Polîsan dayika Semîh Ozakça bi erdê re kaş kirin û binçav kirin 2018-01-02 18:17:05   ENQERE - Polîsan dayika Semîh Ozakça Sultan Ozakça li Guvenparkê bi erdê re kaş kirin û binçavkirin.    Çalakiya Semîh Ozakça û Nûriye Gulmen a greva birçîbûnê di roja 300'î de berdewam dike. Malbatnên Semîh Ozakça û Nûriye Gulmen ji bo piştgiriyê bidin zarokên xwe û dîsa li karê xwe vegerin li Guvenparkê çalakî pêk anîn. Malbatên xwestin li Guvenparkê daxuyaniyê bidin rastî mudaxaleya polîsan hatin. Polîsan Dayika Semîh Ozmakça Sultan Ozakça û xwişka Nuriye Gulmen Beyaz Gulmen bi erdê re kaş kirin û binçavkirin.