Sêvê Demîr: Divê em rojekê jî dereng nemînin

img

MANÎSA - Dayika Sêvê Demîr a berî du salan li Silopiyê hat qetilkirin Sakîne Demîr, bi gotina "Ew roniya çavê min bû" behsa keça xwe kir û ev tişt got: "Got ku 'Ji bo dayik negirîn û ciwan neyên kuştişin rojek dereng mayîn jî zêde ye' û çû xebatan."

Piştî di 14'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Silopiyê ya Şirnexê qedexeya derketina derve hat îlankirin, 3 jinên siyasetmedar ên kurd a endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar, û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyê Pakîze Nayir, di 4'ê Çileya 2016'an de, dema ji Taxa Karşiyakayê diçûn Taxa Yeşîlyurtê, hêzên dewletê ji maşîneya zirxî gule li wan barandibûn û her sê jinên kurd hatin qetilkirin.
 
DI 12 SALIYÊ DE TÊKOŞÎN NAS KIR
 
Sêvê Demîr tevahiya jiyana xwe da têkoşîna demokrasî û azadiya jinê. Ji têkoşîna bi hezaran jinan re bû ronahî. Demîr li gundê Şenocakê ya Stewra Mêrdînê di sala 1977'an de hat dinê û qet neçû dibistanê. Demîr gelek tişt bi lêkolîn û jiyanê hîn bû, hêj 12 salî ye têkoşîna azadiyê nas dike. Demîr bi taybetî li ser pirsgirêkên jinan radiweste, dibîne ku jinên kurd di bin tundiyek dijwar de dijîn.
 
LI ZEVIYÊN PEMBU BÛ RÊBERA JINAN
 
Demîr, di salên 90'î de bi malbata xwe re ji ber zext û tundiyan koçî navçeya Bismilê ya Amedê dike. Malbata demîr li vir jî mala wan tê şewitandin û gefên kuştinê li wan dixwen, li dijî zextan bi kesayetiya xwe ya wêrekî li dijî wan derdikeve. Malbata Demîr ji ber ku li Bismilê ewlehiya wan namîne, di sala 1995'an de koçî navçeya Salihliyê ya Manîsayê dikin û li wir di zeviyên pembu de dixebitin. Salên ku diborin, Demîr xwe nêzî têkoşîna azadiyê dike û li ser têkoşîna jinê radiweste û têkoşîna azadiya jina kurd nas dike. Malbata Demîr li taxa ku dimînin, zextên komên nijadperest re rû bi rû dimînin, li dijî van zextan, bi gelê taxê re di Partiya Demokratîk a Gel (HADEP) de dext bi xebat û rêxistinê dikin. Demîr di rêveberiya partiyê de cih digire, ji hêlekê ve jî ji bo piştgiriyê bide malbata xwe dixebite. Di hilbijartinê de ji ber ku li Manîsayê buroyê nadin HADEP'ê, Demîr beşeke mala xwe dixe buroya partiyê. Demek dirêj di baskê jinên HADEP'ê de dixebite.
 
'TÊKOŞÎN NIHA DEST PÊ DIKE'
 
Piştî di 15'ê Sibata 1999'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tînin Tirkiyeyê, Demîr dibêje ku "Têkoşîn ji nû ve dest pê dike" û aktîf tev li têkoşîna jinê dibe. Demîr di heman demê de endama Komîsyona Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ye, di operasyona di bin navê "KCK'ê" de, di 18'ê Nîsana 2009'an de hat girtin. 5 salên wê yên li girtîgehê bi têkoşînê derbas bû. Di sala 2011'an de girtiyan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ewlehî, denduristiya Ocalan, daxwaza parastina bi zimanê dayikê, perwerde û parastinê çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin, Demîr di greva birçîbûnê de cih girt. Demîr dema ji girtîgehê derket, wekî endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê li Şirnex û Mêrdînê xebat meşand.
 
