Li dijî hemû zextan jî vîna wan ji pola ye

img

ÎZMÎR – Malbata Erkan di salên 80'yî de diçe Îskenderunê û ji wir jî koçî Îzmîrê dike. Lê malbat ji zextan xelas nabe. Di her avêtina ser malê de kesek ji malbatê tê girtin. Nazliyeya ku bi salan di girtîgehê de ma, herî dawî dîsa hat girtin. Dayik Sultan Erkan jî 2 caran hatiye girtin û hevjînê wê hêj di girtîgehê de ye wiha got: "Mirov ji bo rûmeta xwe dijî."

Malbata Erkan a xwedî 7 zarokan e, di şertên şerî de ji Mêrdînê koçber bûn û keça wan Nazliye Erkan ji ber îxbareke "bê bingeh" careke din hat girtin. Hema bêje hemû ferdên malbatê hatine girtin û çîroka wan a bi êşbar xwe disipêre salên 80'yî û vir ve. Malbat di salên 80'yî de ji gundê Bafawa yê Mêrdînê koçî navçeya Îskenderunê ya Hatayê dike, lê zextên li dijî malbatê li vir jî dewam dike. Malbat di salên 90'î de careke din koçber dibe û li Îzmîrê bi cih dibe. Bav Mehmet Mehdî Erkan, bi karê înşaet, çandinî û pişt re di Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê de karê paqijiyê dike. Lê zextên dewletê li vir jî malbatê rihet bernadin û ferdên malbatê gelek caran tên binçavkirin. Keça malbatê Nazliye Erkan, ji ber xebatên siyasî di sala 2000'î de 9 mehan di girtîgehê de dimîne, piştî wê jî salekî di girtîgehê de dimîne. Kurê malbatê Abdurrahman Erkan jî demekê di rojnameya Azadiya Welat de dixebite, ji ber belavkirina rojnameyê gelek zext lê tên kirin. Abdurrahman Erkan ji ber zextan di sala 2000'î de tev li PKK'ê dibe. Di heman salê de Nazliye Erkan a ji girtîgehê derdikeve, bi îdiaya "Endama rêxistinê ye" tê binçavkirin û di sala 2003'yan de 8 meh ceza lê tê birîn. Dema Erkan di girtîgehê de ye, zextên li ser malbatê bênavber dewam dikin.
 
BI MALBATÎ AVÊTIN GIRTÎGEHÊ 
 
Di sala 2007'an de vê carê dayik Sultan Erkan tê binçavkirin û 4 mehan di girtîgehê de dimîne. Yasemîn Erkan a di vê demê de dikeve ezmûnên zanîngehî gelek caran tê binçavkirin û herî dawî bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" tê girtin. Yasemîn Erkan demek kin di girtîgehê de dimîne. Dema ji girtîgehê derdikeve, pê dihise ku Abdurrahman Erkan ê tev li PKK'ê bûye, di şerekî de jiyana xwe ji dest daye. Malbata ku cenazeyê zarokên xwe jî wernegirtine, ji ber ku di sala 2011'an de di mala xwe de serdanên sersaxiyê qebûl kirine, careke din bi zextan re rû bi rû dimînin. Bav Mehmet Mehdî Erkan tê binçavkirin, û 12 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn. Di sala 2016'an de dayik Sultan Erkan jî tê girtin û 6 mehan di girtîgehê de dimîne.
 
ÇAPEMENIYÊ KIR ARMANC DEWLETÊ GIRT!
 
Malbata ku gelek tişt hat serê wan, tevî vê jî hewl dide xwe bide ser hev. Nazliye Erkan piştî di 2011'an de ji girtîgehê derket û tevî xwişkên xwe kargeheke piçûk vekirin û dixwazin aboriya xwe saz bikin. Di 19'ê Kanûnê de li Îzmîrê operasyonek pêk hat û dîsa hat binçavkirin. Hevdîtinên Nazliye Erkan ên bi bavê wê yê girtî re, wekî "Xebatên rêxistinê" hesibandin û ew binçav kirin. Lê çapemeniyê ew wekî "Bombevan" nîşan da û careke din avêtin girtîgehê. Emniyetê qîma xwe bi vê jî neanî û diçe sîteya ku malbata Erkan lê dimîne, dosya û nûçeyên der barê Nazliye Ekran û malbatê de nîşanî rêveberiya sîteyê dide. Li ser vê rêveberiya sîteyê ji malbata Erkan dixwaze ku demildest kargehê vala bike. Malbat neçar dimîne kargeha xwe dewr dike.
 
