Parêzerê Yurdakul ê li girtîgehê hat kuştin: Bi taybet kawîşa C3 hatiye avakirin

img

STENBOL - Prz. Hakan Gunaslan ê parêzeriya ULaş Yurdakul ê li Girtîgeha Kepsutê ji aliyê 8 girtiyan ve hat kuştin, diyar kir ku ev cînayet bi zanebûn, plan û bi piştgiriya rêveberiya girtîgehê pêk hatiye û wiha got: “Kawîşa C3 bi taybet hatiye avkirin." 

Salek berê di 1'ê Çile de li Girtîgeha Tîpa L a Kepsutê ya Balikesîrê Ulaş Yurdakul ê ji Êlihê ji aliyê 8 girtiyên edlî ve hat kuştin. Di ser kuştina Yurdakul re salek derbas bû. Têkildarî kuştina Ulaş Yurdakul (40)  ê salek berê hat kuştin, agahiyên nû hatin bi destxistin. Beriya kuştinê girtiyekî edlî ku bi telefonê bi dayika xwe re axivî rastiyan bêtir ronî dike. Parêzerê dozê Hakan Gunaslan, diyar kir ku cînayet bi zanebûn, plan û bi piştgiriya rêveberiya girtîgehê pêk hatiye. 
 
'NE PÊKAN E RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ BÛYERÊ NEBÎNE'
 
Prz. Gunaslan, delîl û detayên bûyerê li hev kom kir û diyar kir ku bûyer bi plan û zanebûn pêk hatiye. Prz. Gunaslan, anî ziman ku anîna Yurdakul a Kawîşa C3 ne tesadifî ye û wiha got "Rêveberiya girtîgehê zanîbû ku Yurdakul her der rastkî lêdanê dihat. Di wêneyan de jî ev yek hatiye dîtin. Lê li gel ku rêveberiyagirtîgehê ev yek zanîbû jî tedbîr negirtin. Girtî 24 saetan bi kamerayan tê şopandin. Rojê 2 caran tên jimartin. Lê tevî vê yekê gelek caran rastî lêdanê hatû ruyê wî reş û şîn û birîn bûn. Ev girtî bi rêk û pêk dihatin muayinekirin. Lê dema mijar dibû Ulaş çav kor, guh ker bûn."  
 
'BI TAYBET KAWÎŞA C3 HATIYE AVAKIRIN'
 
Prz. Gunaslan, destnişan kir ku kuştin bi zanebûn, plan û hevkariyê hatiye kirin û wiha got: "Salek di ser kuştinê re derbas bû. Lê balkêş e heta niha der barê yek kesî de doz nehatiye vekirin. Li gorî nûçeyên rojnameyên herêmî ev girtîgeh wekî 'mala înfazê' tê naskirin. Berê jî gelek bûyerên şutin û tecavuzê li vir pêk hatine. Bi qazî em fêr bûn bi zanebûn û plan kawîşa C3 hatiye avakirin. 
 
DAYIK YURDAKUL: EZ TEXMÎN DIKIM
 
Dayika Yurdakul Fatma Yurdakul jî diyar kir ku kurê wê ji Girtîgeha Tîpa E ya Samsûnê sewqî Girtîgeha Kepsût a Balikesirê hat kirin û wiha got: "Dema ew li Samsûnê bû dem bi dem em bi telefonê di axivîn. Lê pişti şandin Balikesirê gelek caran telefon nedikir. 3 hefte beriya ku bê kuştin, li min geriya. Dengê wî pir xerab dihat. Ji min re got 'Dayê pir pir bijî.' Min jî got cezayê te hindek maye. Du derkeve emê hev bibînin û dengê wî qût bu. Min wê demê fam kir ku rewşa wî nebaş e. "
 
Dayik Yurdakul, anî ziman ku rayedarên girtîgehê roja cînayet li wê geriyane û gotine "Ulaş serê xwe nedişuşt. Girtiyan bi zorê ew birin serkoşê û xwestin serê wî bişon. Li serşokê ket û mir. Lê tu carî pirsgerêkek kurê min a wisa çênebû. Kurê min dema li Samsûnê bû tu pirsgirêkên wî yên wisa çênebûn. Çima gardiyanan li hemberî vê yekê çavê xwe girtin û bêdeng dimînin?" 
 
