Tirkiye di êrîşa Efrînê de dê bi tenê bimîne

img

NAVENDA NUÇEYAN - Tirkiye ku xwe amade dike êrîşî Efrînê bike, ji ber krîza hundirîn û derve dê bi tenê bimîne. Her çiqas Tirkiye, ji bo êrîşa Efrînê amadekarî dike û dixwaze di nava Mertalê Firatê de guherînan bike jî, tevlîhevî û nakokiyên di nava koman de vê hewildanê lawaz dike. 

Tirkiye piştî binketina hemû planên wî yên di heremê de, hewil dide dagirkeriya xwe ji heremên Ezaz, Cerablûs û heta Babê bêhtir mayînde bike û siyaseta Tirkbûnî li heremê berdewam bike. Bi vê polîtîkaya xeter zemîneke hebûna xwe di van herêman de çêkir û baregehên xwe yên leşkerî, ewlehî û îstîxbaratî zêde kir. Niha jî dixwaze bi projeyên xizmetguzariyê, avakirina saziyan û banqeyan, hewil dide heremê wek perçeyek ji xaka Tirkiyê bi rêve bibe.  
 
RÛSYA DIXWAZE TIRKIYE GAFAN LI EFRÎNE BIXWE
 
Piştî Amerîka şer li rojhilatê Sûriyê da destpêkirin, li wir hêzên xwe bi cih kir, rê li ber gihiştina Rûsiya ya bajarê Reqqayê û wan herêman girt. Rûsiya ku dît tu rola wî di herêma rojhilata Sûriyê de nema, ew jî xwest rê li ber Amerîka ya ketina herêma bakurê Sûriyê bigire. Ji bo vê jî "Heremên kêmpêvçûn" ragihand û di ber de jî rê da Tirkiyê ji bo gefan li Efrînê bixwe. Lê tenê destûra gefxwarinê da, ji bo ku hin xwestekên xwe li ser hêzên Tevgera Azadiyê ya Efrînê ferz bike, an jî tirsekî bide çêkirin ji bo Efrîn radestê Rejîma BAAS bê kirin. Li ser vê esasî jî armanca ketina Tirkiyê ya li Idlibê ne ji bo pêkanîna heremên kêmpêvçûn ava bike ye, armanc tenê ji bo leşkerên xwe li pêşberê sînorên Efrînê bi cih bike û amadekariya şer bike ye. Lê wisa xuyaye ku ji ber krîza di navbêra Tirkiye û hêzên koalisyona navneteweyî, Amerîka, qrîzên ji destpêka sala 2017'an û vir ve di navbêra dewletan û Yekîtiya Emîrtiya Ereban de derketî tenê maye, Rûsya jî niha naxwaze xwe zêde nêzî Tirkiyê bike. Ji bo vê yekî Tirkiye di mijara êrîşa ser Efrînê de bi tena serê xwe maye. Jixwe nakokiyên di navbêra komên çete yên girêdayên "Mertalê Firatê" de her çiqas diçe zêde dibe û ne baweriya wan û ne jî baweriya dewleta tirk bi wan maye. Jixwe tê zanîn, eger Tirkiye destûr û piştgiriya Rûsiya negire nikare tu êrîşekê li ser Efrînê bike. 
 
Jixwe ji aliyê gel û hin pêkhateyên di herêma Ezaz û Cerablûsê de li dijî kiryar û hewildanên dewleta tirk û komên çete yên girêdayên wî, nerazîbûn zêde dibin. Di 19'ê kanûna 2017'an de gele bajarê Cerablûsê xwepêşandanek li dijî dewleta tirk, Meclîsa Heremî ya Cerablûsê û AFAD'ê lidarxistin. Di xwepeşandanê de daxuyanî hat dayîn û bang li Saziyên Navneteweyî kirin ku wan ji dagirkerî û kiryarên dewleta tirk û komên çete rizgar bikin û gotin: "Dewleta Tirkiye ferq û cûdatî dixe navbêra niştecihên Ereb û Tirkmenan. Hemû sazî xistine deste Tûrkmenan û ev yek jî dide nişandan ku tu ferqa dewleta Tirkiye û DAIŞ'ê tuneye. Ji ber ku DAIŞ jî hemû tiştan dixist destê kesên alîgirên xwe, zext û zordarî li ser niştecihên din dikir."  
 
