Parêzerê Yurdakul ê li girtîgehê hat kuştin: Bi taybet kawîşa C3 hatiye avakirin 2018-01-02 12:16:41 STENBOL - Prz. Hakan Gunaslan ê parêzeriya ULaş Yurdakul ê li Girtîgeha Kepsutê ji aliyê 8 girtiyan ve hat kuştin, diyar kir ku ev cînayet bi zanebûn, plan û bi piştgiriya rêveberiya girtîgehê pêk hatiye û wiha got: “Kawîşa C3 bi taybet hatiye avkirin."  Salek berê di 1'ê Çile de li Girtîgeha Tîpa L a Kepsutê ya Balikesîrê Ulaş Yurdakul ê ji Êlihê ji aliyê 8 girtiyên edlî ve hat kuştin. Di ser kuştina Yurdakul re salek derbas bû. Têkildarî kuştina Ulaş Yurdakul (40)  ê salek berê hat kuştin, agahiyên nû hatin bi destxistin. Beriya kuştinê girtiyekî edlî ku bi telefonê bi dayika xwe re axivî rastiyan bêtir ronî dike. Parêzerê dozê Hakan Gunaslan, diyar kir ku cînayet bi zanebûn, plan û bi piştgiriya rêveberiya girtîgehê pêk hatiye.    'NE PÊKAN E RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ BÛYERÊ NEBÎNE'   Prz. Gunaslan, delîl û detayên bûyerê li hev kom kir û diyar kir ku bûyer bi plan û zanebûn pêk hatiye. Prz. Gunaslan, anî ziman ku anîna Yurdakul a Kawîşa C3 ne tesadifî ye û wiha got "Rêveberiya girtîgehê zanîbû ku Yurdakul her der rastkî lêdanê dihat. Di wêneyan de jî ev yek hatiye dîtin. Lê li gel ku rêveberiyagirtîgehê ev yek zanîbû jî tedbîr negirtin. Girtî 24 saetan bi kamerayan tê şopandin. Rojê 2 caran tên jimartin. Lê tevî vê yekê gelek caran rastî lêdanê hatû ruyê wî reş û şîn û birîn bûn. Ev girtî bi rêk û pêk dihatin muayinekirin. Lê dema mijar dibû Ulaş çav kor, guh ker bûn."     'BI TAYBET KAWÎŞA C3 HATIYE AVAKIRIN'   Prz. Gunaslan, destnişan kir ku kuştin bi zanebûn, plan û hevkariyê hatiye kirin û wiha got: "Salek di ser kuştinê re derbas bû. Lê balkêş e heta niha der barê yek kesî de doz nehatiye vekirin. Li gorî nûçeyên rojnameyên herêmî ev girtîgeh wekî 'mala înfazê' tê naskirin. Berê jî gelek bûyerên şutin û tecavuzê li vir pêk hatine. Bi qazî em fêr bûn bi zanebûn û plan kawîşa C3 hatiye avakirin.    DAYIK YURDAKUL: EZ TEXMÎN DIKIM   Dayika Yurdakul Fatma Yurdakul jî diyar kir ku kurê wê ji Girtîgeha Tîpa E ya Samsûnê sewqî Girtîgeha Kepsût a Balikesirê hat kirin û wiha got: "Dema ew li Samsûnê bû dem bi dem em bi telefonê di axivîn. Lê pişti şandin Balikesirê gelek caran telefon nedikir. 3 hefte beriya ku bê kuştin, li min geriya. Dengê wî pir xerab dihat. Ji min re got 'Dayê pir pir bijî.' Min jî got cezayê te hindek maye. Du derkeve emê hev bibînin û dengê wî qût bu. Min wê demê fam kir ku rewşa wî nebaş e. "   Dayik Yurdakul, anî ziman ku rayedarên girtîgehê roja cînayet li wê geriyane û gotine "Ulaş serê xwe nedişuşt. Girtiyan bi zorê ew birin serkoşê û xwestin serê wî bişon. Li serşokê ket û mir. Lê tu carî pirsgerêkek kurê min a wisa çênebû. Kurê min dema li Samsûnê bû tu pirsgirêkên wî yên wisa çênebûn. Çima gardiyanan li hemberî vê yekê çavê xwe girtin û bêdeng dimînin?"    'HEBÊ XEWÊ DIDA WÎ Û AV LI WÎ DIKIRIN'    Birayê Yurdakul Denîz Yurdakul jî bertek nîşanî nûçeyên "Bi xwe dedimist" da û wiha got: "Girtiyên li wir hebê xewê didan birayê min û piştre av li wî dikirin. Piştre digotin "Bi xwe de mîstiye" Dema li Samsunê bû her hefte li dayika min digeriya. Lê piştî çû Balikesîrê ev yek qut bû.    YOLERÎ: EV CÎNAYETÊ NIFRÎNÊ YE'    Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî anî ziman ku ev cînayetê muxalefetî û nifrîna li dijî nasnameya kurd e û wiha got: "Êrîşek nijadî û nifrînek heye. Ev di axaftinên kujeran ên di telefonê de hatine qeydkirin. Dîsa li holê ye ku Ulaş bi rêk û pêk rastî tundiyê hatiye û di bin gefan de ye. Dîsa rayedarên girtîgehê û dewlet ji vê yekê agahdar in û li hemberî vê yekê tedbîr negirtine. Ji bo em li vir behsa edaletê bikin divê berî her tiştî peywirdarên fermî yên li girtîgehê bên darizandin.    