Li dijî hemû zextan jî vîna wan ji pola ye 2018-01-03 09:18:21 ÎZMÎR – Malbata Erkan di salên 80'yî de diçe Îskenderunê û ji wir jî koçî Îzmîrê dike. Lê malbat ji zextan xelas nabe. Di her avêtina ser malê de kesek ji malbatê tê girtin. Nazliyeya ku bi salan di girtîgehê de ma, herî dawî dîsa hat girtin. Dayik Sultan Erkan jî 2 caran hatiye girtin û hevjînê wê hêj di girtîgehê de ye wiha got: "Mirov ji bo rûmeta xwe dijî." Malbata Erkan a xwedî 7 zarokan e, di şertên şerî de ji Mêrdînê koçber bûn û keça wan Nazliye Erkan ji ber îxbareke "bê bingeh" careke din hat girtin. Hema bêje hemû ferdên malbatê hatine girtin û çîroka wan a bi êşbar xwe disipêre salên 80'yî û vir ve. Malbat di salên 80'yî de ji gundê Bafawa yê Mêrdînê koçî navçeya Îskenderunê ya Hatayê dike, lê zextên li dijî malbatê li vir jî dewam dike. Malbat di salên 90'î de careke din koçber dibe û li Îzmîrê bi cih dibe. Bav Mehmet Mehdî Erkan, bi karê înşaet, çandinî û pişt re di Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê de karê paqijiyê dike. Lê zextên dewletê li vir jî malbatê rihet bernadin û ferdên malbatê gelek caran tên binçavkirin. Keça malbatê Nazliye Erkan, ji ber xebatên siyasî di sala 2000'î de 9 mehan di girtîgehê de dimîne, piştî wê jî salekî di girtîgehê de dimîne. Kurê malbatê Abdurrahman Erkan jî demekê di rojnameya Azadiya Welat de dixebite, ji ber belavkirina rojnameyê gelek zext lê tên kirin. Abdurrahman Erkan ji ber zextan di sala 2000'î de tev li PKK'ê dibe. Di heman salê de Nazliye Erkan a ji girtîgehê derdikeve, bi îdiaya "Endama rêxistinê ye" tê binçavkirin û di sala 2003'yan de 8 meh ceza lê tê birîn. Dema Erkan di girtîgehê de ye, zextên li ser malbatê bênavber dewam dikin.   BI MALBATÎ AVÊTIN GIRTÎGEHÊ    Di sala 2007'an de vê carê dayik Sultan Erkan tê binçavkirin û 4 mehan di girtîgehê de dimîne. Yasemîn Erkan a di vê demê de dikeve ezmûnên zanîngehî gelek caran tê binçavkirin û herî dawî bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" tê girtin. Yasemîn Erkan demek kin di girtîgehê de dimîne. Dema ji girtîgehê derdikeve, pê dihise ku Abdurrahman Erkan ê tev li PKK'ê bûye, di şerekî de jiyana xwe ji dest daye. Malbata ku cenazeyê zarokên xwe jî wernegirtine, ji ber ku di sala 2011'an de di mala xwe de serdanên sersaxiyê qebûl kirine, careke din bi zextan re rû bi rû dimînin. Bav Mehmet Mehdî Erkan tê binçavkirin, û 12 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn. Di sala 2016'an de dayik Sultan Erkan jî tê girtin û 6 mehan di girtîgehê de dimîne.   ÇAPEMENIYÊ KIR ARMANC DEWLETÊ GIRT!   Malbata ku gelek tişt hat serê wan, tevî vê jî hewl dide xwe bide ser hev. Nazliye Erkan piştî di 2011'an de ji girtîgehê derket û tevî xwişkên xwe kargeheke piçûk vekirin û dixwazin aboriya xwe saz bikin. Di 19'ê Kanûnê de li Îzmîrê operasyonek pêk hat û dîsa hat binçavkirin. Hevdîtinên Nazliye Erkan ên bi bavê wê yê girtî re, wekî "Xebatên rêxistinê" hesibandin û ew binçav kirin. Lê çapemeniyê ew wekî "Bombevan" nîşan da û careke din avêtin girtîgehê. Emniyetê qîma xwe bi vê jî neanî û diçe sîteya ku malbata Erkan lê dimîne, dosya û nûçeyên der barê Nazliye Ekran û malbatê de nîşanî rêveberiya sîteyê dide. Li ser vê rêveberiya sîteyê ji malbata Erkan dixwaze ku demildest kargehê vala bike. Malbat neçar dimîne kargeha xwe dewr dike.   ‘MIROV JI BO RÛMETA XWE DIJÎ’   Dayik Sultan Erkan aşkera kir ku tiştên hatine serê wan, tarîfa wan tune, li gel hemû zextan jî serbilindiya xwe anî ziman. Dayika Sultan destnîşan kir ku keça wê Nazliyeyê bi salan di girtîgehê de maye, dîsa bi girtina wê re dixwazin jiyana wan rawestînin û ev wekî polîtîkayeke tepisandinê pênase kir û wiha axivî: "Sedema ew qas êrîşan nasnameya me ye. Dixwazin em dest ji nasname, çand û zimanê xwe berdin. Rûmeta me dixwazin. Em ê çawa dest ji rûmeta xwe berdin. Em ji bo çi dijîn. Em bi zarokên xwe re ji bo rûmeta xwe dijîn. Ew dixwazin tişta ku Xwedê daye, em dest jê berdin. Di kîjan olê de ev yek heye?"   XWEDÎ BIRYAR IN   Dayika Sultan diyar kir ku ew tenê aştiyê dixwazin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi salan ji bo zarokên me û zarokên kesî nemirin em têkoşiyan. Lê her dem ji me re astengî derxistin. Me cenazeyê kurê xwe jî negirt. Lê em ê dîsa jî têkoşîna xwe dewam bikin. Dewlet jî bi girtinê bersivê dide. Çi dikin bila bikin, em bi biryar in. Em ê jiyanê biparêzin. Em ê ji bo aştiyê bitêkoşin. Em ê xwedî li ziman, nasname, zarokên xwe û zarokên her kesî derkevin. Em di vir de xwedî biryar in."