Li Cerablûsê gengeşiyek din di 17'ê kanûnê de jî pêk hatibû. Ji aliyêçeteyên Tabûra Ehrar El Şerqiye û El Cihişat ên girêdayên "Mertalê Firatê" di sûka bajêr de teşebûsa desdirêjî li jinekê hat kirin. Hat diyarkirin ku niştecihên derdorê û xizmên jina bi navê H.E. K mudaxeleyê komên çeteyan kirin. Ev alozî ku di demek kurt de zivirî pêvçûna di navbêra xizmên H.E.K ku endamên Tabûra El Cebhe El Şamiyê ne û El Cihişat de derket. Hat gotin ku ev pêvçûna di navbêra komên çete yên girêdayên Mertalê Firatê de berfireh bû. Ev nakokî û gengeşî ya di navbêra komên çete de berdewam dike. 
 
TIRKIYE BI TENÊ MAYE
 
Li Cerablûsê ku ev bûyer diqewimin, Tirkiye dixwaze li Ezaz, Bab û derdora Herêma Efrînê hêzekî bi destê xwe ava bike. Tevgera leşkerên TSK'ê li ser sînor wek hefteyên bere di intîşarê de bûn. Ji geren balafirên keşfe û bi hêzkirina noqte û mewziyên berê û avakirina mewziyên nû yên ji betonê pêk tên, eger destur an jî piştgiriyek ji Rûsiya negire, dixwaze bi van amadekariyan dorpêçkirina Herêma Efrînê û êrîşekê di paşeroj de pêk bîne ava dike.  Ji ber vê yekî jî hate ragihandin ku Tirkiye baregehên xwe li heremên Bab, Ezaz heta gundê Yazibaxê bi çek û erebeyên zirxî wek e tang, panzer û alavên leşkeri xûrtir dike û hejmara çekdarên xwe zêde dike. Li aliyê din de jî dewleta tirk leşkerên heremî di bin navê leşkerên TSK'ê de ji bo parastina baregehên xwe erkdar kirine. Yanî piraniya endamên TSK'ê ji endamên bere yên komên çekdar pêk tên. Li gor xuya dibe armanc ji vê yekê, ji bo komên çekdar ji hev bikin û dagirkeriya heremê temam bike û endamên komên çekdar tevlî artêş û polîsên Tirkiyê bikin. 
 
Ji bilî vê El Cebhe El Şamiye baregehek xwe ya li bajaroka Soran a Ezazê radestî Tirkiye kiriye. Ev baregeh dikeve nêzî çarxeriya Soran a aliyê rojhilat ve, avahiya li mile çepê ku bere wek e mexfer û navenda miduriyeta heremê dihat bikaranîn. Fermandarê wir jî Ebû Yasîn bû. Lewma Ebû Yasîn wê di demeke nêzîk de baregeheke nû li rojhilatê Soran ava bike.
 
