Berxedêrên 12'ê Îlonê: Divê ruhê berxwedanê bê mezinkirin 2018-01-01 09:26:08 MÊRSÎN - Berxwedêrên di 12'ê Îlonê de li dijî cilên yek reng derketin, ew roj vegotin. Îbrahîm Bîlgîn gotinê Hayrî Durmuş ên wekî "Kurdistan dibe Vîetnam. Qêrîna berxwedanê ji bîr nekin" bi bîr xist û wiha got: "Tişta ku niha dixwazin bikin ev e, divê em deng bidin dengê girtiyan." Bi hejmara 696'an a Biryara Di Hukmê Qanûnê De (KHK), hikumeta AKP'ê cilên yek reng li ser girtiyan ferz dike, li dijî vê pêkanînê peyamên berxwedanê li Girtîgehan tên. Kesên di serdema 12'ê Îlonê de li dijî cilên yek reng il ber xwe dan, ew serdem vegotin.   Sedat Akbay ê li Girtîgeha Amedê maye, aşkera kir ku dema cilên yek reng anîne, wan qebûl nekiriye û wiha axivî: "Li xwe nekirina cilên yek reng ne tenê bertekeke siyasî bû, ji ber ku pêkanîneke rûmeta mirovan dişkênand û ji ber vê jî nedihat qebûlkirin. Rêveberiya girtîgehê ji ber ku leşkerî bû, guh neda me. Her çendî hikumet sivîl bû jî rêveberiya girtîgehê leşker bû û cilên yek reng li ser me ferz kir." Akbay anî ziman ku wan li dijî cilên yek reng berxwedaneke mezin daye meşandin û wiha got: "Piştî rojiyên mirinê û berxwedana fîzîkî dest pê kir, zext û îşkence jî zêde bû. Tekane dirûşma me li girtîgehê berz dikir, 'Dê rûmeta mirovahiyê îşkenceyê têk bibe' û li dora wê berxwedanek hebû." Akbay anî ziman ku dawiya dawî berxwedana wan bi ser ket.   ‘VÎNEKE BI HÊZ DERKET HOLÊ’   Remzî Erkut di sala 1982'yan de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê maye. Erkut anî ziman ku cilên yek reng ên li ser wan ferz kirine, bi tevahî xwestine kesayetiya azad têk bibin û wan bê bandor bikin û wiha pê de çû: "Cilên ku dan me, hevalan di cihê hewastandinê de agir berda wan û piştre êrîşan dest pê kir. Her gava ku wan li ser me ferz kir, me li ber xwe da. Piştî dîtin ku dê encamê negirin, dest jê berdan. Di sala 1986'an de pêkanîna cilên yek reng rakirin. Vîneke bi hêz derket holê. Ruhê berxwedêr ê wê demê, baweriya girtiyan a ji bo gel û girêdayîna wan serkeftin anî."   ‘DIVÊ RUHÊ BERXWEDANÊ BÊ MEZINKIRIN’   Erkut da zanîn ku dixwestin di şexsê girtiyan de dîroka gelekî tune bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji xwe li derve hemû civak bi pêkanînên girtîgehê re rû bi rû ye. Dixwazin bi cilên yek reng re girtîgehan teslîm bigirin. Ji ber wê divê hemû hêzên muxalîf li dijî vê rawestin."   GOTINÊN HAYRÎ DURMUŞ BI BÎR XIST    Îbrahîm Bîlgîn ê li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê maye, gotinên yek jî pêşengê PKK'ê Hayrî Durmuş ên li dijî îşkenceyê bi bîr xist û wiha got: "Hayrî got ku 'Kurdistan dibe Vîetnam. Vê qêrîna mirovahiyê ji bîr nekin.' Tişta ku niha dixwzin bikin ev e. Divê li dijî vê her kes bibe dengê girtiyan." Bîlgîn got ku dixwazin kumkujiyan rewa bikin û ev tişt anî ziman: "Armanc ew e girtiyna bikin wekî robotan. Desthilatdarî dixwaze komujî û tundiyê rewa bike."   'ME TENÊ MILÊ XWE BI HEV VE GIRÊDABÛ'   Bekîr Sitki Keçecî yê li Girtîgeha Bucayê ya Îzmîrê maye, berxwedan li dijî cilên yek reng wiha şîrove kir: "Girtî hemû ketin milê hev. Her kesî cilên xwe li xwekirin. Ji ber ku hewa sar bû, me di binî de pîcame li xwe kir. Ji ber ku dê cilên me bigirtana. Gardiyan hatin koxûşan û xwestin me derxin, lê me li ber xwe da. Em derxistin holê û li me xistin. Ruxmê vê jî me milê hev du berneda. Piştre em 3-4 kes bi hev re avêtin hucreyan. Dema em birin wir êdî îşkenceyê dest pê kir. Bi zorê cilên me derxistin û xwestin cilên yek reng li me bikin, lê me dîsa li xwe nekir."   'ME LI HUNDUR, MALBATÊN ME LI DERVE LI BER XWE DAN'   Keçecî anî ziman ku dema girtî dibirin girtîgehê, bi îşkeneyê cilên yek reng li wan dikirin û wiha axivî: "Di me de berxwedana fîlî li pêş bû. Cilên ku li me kirin, me di salona dadgehê de ji xwe derxistin. Ji ber ku di binî de pîcameyê n me hebûn. Lê mêze kirin ku wiha nabe, dest danîn ser eşofmanan. Her çendî eşofman tune bû jî me dîsa cilên yek reng çirandin. Bi derpê mayî bê exlaqiya me nebû, sekna me ya bi rûmet bû. Divê em ji vê berxwedanê wiha fêm bikin. Dema hûn li dijî berxwedaneke fîlî xwe birçî dihêlin, ev name çareserî. Me jî li dijî wan cilan bi berxwedanê qezenc kir."   'BERXWEDNANA LI DERVE JÎ BÊHEMPA BÛ'   Keçeci derbirî ku piştî 27 salan cilên yek reng dîsa anîne rojevê, dixwazin şoreşger û rewşenbîran teslîm bigirin, ji bo pêkanîn têk biçe, divê tenê berxwedana girtiyan dernekeve pêş, divê hemû beşên muxalîf di nava berxwedanek bêhempa de bin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê hemû bar li ser milê girtiyan nehê hiştin. Ji xwe wan mirovan ji bo xwe tiştek nexwestiye, ji bo azadî û aştiya bê ser vê erdnîgariyê, canê xwe daniye holê. Divê malbat û hemû beşên muxalîf li derve bên gel hev û piştgiriyê bidin berxwedana li girtîgehan."   MA / Nurhan Kuzu