bal kişand ser pêçana serî ya 38 sal e li ser jinan ferz kirine û di vê der barê de jî ev nirxandin kir: "Ev qedexe, di bingeha Îslamê de û di Quranê de jî tune. Her roja ku derbas dibe jinên Îranê li dijî vê qedexeyê zêdetir dengê xwe derdixe. Her rojên Çarşemê cilên spî li xwe dikin û vê yekê şermezar dikin. Li ser oldaran jî bi navê olê zext zêde bûne, di warê têkiliyên jin û mêran de zêde zêde hesasyetî û baldarî li pêş e, mijara xizan û dewlemendan jî xwe pir pirsgirêkek mezin e."   'DARVEKIRINÊN SIYASETMEDARÊN KURD JÎ ŞERMEZAR DIKIN'   Elîaçik destnîşan kir ku lingekî bingehîn ê çalakiyên şermezarkirinê jî çakaiyên li dijî darvekirina siyasetmedarên kurd e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Li Îranê tundiyeke zêde li ser gelên cuda jî heye. Bi hincetên vala mirov dên bi darvekirin. Ev di beşên cuda yên civakê de dibe sedema bertekên mezin û dewleta Îranê wekî dîktatoriyeke olî dide nîşan. Dem bi dem mirovan li dijî vê serî jî rakirin."   MA / Bîlal Seçkîn