MA / Erdoğan Altan

Sernavên din

02/01/2018
13:51 Dadgehê 18 meh ceza li Tugluk birî
13:34 Serbijîşkiyê der barê sosreta HIVê de daxuyanî da
13:29 Her êrîşa rejîmê zêde dibe çalakiyên xwepêşandanan jî mezin dibe
13:06 Tirkiye di êrîşa Efrînê de dê bi tenê bimîne
12:36 Parêzerên Ocalan ji bo hevditinê daxwazname dan dozgeriyê
12:16 Parêzerê Yurdakul ê li girtîgehê hat kuştin: Bi taybet kawîşa C3 hatiye avakirin
11:54 'Pergala zilam jinên serkeftî bi taloke dibîne'
11:25 Şanoya Bajêr a Amedê vê mehê bi bernameyek têr û tije tê
11:18 Bêcezahiştin bi KHK’ê fermî kirin
11:11 Jêrzemînên Cizîrê: Agahiyên di dosyeya lêpirsînê de guman zêde kirin
11:00 Serhildana li Îranê didome: 5 kes hatin kuştin
10:34 Xwezaya Bestayê talan dikin
10:17 Dayika Pakîze Nayir a hat kuştin têkoşîna keça xwe didomîne
10:08 'Yek tîp bi berxwedanê têk diçe'
09:26 Kenes: Pêkanîna cilên yek tîpî li kolanan tê şikandin
09:25 Qeyûm piştî erseyan dikanan jî difiroşe
09:23 Mexdûrên 12'ê îlonê: Divê li derve jî rêxistinê xurt bikin
09:22 Ji kesên li pêş cemaetê nimêja Înê kirine ceza tê xwestin
09:21 Navê Yilmaz Guney heye, lê eywana sînemayê tune ye
09:20 OHP: Em ê têkildarî Goristana Xerzanê serî li saziyên navnetewî bidin
09:19 Li vê dibistanê bêyî bedêl dersa futbolê tê dayîn
09:19 'Bila jin ji bo îdealên xwe bixebitin'
09:18 Kampa Terolarê ne demborî ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2018'AN
01/01/2018
16:02 Odeya Tabîban a Amedê têkildarî skandala HÎV'ê dest bi lepirsînê kir
15:44 Stranbêjê Koma Dengê Amarayê hat girtin
15:13 Îdianameya bi çêr amade kirin!
14:35 Di sala nû de dîsa mudaxaleyî Yukselê kirin û 3 kes binçav kirin
14:06 KJAR: Alîgirê azadiyê divê di agirê serhildanê de cih bigirin
13:15 Xelas bû û xelas nebû
12:28 Sêvê Demîr: Divê em rojekê jî dereng nemînin
11:58 Bila bibe sala bê OHAL û KHK!
10:45 Zarokek li Edene hat girtin
10:39 Hevserokê PYD'ê Hesen: Pergala Bakurê Sûriye çareseriya hemû Rojhilatê Navîn e
10:27 Di sala 2017'an de li Dêrsimê koçberî, şer û binpêkirinên mafan hebûn
10:10 Dozger ji dayikê pirsî: Te çima kurê xwe şand çiyê?
10:09 Karkerên heqê kêm distînin: Birçîbûn kirine qedera karkeran
09:50 ‘Divê ceryan ne ji bo karê ji bo xizmetê be’
09:33 Ekolojîst Barka: Pêdeviyên me bi fikrên Ocalan hene
09:30 Li Pale Hunerê 4 fîlm, şevbûherka helbestê
09:28 NÇM’ê îsal jî salnameya kurdî çap kir
09:27 Her meh 100 girtî nexweş dikevin
09:26 'Divê em yekitiya neteweyî bixin rojeva gel'
09:26 Berxedêrên 12'ê Îlonê: Divê ruhê berxwedanê bê mezinkirin
09:24 Şaredariyê jin ên sirgûn bûn niha kar nabînin
09:23 Dîroknas Hur: KHK'a dawî ji pêkanînên Naziyan xirabtir e
09:23 ‘KHK'a dawî dê şideta li dijî jinan zêde bike'
09:00 Dozger belgeyên 'Zarokên Baş' sûc dît
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2018'AN
31/12/2017