'HEBÊ XEWÊ DIDA WÎ Û AV LI WÎ DIKIRIN' 
 
Birayê Yurdakul Denîz Yurdakul jî bertek nîşanî nûçeyên "Bi xwe dedimist" da û wiha got: "Girtiyên li wir hebê xewê didan birayê min û piştre av li wî dikirin. Piştre digotin "Bi xwe de mîstiye" Dema li Samsunê bû her hefte li dayika min digeriya. Lê piştî çû Balikesîrê ev yek qut bû. 
 
YOLERÎ: EV CÎNAYETÊ NIFRÎNÊ YE' 
 
Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî anî ziman ku ev cînayetê muxalefetî û nifrîna li dijî nasnameya kurd e û wiha got: "Êrîşek nijadî û nifrînek heye. Ev di axaftinên kujeran ên di telefonê de hatine qeydkirin. Dîsa li holê ye ku Ulaş bi rêk û pêk rastî tundiyê hatiye û di bin gefan de ye. Dîsa rayedarên girtîgehê û dewlet ji vê yekê agahdar in û li hemberî vê yekê tedbîr negirtine. Ji bo em li vir behsa edaletê bikin divê berî her tiştî peywirdarên fermî yên li girtîgehê bên darizandin. 
 
ŞAHIT Û BERSÛCAN ÎTÎRAF KIR
 
Dîsa di îfadeyen şahid û bersûcan de û di axaftinên telefonê de her tişt xuya dibe. Di rapora otopsiya Saziya Tipa Edlî de jî hat diyar kirin ku sedema mirinê kuştî rastî tundiyê hatiye û hestiyê sînga wî hatiye şikestin. Serkan Evran  kuştin girt ser xwe û diyar kir ku bi hevkariya 7 hevalên xwe cînayet pêk anîne. 
 
DÊ JI NÛVE BÊN DARIZANDIN
 
Hakîmtiya Nobedar a Suh Ceza ya Balikesirê di doza 24'ê mijdara 2017'an de pêdivî bi lêpirsîn û darizandinê nedît. Li ser vê yekê Parêzerê Yurdakul Hakan Gunaslan, li Dozgeriya Komarê ya Kepsutê îtîraz kir. Dozgeriyê di 29'ê Kanûna 2017'an de biryar da û biryar xera kir. Dozya dozê dê ji nûve bê ditin. 
 
Heyeta ku lêkolîn kir bi nûnerê kawîşê Nihat Şen re hevdîtin kir. Di lêkolînê de Serkan Evran cînayet girt ser xwe. Di serdema lêpirsînê de girtiyê edlî yê C3 Îbrahim Armagan di 3'ê Çileya 2017'an de bi dayika xwe re bi telefonê axivî bû. Axaftina telefonê wiha ye: 
 
"- Îbrahîm Armagan: Ji vir yek jî mirî derket, Xwedê razî be. 
 
- Dayik: Ji kê? 
 
- Îbrahîm Armagan: Yekê ji Êlihê. Mir û çû. Ew jî bo pakêt, ew jî hebû di nava bûyerê de. Em 8 kes hene. Kekê Serkan dibê 'Min kiriye.' Kekê minê Serkan, Xwedê jê razî be, digire ser xwe. Ka em ê lê mêze kin. Kekê S. dê me ji rizgar bike de, kanê dê hinekî me mijûl bike. 
 
- Dayik: Ka bila bibe em bibînin, bila saxî be lê hûn tev li nebûna daş bû.
 
- Îbrahîm Armagan: Yew biçe leşkeriyê, min got biçe leşkeriyê. Milet li çiyê nikare terorîstan bikuje, me li vir kuşt, hûn hêj çi dixwazin. 
 
- Dayik: Yanî.
 
- Îbrahîm Armagan: Terorîstê Xwedê."
 