‘SÊ ŞITLÊN MIN Û RONAHIYA ÇAVÊ MIN’ 
 
Ji bo em li serpêhatiya wê guhdar bikin me berê xwe da navçeya Salîhlî ya Manîsayê û em bûn mêvanê mala dayika Demîr, Sakîn Demîr. Dayik Demîr me bi wêneyê Sêvê, Fatma û Pakîze pêşwazî dike. Dayik Demîr li aliyekî li wêneyê keça xwe dinêre û bi gotina “Sê şitlên min” dest pê dike. Dayik Demîr ji bo keça xwe wiha axivî: “Ew roniya çavê min a ewil bû. Min wê di nav têkoşînê de mezin kir. Ji bo têkoşîna xwe li Kurdistanê dewam bike, destûr ji min xwest. Ew roj wek niha tê bîra min. Min jî biryar da û jê re got ‘Ser çav û serê min, riya te riya maf û hiqûqê ye. Ez dizanim tu yê ji bo vê têkoşînê bikî.’ Her tim ez bi têkoşîna wî bi rûmet û serbilind bûm.” 
 
Dayik Demîr da zanîn ku keça wê piştî ji girtîgehê derketiye 4 roj li gel hev mane û tiştên keça wê jê re gotiye wiha bibîr xist: “Divê ez ji bo vî gelê mezlûm bixebitim. Pêwîste em deriyên girtîgehan vebikin û hevalên xwe derbixin. Ji bo êdî ciwan neyên kuştin û dayik negirîn rojek jî zêde ye ez bisekinim.” 
 
‘MIN DILMÎNÎ DIKIR’ 
 
Dayik Demîr gotinên keça xwe yên li Silopiyê jî bibîr xist û wiha got: “Dema li Silopiyê bû li min digeriya û digot ‘Meraq neke em ê vî gelî, we û xwe rizgar bikin.’ Wisa min dilmînî dikir. Dorpêçkirinên li Silopiyê em li ser riya medyayê hîn dibûn. Me digot wê rojek bên g irtin. Lê me hovîtiya bûyerê jî texmîn nedikir. Dema bûyer qewimî û min agahî jê negirt, ji min re gotin birîndar bûye. Ez di ferqa her tiştî de bûm. Ez nikaribûm li xwe mikûr bihatima. Di bin nivîsa televîzyonan de derbas dibû. Zarokên min dizanibûn lê bûyerê ji vedişartin.” 
 
'KENÊ WÊ JI BER ÇAVÊ MIN NAÇE’ 
 
Dayik Demîr bi van gotinan keça xwe vegot: “Kenê Sêvê ji ber çavê min naçe. Sêvê di tevahiya jiyana xwe de ji aştî, wekhevî û biratiyê dixwest û ji bo vê yekê têkoşîn dida meşandin. Piştî şahadeta Sêvê, qêrînên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Mehmet Tunç hêj li ber çavê zindî ye. Dewlet bi kuştina jinan îxaneta herî mezin a cîhanê dike. Ji wê rojê heta vê rojê tu tiştek ne guherî. Bi OHAL’ê re hin bêtir zarok, jin û ciwan hatin kuştin. Divê em hemû gelan re bên ba hev û êdî bêjin bes e. Bêdengî dê her tim mirinan zêde bike. Rengê zilmê tune ye. Ev agir hemû mirovahiyê dişewitîne. Êdî em di pêvajoyek ku cenazeyan ji goran derdixin û direvînin de derbas dibin. Ji bo aştî, edalet û wekheviyê divê em li gel hev cih bigirin. Ez dayikek aştiyê me. Ez ê têkoşîna keça xwe berdewam bikim.” 
 