‘MIROV JI BO RÛMETA XWE DIJÎ’
 
Dayik Sultan Erkan aşkera kir ku tiştên hatine serê wan, tarîfa wan tune, li gel hemû zextan jî serbilindiya xwe anî ziman. Dayika Sultan destnîşan kir ku keça wê Nazliyeyê bi salan di girtîgehê de maye, dîsa bi girtina wê re dixwazin jiyana wan rawestînin û ev wekî polîtîkayeke tepisandinê pênase kir û wiha axivî: "Sedema ew qas êrîşan nasnameya me ye. Dixwazin em dest ji nasname, çand û zimanê xwe berdin. Rûmeta me dixwazin. Em ê çawa dest ji rûmeta xwe berdin. Em ji bo çi dijîn. Em bi zarokên xwe re ji bo rûmeta xwe dijîn. Ew dixwazin tişta ku Xwedê daye, em dest jê berdin. Di kîjan olê de ev yek heye?"
 
XWEDÎ BIRYAR IN
 
Dayika Sultan diyar kir ku ew tenê aştiyê dixwazin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi salan ji bo zarokên me û zarokên kesî nemirin em têkoşiyan. Lê her dem ji me re astengî derxistin. Me cenazeyê kurê xwe jî negirt. Lê em ê dîsa jî têkoşîna xwe dewam bikin. Dewlet jî bi girtinê bersivê dide. Çi dikin bila bikin, em bi biryar in. Em ê jiyanê biparêzin. Em ê ji bo aştiyê bitêkoşin. Em ê xwedî li ziman, nasname, zarokên xwe û zarokên her kesî derkevin. Em di vir de xwedî biryar in."
 
 