DI ODEYA ALA TIRK LÊ DALIQANDÎ DE ÎŞKENCE KIRIN
 
Di wêneyên piştî bûyerê hatine kişandin de, Yurdakul ne li koxûşê de ye, di nivînên bin derenceya tê razandin. Di odeya Hejmar 2 ya koxûşên C-3'ê ku îşkence lê hatiye kirin de, li ser dîwaran alên tirk tên dîtin.
 
Mehmet Ozdemîr ê wekî şahidê dozê îfadeya wî hat girtin û der barê kuştina Yurdakul de ev tişt got: "Ez bi Îdrîs Çakmak re di heman koxûşê de dimam, her dem dihat gel min û digot ku 'Min Yurdakul kuştiye.' Ji bo tiştên wiha ji min re nebêje min ew hişyar kir. Got ku 'Me bi 4-5 kesan re bi lêdanê ew kuşt.' Ji van 4-5 kesan yên tên bîra min Serkan û Nîhat in."
 
'MIDURÊN SAZIYÊ BEKÎR Û GAMZEYÊ REWŞ DIZANIBÛN’
 
Îsmaîl Yildirim ê wekî şahid beşdarî dozê bû û îfade da, ev tişt anî ziman: "Dema ez li Girtîgeha Kepsutê bûm, girtiyên din îşkence li Ulaş dikirin. Agahiya midurên saziyê Bekîr û Gamzeyê ji vê yekê hebû. Lê dîsa jî tu tişt nekirin. Dema min ev yek bi her du miduran re axivî, bersiva 'An dê Ulaş hişê xwe bide serê xwe, an jî dê geber bibe û biçe, me bi zanebûn da vê derê' dan min. Ji ber ku min mudaxaleyê vê bûyerê kir, ez sewqî Burhaniyeyê kirim."
 
'BI SAETAL LÊ DAN'
 
Şeva ku îşkence lê tê kirin, Emre Ersoy jî li heman koxûşê ye û wî jî ev agahî dan: "Şeva bûyerê Nîhat Şen, Mehmet Alkan, Îbrahîm Armagan, Recep Okumuş, Serkan Evran, Bulent Kocaman, Îdrîs Çakmak û Murat Sevîm li odeya Hejmar 2'yan bûn û piştî dest bi lêdanê kirin, dengê wan dihat. Ez jî hema li koxûşa kêlekê bûm. Heta saet 04.00'an lê dan. Piştî saet 04.00'an dest ji lêdanê berdan û li nav nivînên wî dirêj kirin. Sibehê me dît ku Ulaş cihê xwe şil kiriye. Li ser vê Îdrîs Çakmak sibehê Ulaş li serşoyê ew şûşt. Di vê navberê de Nîhat Şen çû serşoyê û bi destiyê çekpasê li Ulaş da. Dîsa anîn odeyê û dengê lêdanê dihat."
 
‘TUYÊ BÊJÎ ULAŞ LI MIN XIST’ 
 
Ersoy aşkera kir ku Serkan Evren serê sibehê hatiye gel wî û gotiye ku Ulaş miriye û di vê der barê de ev tişt anî ziman: "Serkan Evren hat gel min û got ku 'Ulaş miriye, heke bipirsin ez ê bêjim min kiriye. Hûn tev li tu tiştî nebin.' Nîhat Şen jî hat koxûşê dê kî çawa îfadeyê bide, zext li kesên li wir kir. Heta ji min re jî got 'Biçe daşirê, çend kulman li xwe bide û heke bipirsin tuyê bêjî Ulaş li min xist.'"
 
