Berxedêrên 12'ê Îlonê: Divê ruhê berxwedanê bê mezinkirin

img

MÊRSÎN - Berxwedêrên di 12'ê Îlonê de li dijî cilên yek reng derketin, ew roj vegotin. Îbrahîm Bîlgîn gotinê Hayrî Durmuş ên wekî "Kurdistan dibe Vîetnam. Qêrîna berxwedanê ji bîr nekin" bi bîr xist û wiha got: "Tişta ku niha dixwazin bikin ev e, divê em deng bidin dengê girtiyan."

Bi hejmara 696'an a Biryara Di Hukmê Qanûnê De (KHK), hikumeta AKP'ê cilên yek reng li ser girtiyan ferz dike, li dijî vê pêkanînê peyamên berxwedanê li Girtîgehan tên. Kesên di serdema 12'ê Îlonê de li dijî cilên yek reng il ber xwe dan, ew serdem vegotin.
 
Sedat Akbay ê li Girtîgeha Amedê maye, aşkera kir ku dema cilên yek reng anîne, wan qebûl nekiriye û wiha axivî: "Li xwe nekirina cilên yek reng ne tenê bertekeke siyasî bû, ji ber ku pêkanîneke rûmeta mirovan dişkênand û ji ber vê jî nedihat qebûlkirin. Rêveberiya girtîgehê ji ber ku leşkerî bû, guh neda me. Her çendî hikumet sivîl bû jî rêveberiya girtîgehê leşker bû û cilên yek reng li ser me ferz kir." Akbay anî ziman ku wan li dijî cilên yek reng berxwedaneke mezin daye meşandin û wiha got: "Piştî rojiyên mirinê û berxwedana fîzîkî dest pê kir, zext û îşkence jî zêde bû. Tekane dirûşma me li girtîgehê berz dikir, 'Dê rûmeta mirovahiyê îşkenceyê têk bibe' û li dora wê berxwedanek hebû." Akbay anî ziman ku dawiya dawî berxwedana wan bi ser ket.
 
‘VÎNEKE BI HÊZ DERKET HOLÊ’
 
Remzî Erkut di sala 1982'yan de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê maye. Erkut anî ziman ku cilên yek reng ên li ser wan ferz kirine, bi tevahî xwestine kesayetiya azad têk bibin û wan bê bandor bikin û wiha pê de çû: "Cilên ku dan me, hevalan di cihê hewastandinê de agir berda wan û piştre êrîşan dest pê kir. Her gava ku wan li ser me ferz kir, me li ber xwe da. Piştî dîtin ku dê encamê negirin, dest jê berdan. Di sala 1986'an de pêkanîna cilên yek reng rakirin. Vîneke bi hêz derket holê. Ruhê berxwedêr ê wê demê, baweriya girtiyan a ji bo gel û girêdayîna wan serkeftin anî."
 
‘DIVÊ RUHÊ BERXWEDANÊ BÊ MEZINKIRIN’
 
Erkut da zanîn ku dixwestin di şexsê girtiyan de dîroka gelekî tune bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji xwe li derve hemû civak bi pêkanînên girtîgehê re rû bi rû ye. Dixwazin bi cilên yek reng re girtîgehan teslîm bigirin. Ji ber wê divê hemû hêzên muxalîf li dijî vê rawestin."
 
GOTINÊN HAYRÎ DURMUŞ BI BÎR XIST 
 
Îbrahîm Bîlgîn ê li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê maye, gotinên yek jî pêşengê PKK'ê Hayrî Durmuş ên li dijî îşkenceyê bi bîr xist û wiha got: "Hayrî got ku 'Kurdistan dibe Vîetnam. Vê qêrîna mirovahiyê ji bîr nekin.' Tişta ku niha dixwzin bikin ev e. Divê li dijî vê her kes bibe dengê girtiyan." Bîlgîn got ku dixwazin kumkujiyan rewa bikin û ev tişt anî ziman: "Armanc ew e girtiyna bikin wekî robotan. Desthilatdarî dixwaze komujî û tundiyê rewa bike."
 
'ME TENÊ MILÊ XWE BI HEV VE GIRÊDABÛ'
 
Bekîr Sitki Keçecî yê li Girtîgeha Bucayê ya Îzmîrê maye, berxwedan li dijî cilên yek reng wiha şîrove kir: "Girtî hemû ketin milê hev. Her kesî cilên xwe li xwekirin. Ji ber ku hewa sar bû, me di binî de pîcame li xwe kir. Ji ber ku dê cilên me bigirtana. Gardiyan hatin koxûşan û xwestin me derxin, lê me li ber xwe da. Em derxistin holê û li me xistin. Ruxmê vê jî me milê hev du berneda. Piştre em 3-4 kes bi hev re avêtin hucreyan. Dema em birin wir êdî îşkenceyê dest pê kir. Bi zorê cilên me derxistin û xwestin cilên yek reng li me bikin, lê me dîsa li xwe nekir."
 
