ENQERE - Polîsan dayika Semîh Ozakça Sultan Ozakça li Guvenparkê bi erdê re kaş kirin û binçavkirin.
Çalakiya Semîh Ozakça û Nûriye Gulmen a greva birçîbûnê di roja 300'î de berdewam dike. Malbatnên Semîh Ozakça û Nûriye Gulmen ji bo piştgiriyê bidin zarokên xwe û dîsa li karê xwe vegerin li Guvenparkê çalakî pêk anîn. Malbatên xwestin li Guvenparkê daxuyaniyê bidin rastî mudaxaleya polîsan hatin. Polîsan Dayika Semîh Ozmakça Sultan Ozakça û xwişka Nuriye Gulmen Beyaz Gulmen bi erdê re kaş kirin û binçavkirin.