Sernavên din

05/01/2018
09:10 Şahid û bersûcê 12’ê Îlonê: Wê girtîgeh veguherin distên ku dikelin
09:09 'Şagirtên min êdî bûne hevrikên min'
09:08 Ji ber hevpeyvînê 35 sal ceza dan 6 jinan
09:08 Îran wê bi destê jinan bê guhertin!
09:07 Kesê bi kincê yek tîpî wêneyê wî hat kişandin: Îşkenceyê tîne bîra min
09:06 ‘Ji ber endamê sendîkayê bûm, ji kar hatim avêtin’
09:06 Ewropa dê ji bo Ocalan bimeşe
09:05 Jinên elewî bi keda xwe piştevaniya cemxaneyan dikin
09:04 Bi salan e li vî aşî tehîn tê hêrandin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2018'AN
04/01/2018
17:22 Dadgehê 35 sal cezayê girtîgehê li bersûcê îstîsmara zayendî birîn
17:20 Serlêdana parêzerên Ocalan a 719’emîn jî hat redkirin
17:18 Malbatên Roboskê: Em baweriya xwe zindî bihêlin
17:08 Bîlgen: Dê Demîrtaş polîtîkaya xwe berdewam bike
16:50 Li Colemêrgê qedexe hat dirêjkirin
16:49 2 sal û 3 meh ceza li Sebahat Tuncel birîn
16:06 Fatîhê piçûk ji ber sersariyê jiyana xwe ji dest da?
15:44 ‘Cezakirina siyasetmedaran nehesibandina vîna 6 milyon kesan e’
15:36 Endamekî MÎT'ê li Efrînê hat girtin
15:34 Wekîlê HDP’ê Onlu serbest hat berdan
15:32 'Bila mewzûeta der barê jiyana girtiyan de bê sererastkirin'
15:22 Rojnameger Alayumat: Deng bidin dengê me
14:57 Jinên KESK’î xwesin diyanet bê girtin
14:46 Hevalên nivîskar Murat Saat ên girtî giliyê sûc kirin
14:18 Wekîlê HDP’ê ji danişîna dozê derket hat binçavkirin
14:17 4 çalakgerên Kolana Yukselê binçavkirin
14:16 Demîrtaş: Em ê teqes bi ser kevin
14:00 Li 11 bajar û 49 navçeyan 289 caran kolan qedexe kirin
13:38 Parêzerên Ocalan 719’mîn car daxwaza hevdîtinê kirin
13:30 Kemalbay: Hiqûq hat qetilkirin, edalet dê bi HDP'ê bê
13:18 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Îdrîs Baluken birîn
13:04 Akademîsyen tên darizandin: Em îmze nedin aştiyê hurmeta me ji mere namîne
12:49 Ji sedî 15 zem li çalakiya Kolana Yukselê zêde kirin
12:00 Parlamenterê CHP'ê li Wezîr Soylu gilî kir
11:37 'Yek hestûyê aydê cenazeyan jî nehiştine'
11:27 Tenduristiya girtiyên jin ên di greva birçîbûn de xerabe
10:46 Li Bismilê jî êrîşê goran kirin!
10:44 Nûnerê HDP'ê yê Hewlerê Îke: Di nava Îran, DYA û Iraqê de şerê mezin dest pê dike
10:43 Partî û artêşa Federasyonê tê avakirin
10:24 2 CD'yên di dosyeya Sarisuluk de şikestî derketin
10:12 Elîaçik: Lêgerîna azadiyê ya li Îranê qet neqediya
10:09 Umut ê polîsan birîndar kir hêj di xew de ye
09:56 Aktîvîsta TJA’yê Berîvan Elter hat binçavkirin
09:15 Hatîmogulları: Jin hêz û pêşengê guhertina li Rojhilata Navîn in
09:14 'Bi kevçiyan didin bi heskê distînin'
09:13 'Yek tîp êrîşa li dijî jiyana jinê ye'
09:12 ‘Dixwazin bi hilweşandina goran bîra civakê tune bikin’
09:11 Dayikên Şemiyê: Dewlet yên gorên zarokên wan hene jî bê gor dihêl e
09:11 Şahid û mexdûr Kaya: Yên cilên yek tîp li xwe kirin bêtir îşkence dîtin
09:10 Jiyana wan li ser text û bizmarekî ye
09:09 Li derhênerê belgefîlma Nûjîn doz vekirin
09:00 ROJEVA 04'Ê ÇILE YA 2018'AN
03/01/2018
21:18 NY Îran hişyar kir
21:10 2 kes li Edeneyê hatin girtin
18:19 Şaxa AKA-DER a Kadikoy mohr kirin
16:16 Girtî 55 roj in di grevê de ne
16:02 SABAH'ê parastina DAÎŞ’ê ya li Tirkiye nivîsand
16:01 TJA: Em bi hişmendiya dijminê jinê re rû bi rû ne
15:49 KCK'ê nasnameyên endamên MÎT'ê eşkere kir
15:44 Hinceta şideta mêr: Hêdî dimeşiya min lê da
15:43 Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê: Li girtîgehan jiyanê diqedîn in
15:03 Soylu ji polîsan xwest piyan bişkînin
14:36 Karkerên DHL Ekspressê 171 roj in di berxwedanê de ne
14:24 Helîkoptera Rûsî li Sûriyê ket û 2 pîlotên wê mirin
14:17 Kurkçu: Hesabên komkujiyan dikin
13:51 Karkeran, cenazeyê ajokarekî taksiyê dîtin
13:49 Dadgehê 21 meh ceza li Leyla Bîrlîk birî
13:41 Pêşeroja 400 hezar karkerên taşeron ên cemaweriyê nediyar e
12:51 Rûyê Kolana Konurê yê nû: Berê pirtûk niha kêran difiroşin
12:49 Tanrikulu fetwayên Diyanetê bir Meclîsê
12:13 ÎRA: 187 rojnameger hatin binçavkirin 58 rojnameger hatin girtin
11:07 Pisporê ji Îranê: Gel dixwaze rejîm bê guhertin
10:53 Serhildanên li Meşhedê dest pê kir li tevahiya Îranê belav dibe
10:29 ‘Dê jin bersiva herî xurt li kuçeyan bidin KHK'an'
10:09 Waliyê Bedlisê li 5 gund 2 mezrayan qedexe îlan kir
10:07 ‘Em têkoşerên xwe ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin’
09:40 Dadgehê 4 malperên nûçeyan asteng kir
09:38 Xizmên girtiyan bertek nîşanî kincên yek tîpî dan
09:20 Tespîta Ocalan a ji bo Îranê: Dibe ku em li Îranê bibin şahidê şerê modernîteyê
09:19 ‘KHK’a Hejmara 696 ji bo provokasyonan zemînê ava dike’
09:18 Li dijî hemû zextan jî vîna wan ji pola ye
09:16 Dozger li kuştî jî lêpirsîn vekir
09:14 Tê payîn ku der barê doza Balûken de biryarê bidin
09:13 Gemlîkî: Em biryarê nas nakin
09:11 Esnafên Dersimê: Ji bi başbûna aboriyê pêdivî bi aramiyê heye
09:10 ‘Ava şid reşandina hudurê qawîşan, tiliyên girtiyan di mazgalan de jidandine’
09:09 Mala xwe kir muzeya sînemayê
09:06 Endama KÎD’ê: Bi derxistina cenazeyan wek DAIŞ’ê tev geriyan
09:01 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2018'AN
02/01/2018
19:55 Walîtiya Bedlîsê daxuyanî da: Rûxandina goran li gor mewzûatê ye
18:17 Polîsan dayika Semîh Ozakça bi erdê re kaş kirin û binçav kirin
17:32 Walî li Rihayê mehekê hemû çalakî qedexe kir
17:17 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cardin red kirin
17:16 HDP li Amedê dikeve kampê
16:31 Rojnameger Çoban hat berdan
16:17 Diyanet: zarokên keç ên 9 salî dikarin bizewicin
15:34 Akşener: Li Tokat û Konya kampên perwerdehiya çekdarî hene
14:52 Demîrtaş, dê 15 hezar TL bide Erdogan
14:47 Pîra 73 salî bi dûmana sobê jiyana xwe ji dest da
14:10 Diz ketin buroya rojnameya Evrenselê