Sêvê Demîr: Divê em rojekê jî dereng nemînin 2018-01-01 12:28:18 MANÎSA - Dayika Sêvê Demîr a berî du salan li Silopiyê hat qetilkirin Sakîne Demîr, bi gotina "Ew roniya çavê min bû" behsa keça xwe kir û ev tişt got: "Got ku 'Ji bo dayik negirîn û ciwan neyên kuştişin rojek dereng mayîn jî zêde ye' û çû xebatan." Piştî di 14'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Silopiyê ya Şirnexê qedexeya derketina derve hat îlankirin, 3 jinên siyasetmedar ên kurd a endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar, û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyê Pakîze Nayir, di 4'ê Çileya 2016'an de, dema ji Taxa Karşiyakayê diçûn Taxa Yeşîlyurtê, hêzên dewletê ji maşîneya zirxî gule li wan barandibûn û her sê jinên kurd hatin qetilkirin.   DI 12 SALIYÊ DE TÊKOŞÎN NAS KIR   Sêvê Demîr tevahiya jiyana xwe da têkoşîna demokrasî û azadiya jinê. Ji têkoşîna bi hezaran jinan re bû ronahî. Demîr li gundê Şenocakê ya Stewra Mêrdînê di sala 1977'an de hat dinê û qet neçû dibistanê. Demîr gelek tişt bi lêkolîn û jiyanê hîn bû, hêj 12 salî ye têkoşîna azadiyê nas dike. Demîr bi taybetî li ser pirsgirêkên jinan radiweste, dibîne ku jinên kurd di bin tundiyek dijwar de dijîn.   LI ZEVIYÊN PEMBU BÛ RÊBERA JINAN   Demîr, di salên 90'î de bi malbata xwe re ji ber zext û tundiyan koçî navçeya Bismilê ya Amedê dike. Malbata demîr li vir jî mala wan tê şewitandin û gefên kuştinê li wan dixwen, li dijî zextan bi kesayetiya xwe ya wêrekî li dijî wan derdikeve. Malbata Demîr ji ber ku li Bismilê ewlehiya wan namîne, di sala 1995'an de koçî navçeya Salihliyê ya Manîsayê dikin û li wir di zeviyên pembu de dixebitin. Salên ku diborin, Demîr xwe nêzî têkoşîna azadiyê dike û li ser têkoşîna jinê radiweste û têkoşîna azadiya jina kurd nas dike. Malbata Demîr li taxa ku dimînin, zextên komên nijadperest re rû bi rû dimînin, li dijî van zextan, bi gelê taxê re di Partiya Demokratîk a Gel (HADEP) de dext bi xebat û rêxistinê dikin. Demîr di rêveberiya partiyê de cih digire, ji hêlekê ve jî ji bo piştgiriyê bide malbata xwe dixebite. Di hilbijartinê de ji ber ku li Manîsayê buroyê nadin HADEP'ê, Demîr beşeke mala xwe dixe buroya partiyê. Demek dirêj di baskê jinên HADEP'ê de dixebite.   'TÊKOŞÎN NIHA DEST PÊ DIKE'   Piştî di 15'ê Sibata 1999'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tînin Tirkiyeyê, Demîr dibêje ku "Têkoşîn ji nû ve dest pê dike" û aktîf tev li têkoşîna jinê dibe. Demîr di heman demê de endama Komîsyona Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ye, di operasyona di bin navê "KCK'ê" de, di 18'ê Nîsana 2009'an de hat girtin. 5 salên wê yên li girtîgehê bi têkoşînê derbas bû. Di sala 2011'an de girtiyan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ewlehî, denduristiya Ocalan, daxwaza parastina bi zimanê dayikê, perwerde û parastinê çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin, Demîr di greva birçîbûnê de cih girt. Demîr dema ji girtîgehê derket, wekî endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê li Şirnex û Mêrdînê xebat meşand.   ‘SÊ ŞITLÊN MIN Û RONAHIYA ÇAVÊ MIN’    Ji bo em li serpêhatiya wê guhdar bikin me berê xwe da navçeya Salîhlî ya Manîsayê û em bûn mêvanê mala dayika Demîr, Sakîn Demîr. Dayik Demîr me bi wêneyê Sêvê, Fatma û Pakîze pêşwazî dike. Dayik Demîr li aliyekî li wêneyê keça xwe dinêre û bi gotina “Sê şitlên min” dest pê dike. Dayik Demîr ji bo keça xwe wiha axivî: “Ew roniya çavê min a ewil bû. Min wê di nav têkoşînê de mezin kir. Ji bo têkoşîna xwe li Kurdistanê dewam bike, destûr ji min xwest. Ew roj wek niha tê bîra min. Min jî biryar da û jê re got ‘Ser çav û serê min, riya te riya maf û hiqûqê ye. Ez dizanim tu yê ji bo vê têkoşînê bikî.’ Her tim ez bi têkoşîna wî bi rûmet û serbilind bûm.”    Dayik Demîr da zanîn ku keça wê piştî ji girtîgehê derketiye 4 roj li gel hev mane û tiştên keça wê jê re gotiye wiha bibîr xist: “Divê ez ji bo vî gelê mezlûm bixebitim. Pêwîste em deriyên girtîgehan vebikin û hevalên xwe derbixin. Ji bo êdî ciwan neyên kuştin û dayik negirîn rojek jî zêde ye ez bisekinim.”    ‘MIN DILMÎNÎ DIKIR’    Dayik Demîr gotinên keça xwe yên li Silopiyê jî bibîr xist û wiha got: “Dema li Silopiyê bû li min digeriya û digot ‘Meraq neke em ê vî gelî, we û xwe rizgar bikin.’ Wisa min dilmînî dikir. Dorpêçkirinên li Silopiyê em li ser riya medyayê hîn dibûn. Me digot wê rojek bên g irtin. Lê me hovîtiya bûyerê jî texmîn nedikir. Dema bûyer qewimî û min agahî jê negirt, ji min re gotin birîndar bûye. Ez di ferqa her tiştî de bûm. Ez nikaribûm li xwe mikûr bihatima. Di bin nivîsa televîzyonan de derbas dibû. Zarokên min dizanibûn lê bûyerê ji vedişartin.”    'KENÊ WÊ JI BER ÇAVÊ MIN NAÇE’    Dayik Demîr bi van gotinan keça xwe vegot: “Kenê Sêvê ji ber çavê min naçe. Sêvê di tevahiya jiyana xwe de ji aştî, wekhevî û biratiyê dixwest û ji bo vê yekê têkoşîn dida meşandin. Piştî şahadeta Sêvê, qêrînên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Mehmet Tunç hêj li ber çavê zindî ye. Dewlet bi kuştina jinan îxaneta herî mezin a cîhanê dike. Ji wê rojê heta vê rojê tu tiştek ne guherî. Bi OHAL’ê re hin bêtir zarok, jin û ciwan hatin kuştin. Divê em hemû gelan re bên ba hev û êdî bêjin bes e. Bêdengî dê her tim mirinan zêde bike. Rengê zilmê tune ye. Ev agir hemû mirovahiyê dişewitîne. Êdî em di pêvajoyek ku cenazeyan ji goran derdixin û direvînin de derbas dibin. Ji bo aştî, edalet û wekheviyê divê em li gel hev cih bigirin. Ez dayikek aştiyê me. Ez ê têkoşîna keça xwe berdewam bikim.”    MA / Ayşe Surme