NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê bajarê Banê, kolberê kurd Hadî Emînî kuşt.
Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê kolberek kurd kuşt. Hat diyar kirin ku li ser sînorê bajarê Banê yê wîlayeta Sinê, kolber kurd di 30'ê Kanûnê de bi şev hat kuştin. Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku kolberê hat kuştin Hadî Emînî yê 26 salî ye û ji gundê Beyanderan ê bajarê Banê bû.