MA / Ayşe Surme
 

Sernavên din

02/01/2018
13:51 Dadgehê 18 meh ceza li Tugluk birî
13:34 Serbijîşkiyê der barê sosreta HIVê de daxuyanî da
13:29 Her êrîşa rejîmê zêde dibe çalakiyên xwepêşandanan jî mezin dibe
13:06 Tirkiye di êrîşa Efrînê de dê bi tenê bimîne
12:36 Parêzerên Ocalan ji bo hevditinê daxwazname dan dozgeriyê
12:16 Parêzerê Yurdakul ê li girtîgehê hat kuştin: Bi taybet kawîşa C3 hatiye avakirin
11:54 'Pergala zilam jinên serkeftî bi taloke dibîne'
11:25 Şanoya Bajêr a Amedê vê mehê bi bernameyek têr û tije tê
11:18 Bêcezahiştin bi KHK’ê fermî kirin
11:11 Jêrzemînên Cizîrê: Agahiyên di dosyeya lêpirsînê de guman zêde kirin
11:00 Serhildana li Îranê didome: 5 kes hatin kuştin
10:34 Xwezaya Bestayê talan dikin
10:17 Dayika Pakîze Nayir a hat kuştin têkoşîna keça xwe didomîne
10:08 'Yek tîp bi berxwedanê têk diçe'
09:26 Kenes: Pêkanîna cilên yek tîpî li kolanan tê şikandin
09:25 Qeyûm piştî erseyan dikanan jî difiroşe
09:23 Mexdûrên 12'ê îlonê: Divê li derve jî rêxistinê xurt bikin
09:22 Ji kesên li pêş cemaetê nimêja Înê kirine ceza tê xwestin
09:21 Navê Yilmaz Guney heye, lê eywana sînemayê tune ye
09:20 OHP: Em ê têkildarî Goristana Xerzanê serî li saziyên navnetewî bidin
09:19 Li vê dibistanê bêyî bedêl dersa futbolê tê dayîn
09:19 'Bila jin ji bo îdealên xwe bixebitin'
09:18 Kampa Terolarê ne demborî ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2018'AN
01/01/2018
16:02 Odeya Tabîban a Amedê têkildarî skandala HÎV'ê dest bi lepirsînê kir
15:44 Stranbêjê Koma Dengê Amarayê hat girtin
15:13 Îdianameya bi çêr amade kirin!
14:35 Di sala nû de dîsa mudaxaleyî Yukselê kirin û 3 kes binçav kirin
14:06 KJAR: Alîgirê azadiyê divê di agirê serhildanê de cih bigirin
13:15 Xelas bû û xelas nebû
12:28 Sêvê Demîr: Divê em rojekê jî dereng nemînin
11:58 Bila bibe sala bê OHAL û KHK!
10:45 Zarokek li Edene hat girtin
10:39 Hevserokê PYD'ê Hesen: Pergala Bakurê Sûriye çareseriya hemû Rojhilatê Navîn e
10:27 Di sala 2017'an de li Dêrsimê koçberî, şer û binpêkirinên mafan hebûn
10:10 Dozger ji dayikê pirsî: Te çima kurê xwe şand çiyê?
10:09 Karkerên heqê kêm distînin: Birçîbûn kirine qedera karkeran
09:50 ‘Divê ceryan ne ji bo karê ji bo xizmetê be’
09:33 Ekolojîst Barka: Pêdeviyên me bi fikrên Ocalan hene
09:30 Li Pale Hunerê 4 fîlm, şevbûherka helbestê
09:28 NÇM’ê îsal jî salnameya kurdî çap kir
09:27 Her meh 100 girtî nexweş dikevin
09:26 'Divê em yekitiya neteweyî bixin rojeva gel'
09:26 Berxedêrên 12'ê Îlonê: Divê ruhê berxwedanê bê mezinkirin
09:24 Şaredariyê jin ên sirgûn bûn niha kar nabînin
09:23 Dîroknas Hur: KHK'a dawî ji pêkanînên Naziyan xirabtir e
09:23 ‘KHK'a dawî dê şideta li dijî jinan zêde bike'
09:00 Dozger belgeyên 'Zarokên Baş' sûc dît
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2018'AN
31/12/2017