'ME LI HUNDUR, MALBATÊN ME LI DERVE LI BER XWE DAN'
 
Keçecî anî ziman ku dema girtî dibirin girtîgehê, bi îşkeneyê cilên yek reng li wan dikirin û wiha axivî: "Di me de berxwedana fîlî li pêş bû. Cilên ku li me kirin, me di salona dadgehê de ji xwe derxistin. Ji ber ku di binî de pîcameyê n me hebûn. Lê mêze kirin ku wiha nabe, dest danîn ser eşofmanan. Her çendî eşofman tune bû jî me dîsa cilên yek reng çirandin. Bi derpê mayî bê exlaqiya me nebû, sekna me ya bi rûmet bû. Divê em ji vê berxwedanê wiha fêm bikin. Dema hûn li dijî berxwedaneke fîlî xwe birçî dihêlin, ev name çareserî. Me jî li dijî wan cilan bi berxwedanê qezenc kir."
 
'BERXWEDNANA LI DERVE JÎ BÊHEMPA BÛ'
 
Keçeci derbirî ku piştî 27 salan cilên yek reng dîsa anîne rojevê, dixwazin şoreşger û rewşenbîran teslîm bigirin, ji bo pêkanîn têk biçe, divê tenê berxwedana girtiyan dernekeve pêş, divê hemû beşên muxalîf di nava berxwedanek bêhempa de bin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê hemû bar li ser milê girtiyan nehê hiştin. Ji xwe wan mirovan ji bo xwe tiştek nexwestiye, ji bo azadî û aştiya bê ser vê erdnîgariyê, canê xwe daniye holê. Divê malbat û hemû beşên muxalîf li derve bên gel hev û piştgiriyê bidin berxwedana li girtîgehan."
 