21:32 Çalakiyên li Îranê zêde dibin, rejîmê medyaya civakî rawestand
20:58 Rojnameger Aslan hat berdan
16:39 Arslan: Çareseriya li Tirkiye dawibûna tecrîda li ser Ocalan e
14:59 Rojnameger Aslan ê hat berdan li ser îtirazê hat binçavkirin
14:57 Rejîma Îranê li Banê kolberek kuşt
14:41 Kemalbay: Dibe ku sala 2018'an bibe sala aştî û azadiyê
14:31 TUMTÎS bertek nîşanî heqê kêm da: Milyon mahkûmî birçîbûnê kirin
14:22 ‘Em bi birçîbûnê terbiye nabin’
14:12 Dozger berdana Emîrê DAÎŞ'ê yê Amedê îtîraz kir
13:30 Tuncel: Li Kurdistanê yekîtî li Tirkiye têkoşînê pêş bixin
13:21 'Operasyon ne li gorî hiqûqê, li gorî pêdiviyan tên lidarxistin'
13:21 '11 leşker di êrîşa baregeha leşkarî ya TSK'ê de hatin kuştin
12:15 Kesek astengdar li Maltepê hat kuştin
12:03 Zilamê êrîşa zayendî kir, bûyer ji bîr kiriye!
11:04 Gelên Îranê şev li qadan derbas kir
10:47 Dîroka Sûrê li ser keviran dineqişîne
10:30 Girtiyên Kalkandereyê nayên dermankirin
10:29 Di 'OHAL’ê de şîdeta li hemberî jinan gihişt lûtkeyê
10:27 Serokê Baroya Edenê Kuçuk: Kadroyên ‘Yek darazê' ava dikin
09:57 Malbata zarokê ku polîs kuşt gilî kirin
09:44 30 mehan di yek hucreyê de li dijî cilên yek tîp têkoşiya
09:19 Jin pêşengiya vî gundî dikin
09:18 'Pirsgirêk di pergala ji rengê jinê dûr ketiye de ye'
09:14 Karker bi grevê dikevin sala nû
09:12 'Li girtîgehê binpêkirinên mafan gihaşt asta herî jor'
09:12 Qewimînên li Îranê: Xwepêşandanên herî cidî yên 15 salên dawî ne!
09:11 Qeyûm wêneyên Karapêtê Xaço û Aram Tîgran rakirin
09:10 Parastina bi zimanê dayikê wek ‘mafê bêdengiyê’ hat tomarkirin
09:09 Dîrokzan Aydin: KHK'a dawîn ji ya Geliyê Zîlan talûketir e
09:08 Hunermendên Kurd: Em ê di 2018’an de jî li ber xwe bidin
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2017'AN
30/12/2017
17:25 Turkdogan: Windakirina di bin çavan de ji nûve dest pê kir
17:12 DAIŞ tarza çalakiyên xwe diguherîne
16:59 Xebatkarên TV10'ê: Malên me bi destê TMSF'ê pêşkêş dikin
16:58 ‘Bedel çi dibe bila bibe em ê aştî û demokrasiyê biparêz in’
15:52 Xwestin Şîmşek serbest bê berdan
15:32 Destê Hevseroka KESK’ê Gezen li pişt wê kelepçe kirin
15:20 'Bila sala 2018'an bibe sala dayik li windayan negerin'
15:10 Arslan: Çi dibe bila bibe dê dawî muhteşem be
15:02 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Amedê de girt
15:02 Rojnamegerê îranî Porgham: Serhildaneke li dijî rejîmê ye
14:51 Li Kolana Yukselê mudaxele: 6 çalakvan binçav kirin
14:39 Baroya Amedê: Rewşa girtiyên Xarpêtê metirsiyan zêde dikin
14:21 Azîz Yural li ser gora xwe hat bibîranîn
14:08 Dayikên Şemiyê: Cihê bêhêviyê tune ye
13:53 Rojava amadekariya Soçî dike
13:37 Nivîskarê sînemayê Gunerbuyuk: Em tiştekî bikin
13:36 Musa Pîroglu: Dewleta OHAL'ê tê avakirin
13:24 Serhildanên gel li Îranê didomin
13:19 Bi strana 'Cizîr' qedexeya li Cizîrê vegot
13:06 Welatiyekî din li Enqereyê bi maşîneya reş hat revandin