ŞAHIT Û BERSÛCAN ÎTÎRAF KIR   Dîsa di îfadeyen şahid û bersûcan de û di axaftinên telefonê de her tişt xuya dibe. Di rapora otopsiya Saziya Tipa Edlî de jî hat diyar kirin ku sedema mirinê kuştî rastî tundiyê hatiye û hestiyê sînga wî hatiye şikestin. Serkan Evran  kuştin girt ser xwe û diyar kir ku bi hevkariya 7 hevalên xwe cînayet pêk anîne.    DÊ JI NÛVE BÊN DARIZANDIN   Hakîmtiya Nobedar a Suh Ceza ya Balikesirê di doza 24'ê mijdara 2017'an de pêdivî bi lêpirsîn û darizandinê nedît. Li ser vê yekê Parêzerê Yurdakul Hakan Gunaslan, li Dozgeriya Komarê ya Kepsutê îtîraz kir. Dozgeriyê di 29'ê Kanûna 2017'an de biryar da û biryar xera kir. Dozya dozê dê ji nûve bê ditin.    Heyeta ku lêkolîn kir bi nûnerê kawîşê Nihat Şen re hevdîtin kir. Di lêkolînê de Serkan Evran cînayet girt ser xwe. Di serdema lêpirsînê de girtiyê edlî yê C3 Îbrahim Armagan di 3'ê Çileya 2017'an de bi dayika xwe re bi telefonê axivî bû. Axaftina telefonê wiha ye:    "- Îbrahîm Armagan: Ji vir yek jî mirî derket, Xwedê razî be.    - Dayik: Ji kê?    - Îbrahîm Armagan: Yekê ji Êlihê. Mir û çû. Ew jî bo pakêt, ew jî hebû di nava bûyerê de. Em 8 kes hene. Kekê Serkan dibê 'Min kiriye.' Kekê minê Serkan, Xwedê jê razî be, digire ser xwe. Ka em ê lê mêze kin. Kekê S. dê me ji rizgar bike de, kanê dê hinekî me mijûl bike.    - Dayik: Ka bila bibe em bibînin, bila saxî be lê hûn tev li nebûna daş bû.   - Îbrahîm Armagan: Yew biçe leşkeriyê, min got biçe leşkeriyê. Milet li çiyê nikare terorîstan bikuje, me li vir kuşt, hûn hêj çi dixwazin.    - Dayik: Yanî.   - Îbrahîm Armagan: Terorîstê Xwedê."   DI ODEYA ALA TIRK LÊ DALIQANDÎ DE ÎŞKENCE KIRIN   Di wêneyên piştî bûyerê hatine kişandin de, Yurdakul ne li koxûşê de ye, di nivînên bin derenceya tê razandin. Di odeya Hejmar 2 ya koxûşên C-3'ê ku îşkence lê hatiye kirin de, li ser dîwaran alên tirk tên dîtin.   Mehmet Ozdemîr ê wekî şahidê dozê îfadeya wî hat girtin û der barê kuştina Yurdakul de ev tişt got: "Ez bi Îdrîs Çakmak re di heman koxûşê de dimam, her dem dihat gel min û digot ku 'Min Yurdakul kuştiye.' Ji bo tiştên wiha ji min re nebêje min ew hişyar kir. Got ku 'Me bi 4-5 kesan re bi lêdanê ew kuşt.' Ji van 4-5 kesan yên tên bîra min Serkan û Nîhat in."   'MIDURÊN SAZIYÊ BEKÎR Û GAMZEYÊ REWŞ DIZANIBÛN’   Îsmaîl Yildirim ê wekî şahid beşdarî dozê bû û îfade da, ev tişt anî ziman: "Dema ez li Girtîgeha Kepsutê bûm, girtiyên din îşkence li Ulaş dikirin. Agahiya midurên saziyê Bekîr û Gamzeyê ji vê yekê hebû. Lê dîsa jî tu tişt nekirin. Dema min ev yek bi her du miduran re axivî, bersiva 'An dê Ulaş hişê xwe bide serê xwe, an jî dê geber bibe û biçe, me bi zanebûn da vê derê' dan min. Ji ber ku min mudaxaleyê vê bûyerê kir, ez sewqî Burhaniyeyê kirim."   'BI SAETAL LÊ DAN'   Şeva ku îşkence lê tê kirin, Emre Ersoy jî li heman koxûşê ye û wî jî ev agahî dan: "Şeva bûyerê Nîhat Şen, Mehmet Alkan, Îbrahîm Armagan, Recep Okumuş, Serkan Evran, Bulent Kocaman, Îdrîs Çakmak û Murat Sevîm li odeya Hejmar 2'yan bûn û piştî dest bi lêdanê kirin, dengê wan dihat. Ez jî hema li koxûşa kêlekê bûm. Heta saet 04.00'an lê dan. Piştî saet 04.00'an dest ji lêdanê berdan û li nav nivînên wî dirêj kirin. Sibehê me dît ku Ulaş cihê xwe şil kiriye. Li ser vê Îdrîs Çakmak sibehê Ulaş li serşoyê ew şûşt. Di vê navberê de Nîhat Şen çû serşoyê û bi destiyê çekpasê li Ulaş da. Dîsa anîn odeyê û dengê lêdanê dihat."   ‘TUYÊ BÊJÎ ULAŞ LI MIN XIST’    Ersoy aşkera kir ku Serkan Evren serê sibehê hatiye gel wî û gotiye ku Ulaş miriye û di vê der barê de ev tişt anî ziman: "Serkan Evren hat gel min û got ku 'Ulaş miriye, heke bipirsin ez ê bêjim min kiriye. Hûn tev li tu tiştî nebin.' Nîhat Şen jî hat koxûşê dê kî çawa îfadeyê bide, zext li kesên li wir kir. Heta ji min re jî got 'Biçe daşirê, çend kulman li xwe bide û heke bipirsin tuyê bêjî Ulaş li min xist.'"