MA / Nurhan Kuzu 
 

Sernavên din

02/01/2018
13:51 Dadgehê 18 meh ceza li Tugluk birî
13:34 Serbijîşkiyê der barê sosreta HIVê de daxuyanî da
13:29 Her êrîşa rejîmê zêde dibe çalakiyên xwepêşandanan jî mezin dibe
13:06 Tirkiye di êrîşa Efrînê de dê bi tenê bimîne
12:36 Parêzerên Ocalan ji bo hevditinê daxwazname dan dozgeriyê
12:16 Parêzerê Yurdakul ê li girtîgehê hat kuştin: Bi taybet kawîşa C3 hatiye avakirin
11:54 'Pergala zilam jinên serkeftî bi taloke dibîne'
11:25 Şanoya Bajêr a Amedê vê mehê bi bernameyek têr û tije tê
11:18 Bêcezahiştin bi KHK’ê fermî kirin
11:11 Jêrzemînên Cizîrê: Agahiyên di dosyeya lêpirsînê de guman zêde kirin
11:00 Serhildana li Îranê didome: 5 kes hatin kuştin
10:34 Xwezaya Bestayê talan dikin
10:17 Dayika Pakîze Nayir a hat kuştin têkoşîna keça xwe didomîne
10:08 'Yek tîp bi berxwedanê têk diçe'
09:26 Kenes: Pêkanîna cilên yek tîpî li kolanan tê şikandin
09:25 Qeyûm piştî erseyan dikanan jî difiroşe
09:23 Mexdûrên 12'ê îlonê: Divê li derve jî rêxistinê xurt bikin
09:22 Ji kesên li pêş cemaetê nimêja Înê kirine ceza tê xwestin
09:21 Navê Yilmaz Guney heye, lê eywana sînemayê tune ye
09:20 OHP: Em ê têkildarî Goristana Xerzanê serî li saziyên navnetewî bidin
09:19 Li vê dibistanê bêyî bedêl dersa futbolê tê dayîn
09:19 'Bila jin ji bo îdealên xwe bixebitin'
09:18 Kampa Terolarê ne demborî ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2018'AN
01/01/2018
16:02 Odeya Tabîban a Amedê têkildarî skandala HÎV'ê dest bi lepirsînê kir
15:44 Stranbêjê Koma Dengê Amarayê hat girtin
15:13 Îdianameya bi çêr amade kirin!
14:35 Di sala nû de dîsa mudaxaleyî Yukselê kirin û 3 kes binçav kirin
14:06 KJAR: Alîgirê azadiyê divê di agirê serhildanê de cih bigirin
13:15 Xelas bû û xelas nebû
12:28 Sêvê Demîr: Divê em rojekê jî dereng nemînin
11:58 Bila bibe sala bê OHAL û KHK!
10:45 Zarokek li Edene hat girtin
10:39 Hevserokê PYD'ê Hesen: Pergala Bakurê Sûriye çareseriya hemû Rojhilatê Navîn e
10:27 Di sala 2017'an de li Dêrsimê koçberî, şer û binpêkirinên mafan hebûn
10:10 Dozger ji dayikê pirsî: Te çima kurê xwe şand çiyê?
10:09 Karkerên heqê kêm distînin: Birçîbûn kirine qedera karkeran
09:50 ‘Divê ceryan ne ji bo karê ji bo xizmetê be’
09:33 Ekolojîst Barka: Pêdeviyên me bi fikrên Ocalan hene
09:30 Li Pale Hunerê 4 fîlm, şevbûherka helbestê
09:28 NÇM’ê îsal jî salnameya kurdî çap kir
09:27 Her meh 100 girtî nexweş dikevin
09:26 'Divê em yekitiya neteweyî bixin rojeva gel'
09:26 Berxedêrên 12'ê Îlonê: Divê ruhê berxwedanê bê mezinkirin
09:24 Şaredariyê jin ên sirgûn bûn niha kar nabînin
09:23 Dîroknas Hur: KHK'a dawî ji pêkanînên Naziyan xirabtir e
09:23 ‘KHK'a dawî dê şideta li dijî jinan zêde bike'
09:00 Dozger belgeyên 'Zarokên Baş' sûc dît
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2018'AN
31/12/2017
21:32 Çalakiyên li Îranê zêde dibin, rejîmê medyaya civakî rawestand
20:58 Rojnameger Aslan hat berdan
16:39 Arslan: Çareseriya li Tirkiye dawibûna tecrîda li ser Ocalan e
14:59 Rojnameger Aslan ê hat berdan li ser îtirazê hat binçavkirin
14:57 Rejîma Îranê li Banê kolberek kuşt
14:41 Kemalbay: Dibe ku sala 2018'an bibe sala aştî û azadiyê
14:31 TUMTÎS bertek nîşanî heqê kêm da: Milyon mahkûmî birçîbûnê kirin
14:22 ‘Em bi birçîbûnê terbiye nabin’
14:12 Dozger berdana Emîrê DAÎŞ'ê yê Amedê îtîraz kir
13:30 Tuncel: Li Kurdistanê yekîtî li Tirkiye têkoşînê pêş bixin
13:21 'Operasyon ne li gorî hiqûqê, li gorî pêdiviyan tên lidarxistin'
13:21 '11 leşker di êrîşa baregeha leşkarî ya TSK'ê de hatin kuştin
12:15 Kesek astengdar li Maltepê hat kuştin
12:03 Zilamê êrîşa zayendî kir, bûyer ji bîr kiriye!
11:04 Gelên Îranê şev li qadan derbas kir
10:47 Dîroka Sûrê li ser keviran dineqişîne
10:30 Girtiyên Kalkandereyê nayên dermankirin
10:29 Di 'OHAL’ê de şîdeta li hemberî jinan gihişt lûtkeyê
10:27 Serokê Baroya Edenê Kuçuk: Kadroyên ‘Yek darazê' ava dikin
09:57 Malbata zarokê ku polîs kuşt gilî kirin
09:44 30 mehan di yek hucreyê de li dijî cilên yek tîp têkoşiya
09:19 Jin pêşengiya vî gundî dikin
09:18 'Pirsgirêk di pergala ji rengê jinê dûr ketiye de ye'
09:14 Karker bi grevê dikevin sala nû
09:12 'Li girtîgehê binpêkirinên mafan gihaşt asta herî jor'
09:12 Qewimînên li Îranê: Xwepêşandanên herî cidî yên 15 salên dawî ne!
09:11 Qeyûm wêneyên Karapêtê Xaço û Aram Tîgran rakirin
09:10 Parastina bi zimanê dayikê wek ‘mafê bêdengiyê’ hat tomarkirin
09:09 Dîrokzan Aydin: KHK'a dawîn ji ya Geliyê Zîlan talûketir e
09:08 Hunermendên Kurd: Em ê di 2018’an de jî li ber xwe bidin
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2017'AN
30/12/2017
17:25 Turkdogan: Windakirina di bin çavan de ji nûve dest pê kir
17:12 DAIŞ tarza çalakiyên xwe diguherîne
16:59 Xebatkarên TV10'ê: Malên me bi destê TMSF'ê pêşkêş dikin
16:58 ‘Bedel çi dibe bila bibe em ê aştî û demokrasiyê biparêz in’
15:52 Xwestin Şîmşek serbest bê berdan
15:32 Destê Hevseroka KESK’ê Gezen li pişt wê kelepçe kirin
15:20 'Bila sala 2018'an bibe sala dayik li windayan negerin'
15:10 Arslan: Çi dibe bila bibe dê dawî muhteşem be
15:02 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Amedê de girt
15:02 Rojnamegerê îranî Porgham: Serhildaneke li dijî rejîmê ye
14:51 Li Kolana Yukselê mudaxele: 6 çalakvan binçav kirin
14:39 Baroya Amedê: Rewşa girtiyên Xarpêtê metirsiyan zêde dikin
14:21 Azîz Yural li ser gora xwe hat bibîranîn
14:08 Dayikên Şemiyê: Cihê bêhêviyê tune ye
13:53 Rojava amadekariya Soçî dike
13:37 Nivîskarê sînemayê Gunerbuyuk: Em tiştekî bikin
13:36 Musa Pîroglu: Dewleta OHAL'ê tê avakirin
13:24 Serhildanên gel li Îranê didomin
13:19 Bi strana 'Cizîr' qedexeya li Cizîrê vegot
13:06 Welatiyekî din li Enqereyê bi maşîneya reş hat revandin