Tirkiye di êrîşa Efrînê de dê bi tenê bimîne 2018-01-02 13:06:18 NAVENDA NUÇEYAN - Tirkiye ku xwe amade dike êrîşî Efrînê bike, ji ber krîza hundirîn û derve dê bi tenê bimîne. Her çiqas Tirkiye, ji bo êrîşa Efrînê amadekarî dike û dixwaze di nava Mertalê Firatê de guherînan bike jî, tevlîhevî û nakokiyên di nava koman de vê hewildanê lawaz dike.  Tirkiye piştî binketina hemû planên wî yên di heremê de, hewil dide dagirkeriya xwe ji heremên Ezaz, Cerablûs û heta Babê bêhtir mayînde bike û siyaseta Tirkbûnî li heremê berdewam bike. Bi vê polîtîkaya xeter zemîneke hebûna xwe di van herêman de çêkir û baregehên xwe yên leşkerî, ewlehî û îstîxbaratî zêde kir. Niha jî dixwaze bi projeyên xizmetguzariyê, avakirina saziyan û banqeyan, hewil dide heremê wek perçeyek ji xaka Tirkiyê bi rêve bibe.     RÛSYA DIXWAZE TIRKIYE GAFAN LI EFRÎNE BIXWE   Piştî Amerîka şer li rojhilatê Sûriyê da destpêkirin, li wir hêzên xwe bi cih kir, rê li ber gihiştina Rûsiya ya bajarê Reqqayê û wan herêman girt. Rûsiya ku dît tu rola wî di herêma rojhilata Sûriyê de nema, ew jî xwest rê li ber Amerîka ya ketina herêma bakurê Sûriyê bigire. Ji bo vê jî "Heremên kêmpêvçûn" ragihand û di ber de jî rê da Tirkiyê ji bo gefan li Efrînê bixwe. Lê tenê destûra gefxwarinê da, ji bo ku hin xwestekên xwe li ser hêzên Tevgera Azadiyê ya Efrînê ferz bike, an jî tirsekî bide çêkirin ji bo Efrîn radestê Rejîma BAAS bê kirin. Li ser vê esasî jî armanca ketina Tirkiyê ya li Idlibê ne ji bo pêkanîna heremên kêmpêvçûn ava bike ye, armanc tenê ji bo leşkerên xwe li pêşberê sînorên Efrînê bi cih bike û amadekariya şer bike ye. Lê wisa xuyaye ku ji ber krîza di navbêra Tirkiye û hêzên koalisyona navneteweyî, Amerîka, qrîzên ji destpêka sala 2017'an û vir ve di navbêra dewletan û Yekîtiya Emîrtiya Ereban de derketî tenê maye, Rûsya jî niha naxwaze xwe zêde nêzî Tirkiyê bike. Ji bo vê yekî Tirkiye di mijara êrîşa ser Efrînê de bi tena serê xwe maye. Jixwe nakokiyên di navbêra komên çete yên girêdayên "Mertalê Firatê" de her çiqas diçe zêde dibe û ne baweriya wan û ne jî baweriya dewleta tirk bi wan maye. Jixwe tê zanîn, eger Tirkiye destûr û piştgiriya Rûsiya negire nikare tu êrîşekê li ser Efrînê bike.    Jixwe ji aliyê gel û hin pêkhateyên di herêma Ezaz û Cerablûsê de li dijî kiryar û hewildanên dewleta tirk û komên çete yên girêdayên wî, nerazîbûn zêde dibin. Di 19'ê kanûna 2017'an de gele bajarê Cerablûsê xwepêşandanek li dijî dewleta tirk, Meclîsa Heremî ya Cerablûsê û AFAD'ê lidarxistin. Di xwepeşandanê de daxuyanî hat dayîn û bang li Saziyên Navneteweyî kirin ku wan ji dagirkerî û kiryarên dewleta tirk û komên çete rizgar bikin û gotin: "Dewleta Tirkiye ferq û cûdatî dixe navbêra niştecihên Ereb û Tirkmenan. Hemû sazî xistine deste Tûrkmenan û ev yek jî dide nişandan ku tu ferqa dewleta Tirkiye û DAIŞ'ê tuneye. Ji ber ku DAIŞ jî hemû tiştan dixist destê kesên alîgirên xwe, zext û zordarî li ser niştecihên din dikir."     Li Cerablûsê gengeşiyek din di 17'ê kanûnê de jî pêk hatibû. Ji aliyêçeteyên Tabûra Ehrar El Şerqiye û El Cihişat ên girêdayên "Mertalê Firatê" di sûka bajêr de teşebûsa desdirêjî li jinekê hat kirin. Hat diyarkirin ku niştecihên derdorê û xizmên jina bi navê H.E. K mudaxeleyê komên çeteyan kirin. Ev alozî ku di demek kurt de zivirî pêvçûna di navbêra xizmên H.E.K ku endamên Tabûra El Cebhe El Şamiyê ne û El Cihişat de derket. Hat gotin ku ev pêvçûna di navbêra komên çete yên girêdayên Mertalê Firatê de berfireh bû. Ev nakokî û gengeşî ya di navbêra komên çete de berdewam dike.    TIRKIYE BI TENÊ MAYE   Li Cerablûsê ku ev bûyer diqewimin, Tirkiye dixwaze li Ezaz, Bab û derdora Herêma Efrînê hêzekî bi destê xwe ava bike. Tevgera leşkerên TSK'ê li ser sînor wek hefteyên bere di intîşarê de bûn. Ji geren balafirên keşfe û bi hêzkirina noqte û mewziyên berê û avakirina mewziyên nû yên ji betonê pêk tên, eger destur an jî piştgiriyek ji Rûsiya negire, dixwaze bi van amadekariyan dorpêçkirina Herêma Efrînê û êrîşekê di paşeroj de pêk bîne ava dike.  Ji ber vê yekî jî hate ragihandin ku Tirkiye baregehên xwe li heremên Bab, Ezaz heta gundê Yazibaxê bi çek û erebeyên zirxî wek e tang, panzer û alavên leşkeri xûrtir dike û hejmara çekdarên xwe zêde dike. Li aliyê din de jî dewleta tirk leşkerên heremî di bin navê leşkerên TSK'ê de ji bo parastina baregehên xwe erkdar kirine. Yanî piraniya endamên TSK'ê ji endamên bere yên komên çekdar pêk tên. Li gor xuya dibe armanc ji vê yekê, ji bo komên çekdar ji hev bikin û dagirkeriya heremê temam bike û endamên komên çekdar tevlî artêş û polîsên Tirkiyê bikin.    Ji bilî vê El Cebhe El Şamiye baregehek xwe ya li bajaroka Soran a Ezazê radestî Tirkiye kiriye. Ev baregeh dikeve nêzî çarxeriya Soran a aliyê rojhilat ve, avahiya li mile çepê ku bere wek e mexfer û navenda miduriyeta heremê dihat bikaranîn. Fermandarê wir jî Ebû Yasîn bû. Lewma Ebû Yasîn wê di demeke nêzîk de baregeheke nû li rojhilatê Soran ava bike.   MA / Erdoğan Altan