 

Sernavên din

02/01/2018
13:51 Dadgehê 18 meh ceza li Tugluk birî
13:34 Serbijîşkiyê der barê sosreta HIVê de daxuyanî da
13:29 Her êrîşa rejîmê zêde dibe çalakiyên xwepêşandanan jî mezin dibe
13:06 Tirkiye di êrîşa Efrînê de dê bi tenê bimîne
12:36 Parêzerên Ocalan ji bo hevditinê daxwazname dan dozgeriyê
12:16 Parêzerê Yurdakul ê li girtîgehê hat kuştin: Bi taybet kawîşa C3 hatiye avakirin
11:54 'Pergala zilam jinên serkeftî bi taloke dibîne'
11:25 Şanoya Bajêr a Amedê vê mehê bi bernameyek têr û tije tê
11:18 Bêcezahiştin bi KHK’ê fermî kirin
11:11 Jêrzemînên Cizîrê: Agahiyên di dosyeya lêpirsînê de guman zêde kirin
11:00 Serhildana li Îranê didome: 5 kes hatin kuştin
10:34 Xwezaya Bestayê talan dikin
10:17 Dayika Pakîze Nayir a hat kuştin têkoşîna keça xwe didomîne
10:08 'Yek tîp bi berxwedanê têk diçe'
09:26 Kenes: Pêkanîna cilên yek tîpî li kolanan tê şikandin
09:25 Qeyûm piştî erseyan dikanan jî difiroşe
09:23 Mexdûrên 12'ê îlonê: Divê li derve jî rêxistinê xurt bikin
09:22 Ji kesên li pêş cemaetê nimêja Înê kirine ceza tê xwestin
09:21 Navê Yilmaz Guney heye, lê eywana sînemayê tune ye
09:20 OHP: Em ê têkildarî Goristana Xerzanê serî li saziyên navnetewî bidin
09:19 Li vê dibistanê bêyî bedêl dersa futbolê tê dayîn
09:19 'Bila jin ji bo îdealên xwe bixebitin'
09:18 Kampa Terolarê ne demborî ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2018'AN
01/01/2018
16:02 Odeya Tabîban a Amedê têkildarî skandala HÎV'ê dest bi lepirsînê kir
15:44 Stranbêjê Koma Dengê Amarayê hat girtin
15:13 Îdianameya bi çêr amade kirin!
14:35 Di sala nû de dîsa mudaxaleyî Yukselê kirin û 3 kes binçav kirin
14:06 KJAR: Alîgirê azadiyê divê di agirê serhildanê de cih bigirin
13:15 Xelas bû û xelas nebû
12:28 Sêvê Demîr: Divê em rojekê jî dereng nemînin
11:58 Bila bibe sala bê OHAL û KHK!
10:45 Zarokek li Edene hat girtin
10:39 Hevserokê PYD'ê Hesen: Pergala Bakurê Sûriye çareseriya hemû Rojhilatê Navîn e
10:27 Di sala 2017'an de li Dêrsimê koçberî, şer û binpêkirinên mafan hebûn
10:10 Dozger ji dayikê pirsî: Te çima kurê xwe şand çiyê?
10:09 Karkerên heqê kêm distînin: Birçîbûn kirine qedera karkeran
09:50 ‘Divê ceryan ne ji bo karê ji bo xizmetê be’
09:33 Ekolojîst Barka: Pêdeviyên me bi fikrên Ocalan hene
09:30 Li Pale Hunerê 4 fîlm, şevbûherka helbestê
09:28 NÇM’ê îsal jî salnameya kurdî çap kir
09:27 Her meh 100 girtî nexweş dikevin
09:26 'Divê em yekitiya neteweyî bixin rojeva gel'
09:26 Berxedêrên 12'ê Îlonê: Divê ruhê berxwedanê bê mezinkirin
09:24 Şaredariyê jin ên sirgûn bûn niha kar nabînin
09:23 Dîroknas Hur: KHK'a dawî ji pêkanînên Naziyan xirabtir e
09:23 ‘KHK'a dawî dê şideta li dijî jinan zêde bike'
09:00 Dozger belgeyên 'Zarokên Baş' sûc dît
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2018'AN
31/12/2017
21:32 Çalakiyên li Îranê zêde dibin, rejîmê medyaya civakî rawestand