21:32 Çalakiyên li Îranê zêde dibin, rejîmê medyaya civakî rawestand
20:58 Rojnameger Aslan hat berdan
16:39 Arslan: Çareseriya li Tirkiye dawibûna tecrîda li ser Ocalan e
14:59 Rojnameger Aslan ê hat berdan li ser îtirazê hat binçavkirin
14:57 Rejîma Îranê li Banê kolberek kuşt
14:41 Kemalbay: Dibe ku sala 2018'an bibe sala aştî û azadiyê
14:31 TUMTÎS bertek nîşanî heqê kêm da: Milyon mahkûmî birçîbûnê kirin
14:22 ‘Em bi birçîbûnê terbiye nabin’
14:12 Dozger berdana Emîrê DAÎŞ'ê yê Amedê îtîraz kir
13:30 Tuncel: Li Kurdistanê yekîtî li Tirkiye têkoşînê pêş bixin
13:21 'Operasyon ne li gorî hiqûqê, li gorî pêdiviyan tên lidarxistin'
13:21 '11 leşker di êrîşa baregeha leşkarî ya TSK'ê de hatin kuştin
12:15 Kesek astengdar li Maltepê hat kuştin
12:03 Zilamê êrîşa zayendî kir, bûyer ji bîr kiriye!
11:04 Gelên Îranê şev li qadan derbas kir
10:47 Dîroka Sûrê li ser keviran dineqişîne
10:30 Girtiyên Kalkandereyê nayên dermankirin
10:29 Di 'OHAL’ê de şîdeta li hemberî jinan gihişt lûtkeyê
10:27 Serokê Baroya Edenê Kuçuk: Kadroyên ‘Yek darazê' ava dikin
09:57 Malbata zarokê ku polîs kuşt gilî kirin
09:44 30 mehan di yek hucreyê de li dijî cilên yek tîp têkoşiya
09:19 Jin pêşengiya vî gundî dikin
09:18 'Pirsgirêk di pergala ji rengê jinê dûr ketiye de ye'
09:14 Karker bi grevê dikevin sala nû
09:12 'Li girtîgehê binpêkirinên mafan gihaşt asta herî jor'
09:12 Qewimînên li Îranê: Xwepêşandanên herî cidî yên 15 salên dawî ne!
09:11 Qeyûm wêneyên Karapêtê Xaço û Aram Tîgran rakirin
09:10 Parastina bi zimanê dayikê wek ‘mafê bêdengiyê’ hat tomarkirin
09:09 Dîrokzan Aydin: KHK'a dawîn ji ya Geliyê Zîlan talûketir e
09:08 Hunermendên Kurd: Em ê di 2018’an de jî li ber xwe bidin
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2017'AN
30/12/2017
17:25 Turkdogan: Windakirina di bin çavan de ji nûve dest pê kir
17:12 DAIŞ tarza çalakiyên xwe diguherîne
16:59 Xebatkarên TV10'ê: Malên me bi destê TMSF'ê pêşkêş dikin
16:58 ‘Bedel çi dibe bila bibe em ê aştî û demokrasiyê biparêz in’
15:52 Xwestin Şîmşek serbest bê berdan
15:32 Destê Hevseroka KESK’ê Gezen li pişt wê kelepçe kirin
15:20 'Bila sala 2018'an bibe sala dayik li windayan negerin'
15:10 Arslan: Çi dibe bila bibe dê dawî muhteşem be
15:02 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Amedê de girt
15:02 Rojnamegerê îranî Porgham: Serhildaneke li dijî rejîmê ye
14:51 Li Kolana Yukselê mudaxele: 6 çalakvan binçav kirin
14:39 Baroya Amedê: Rewşa girtiyên Xarpêtê metirsiyan zêde dikin
14:21 Azîz Yural li ser gora xwe hat bibîranîn
14:08 Dayikên Şemiyê: Cihê bêhêviyê tune ye
13:53 Rojava amadekariya Soçî dike
13:37 Nivîskarê sînemayê Gunerbuyuk: Em tiştekî bikin
13:36 Musa Pîroglu: Dewleta OHAL'ê tê avakirin
13:24 Serhildanên gel li Îranê didomin
13:19 Bi strana 'Cizîr' qedexeya li Cizîrê vegot
13:06 Welatiyekî din li Enqereyê bi maşîneya reş hat revandin