20:58 Rojnameger Aslan hat berdan
16:39 Arslan: Çareseriya li Tirkiye dawibûna tecrîda li ser Ocalan e
14:59 Rojnameger Aslan ê hat berdan li ser îtirazê hat binçavkirin
14:57 Rejîma Îranê li Banê kolberek kuşt
14:41 Kemalbay: Dibe ku sala 2018'an bibe sala aştî û azadiyê
14:31 TUMTÎS bertek nîşanî heqê kêm da: Milyon mahkûmî birçîbûnê kirin
14:22 ‘Em bi birçîbûnê terbiye nabin’
14:12 Dozger berdana Emîrê DAÎŞ'ê yê Amedê îtîraz kir
13:30 Tuncel: Li Kurdistanê yekîtî li Tirkiye têkoşînê pêş bixin
13:21 'Operasyon ne li gorî hiqûqê, li gorî pêdiviyan tên lidarxistin'
13:21 '11 leşker di êrîşa baregeha leşkarî ya TSK'ê de hatin kuştin
12:15 Kesek astengdar li Maltepê hat kuştin
12:03 Zilamê êrîşa zayendî kir, bûyer ji bîr kiriye!
11:04 Gelên Îranê şev li qadan derbas kir
10:47 Dîroka Sûrê li ser keviran dineqişîne
10:30 Girtiyên Kalkandereyê nayên dermankirin
10:29 Di 'OHAL’ê de şîdeta li hemberî jinan gihişt lûtkeyê
10:27 Serokê Baroya Edenê Kuçuk: Kadroyên ‘Yek darazê' ava dikin
09:57 Malbata zarokê ku polîs kuşt gilî kirin
09:44 30 mehan di yek hucreyê de li dijî cilên yek tîp têkoşiya
09:19 Jin pêşengiya vî gundî dikin
09:18 'Pirsgirêk di pergala ji rengê jinê dûr ketiye de ye'
09:14 Karker bi grevê dikevin sala nû
09:12 'Li girtîgehê binpêkirinên mafan gihaşt asta herî jor'
09:12 Qewimînên li Îranê: Xwepêşandanên herî cidî yên 15 salên dawî ne!
09:11 Qeyûm wêneyên Karapêtê Xaço û Aram Tîgran rakirin
09:10 Parastina bi zimanê dayikê wek ‘mafê bêdengiyê’ hat tomarkirin
09:09 Dîrokzan Aydin: KHK'a dawîn ji ya Geliyê Zîlan talûketir e
09:08 Hunermendên Kurd: Em ê di 2018’an de jî li ber xwe bidin
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2017'AN
30/12/2017
17:25 Turkdogan: Windakirina di bin çavan de ji nûve dest pê kir
17:12 DAIŞ tarza çalakiyên xwe diguherîne
16:59 Xebatkarên TV10'ê: Malên me bi destê TMSF'ê pêşkêş dikin
16:58 ‘Bedel çi dibe bila bibe em ê aştî û demokrasiyê biparêz in’
15:52 Xwestin Şîmşek serbest bê berdan
15:32 Destê Hevseroka KESK’ê Gezen li pişt wê kelepçe kirin
15:20 'Bila sala 2018'an bibe sala dayik li windayan negerin'
15:10 Arslan: Çi dibe bila bibe dê dawî muhteşem be
15:02 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Amedê de girt
15:02 Rojnamegerê îranî Porgham: Serhildaneke li dijî rejîmê ye
14:51 Li Kolana Yukselê mudaxele: 6 çalakvan binçav kirin
14:39 Baroya Amedê: Rewşa girtiyên Xarpêtê metirsiyan zêde dikin
14:21 Azîz Yural li ser gora xwe hat bibîranîn
14:08 Dayikên Şemiyê: Cihê bêhêviyê tune ye
13:53 Rojava amadekariya Soçî dike
13:37 Nivîskarê sînemayê Gunerbuyuk: Em tiştekî bikin
13:36 Musa Pîroglu: Dewleta OHAL'ê tê avakirin
13:24 Serhildanên gel li Îranê didomin
13:19 Bi strana 'Cizîr' qedexeya li Cizîrê vegot
13:06 Welatiyekî din li Enqereyê bi maşîneya reş hat revandin